Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin

  • rojane
  • 10:27 20 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Abdlhalîm Kirtay ê piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da li dijî lêferzkirina poşmantiyê wiha gotiye, “Ez ê li ser nivînê xwe bimirim, lê ez poşman nabim.” Kirtay herî dawî ev bang li raya giştî kiriye: “Xwedî li girtiyên nexweş derkevin.” 
 
Li girtîgehan girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên dermankirin û her roja ku diçe terkî mirinê tên kirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene û her ku diçe rewşa wan xedartir dibe. Tevî ku malbatên girtiyan Nobeda Edaletê girtin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan jî lê nehatin berdan û yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Di 17 mehên dawî de 93 li girtîgehan canê xwe ji dest dan. 
 
Yek ji van girtiyên nexweş ku rewşa wî xedar bû û di lîsteya ÎHD’ê de cih digirt jî Abdulhalîm Kirtay ê 75 salî bû. Tevî hemû bang û xwestekan jî Kirtay nehatibû berdan. Kirtay ê li girtîgehê rewşa wî giran bû hê 2 meh ji berdana wî re mabû, di 22’ê adarê de hat tehliyekirin. Piştî tehliyeyê 51 roj şûn ve di 12’ê gulanê de li Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê jiyana xwe ji dest da. 
 
BÛYE HEDEFA DEWLETÊ Û HÎZBÛLLAHÊ 
 
Kirtay ji navçeya Farqînê ya Amedê bû ew di salên 1990’î de hem bû hedefa dewletê û hem jî bû hedefa endamên Hîzbûllahê. Kirtay dest ji têkoşîna xwe berneda. Derbarê Kirtay û lawê wî de biryara girtinê hat dayîn û sê mehan malan wan di bin dorpêça leşkeran de ma. Ji ber ku dorpêçê destûr nehat dayîn ku malbat ji xwe re erzaqan jî bikire û keça wan a biçûk Zinarîn ji birçiya jiyana xwe ji dest da. 
 
EWILÎ KEÇA WÎ PAŞÊ JÎ EW TÊ GIRTIN 
 
Keça Kirtay, Herdem Merwanî di sala 1992’yan de hê 13 salî ye li ser îfadeyên şahidekî tê binçavkirin û piştî 3 mehên binçavkirinê tê girtin. Merwanî 13 salan di hepse de dimîne. Salek şûn ve di 14’ê gulana 1993’yan de Abdulhalîm Kirtay tê binçavkirin. Malbat demek dirêj lê digere û tu xeberê jê nagire. Nêzî 50 roj şûn ve xeber ji Kirtay tê girtin û li ser encama lêgerîna malbatê û parêzeran dewlet qebûl dike ku Kirtay kiriye binçavan. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” biryara girtina Kirtay dide û 36 sal cezayê hepsê lê dibire. Di salên 90’î de 10 ferdên malbata Kirtay ji aliyê dewlet û Hîzbûllahê ve di dîrokên cuda de tên kuştin. 
 
30 SAL DI GIRTÎ MA
 
Ew li girtîgehên bajarên wek Rîze, Sêrt, Wan, Amed, Êlih, Kirklarelî, Yozgat, Dîlok, Îzmîrê girtî ma. Li girtîgehê nexweşînên cuda lê peyda bûn û hem li dijî nexweşiyan hem jî li dijî cezayê xwe têkoşiya. 30 sal di hefsê de li dijî her cure sepanên dijmirovî têkoşiya û li ber xwe da. 
 
DI SALA 2017’AN DE NEXWEŞÎNÊN GIRAN LÊ PEYDA DIBIN 
 
Nexweşiyên giran ên Kirtay di sala 2017’an de li Girtîgeha Kirklareliyê dest pê kirin. Wî sewqî Girtîgeha Bûrhaniyeyê ya Tîpa T’yê dikin û dema wî dibin nexweşxaneyê û li şalwarê wî dinêrin, jê pirsa tu ji ku yî dikin. Kirtay dibêje Amedî ye û piştî wisa dibêje doktor derzî lê dixe û wî dişîne hepse. Dotira rojê testîstên Kirtay diteqin. Tevî vê yekê jî nayê tedawîkirin û her ku diçe rewşa wî xedar dibe û ji bo tedawiyê wî sewqî Girtîha Şakranê ya Jimara 2’yan a Tîpa T’yê dikin. 
 
KIRTAY: DIBE KU HÛN XEBERA MIRINA MIN SEH BIKIN
 
Lê belê li Şakranê mafê tedawiyê yên Kirtay tên astengkirin. Kirtay di 9’ê adara 2022’yan de bi rêya telefonê li malbata xwe digere û ji wan re wiha dibêje, “Du roj in ez di hucreyê de me. Ez gelek nexweş im. Zextan pir li ser min dikin. Vê hefteyê dibe hûn xebera mirina min bigirin. Xwe hazir bikin.” 
 
TEVÎ RAPORAN JÎ NEHAT BERDAN 
 
Kirtay di sala 2018’an de ji ber nexweşiyên xwe gelek caran sewqî nexweşxaneyan hat kirin. Hemû nexweşxaneyan jî rapora “nikare di hepsê de bimîne” dan Kirtay. Lê belê bi biryara Saziya Tiba Edlî (ATK) nehat berdan. Ji ber biryarên ATK’ê her ku çû rewşa Kirtay xedartir bû û li girtîgehê êdî hatibû wê merheleyê ku nikaribû li xwe binêriya û pêdiviyên xwe dabîn bikira. Di dawiya dawî de Kirtay ê ku ketibû haletê mirinê di 22’ê adarê de ji Girtîgeha Bûrhaniyeya Balikesîrê hat berdan. 
 
GIRTINA BAVÊ XWE JI ROJNAMEYÊ HÎN DIBE 
 
Herdem Merwanî ya ku bavê wê koça dawî kir anî ziman ku ji salên 90’î ve tevahiya ferdên malbatê bi zext, îşkence û kuştinên dewletê û hêzên wê tarî re rûbirû mane. Merwanî bi bîr xist ku dema bavê wê tê girtin ew jî girtî ye û ew girtina bavê xwe ji rojnameyê hîn dibe. Merwanî anî ziman ku rewşa bavê wê ji ber nedermankirinek baş veguherî îşkenceyê û li gel ku nexweşxaneyan rapora berdana wî dida jî lê ATK’ê destûra berdana wî nedida. 
 
'JI BO DI HEPSÊ DE NEMIRE WÎ BERDAN’ 
 
Merwanî destnîşan kir ku çawa ku bavê wê hatiye berdan wî li nexweşxaneyê razandine û wiha got: “Dema bavê min derket jî nikaribû xwe li ser pêya bigire û ne jî dikaribû rehetî xeber bide. Pir eşkere dewletê viya kir; bila li girtîgehê nemir, biçe li mala xwe bimire. Ji bo li hepsê nemire wî berdan. Piştî hat berdan û çend roj şûn ve hat ser hişê xwe û çi hatibû serê wî ji me re qal kir. 
 
POŞMANTIYÊ LÊFERZ KIRINE 
 
Dema rewşa bavê min girantir dibe, midûr û dozger tên qawîşê. Poşmantiyê li bavê min ferz dikin. Bavêm in qebûl nake. Bavê min ji dozger re dibêje, ‘30 sal in ez girtî me, ji bo ez poşman bibim min tiştek qebûl nekir. Du meh ji berdana min re maye, piştî vê saetê jî ez ê qet poşman nebim. Ez tedawiyê qebûl nakim. Ez ê li ser nivînê xwe bimirim lê ez poşmantiyê qebûl nakim’. Lêferzkirina poşmantiyê gelek li zora wî çûye. Heke ez ji vê re bêjim îşkence û zilm wê kêm bimîne. Divê jiyana mirovekî ewqa ne erzan be. 30 sal emrek e. Herî dawî wî berdan û ev berdan jî wek amûr bikaranîn ne wîjdanî ye.” 
 
'51 ROJ ŞÛNVE XEZÎNEYEK JI BO ME HIŞT’ 
 
Merwanî da zanîn ku ji roja bavê wê hat berdan û heta roja ku wefat kir zêdetir li nexweşxaneyê tedawiya wî dihat kirin û wiha got: “Doktoran her ku nexweşiyek wî tedawî dikir, nexweşiyek wî din derdiket. Hemû laşê wî îltîhab girtibû. Heke bavê min nexweşbûya çima ewqas derman danê? Ev derman belgeya eşkere bû ku bavê min çiqas nexweş e. Kujerê bavê ATK bi xwe ey.” 
 
HETA DAWIYÊ KENIYA YE  
 
Merwanî diyar kir ku tevî ku bavê wê nexweşek giran bû jî û her kêlî êşên wî hebûn jî her car dikeniya û kêfxweş bû û got: “Bi me re sohbet dikir û qala bîranînên xwe dikir. Ew ji bo me adeta xezîneyek bû. Ji xwe re kiribû înad û digot, ‘ez ê di destê dewletê de nemirim’. Û wisa jî bû. Gotina bavê min a dawî ev bû, xwedî li girtiyên nexweş derkevin. Lewma jî ji bo girtiyên din nemirin, divê her kes li girtiyên xweş xwedî derkeve.” 
 
 ‘EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÎ DERKEVIN’
 
Merwanî destnîşan kir ku xeyala bavê wê ew bû ku li xaniyek derdora wê bi baxçe bûya bijiya û got: “Li ser bîranîna wî em ê mal ango xaniyek bi baxçe çêbikin. Ji xwezayê, ji daran hez dikir. Em ê di wî baxçeyî de daran deynin. Em ê xwedî li têkoşîn û bîranînên wî derkevin.” 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

20/05/2023
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin