Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya

  • rojane
  • 12:11 25 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak diyar kir ku dorpêça leşkerên Iraqê metirsiyê dide wan û got: “Divê kurd û dostên xwe ji bo Mexmûrê rabin ser pêya.”
 
Artêşa Iraqê çend roj in dixwaze Kampa Penaberan a Mexmûrê bi dorpêçê dagir bike. Xelkê Mexmûrê ku bi piraniya wan ji Şirnex û Colemêrgê di salên 90’î de koç kirine û li wir bicih bûne li ber vê hewldana dorpêçkirinê radibin. Li ser biryara PDK’ê jixwe ev 4 sal in ku Mexmûr di bin dorpêçê de ye. 
 
Berxwedana xelkê Mexmûrê a li dijî leşkerên Iraqê berdewam dike. Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak hewldana dorpêçkirina Mexmûrê nirxand û diyar kir ku Tirkiye û PDK dixwaze wargeha wan veguherîne girtîgehek servekirî. Bûdak da zanîn ku ew ê heta dawiyê li dijî êrişan û dorpêçkirinê li ber xwe bidin. 
 
ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê BI BÎR XIST 
 
Bûdan êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Wargeha Mexmûrê bi bîr xist û got: “Me wek xelkê Mexmûrê li dijî DAIŞ’ê axa xwe û nirxên xwe parast. Me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Me canên xwe jî lê me li ber xwe da. Îro jî hikûmeta Iraqê, Tirkiye û malbata Barzanî dixwaze bi têlan dora Mexmûrê bigire û kuleyan çêbikin. Em vê metirsiya ku gav bi gav çêdibe dibînin.” 
 
‘DIXWAZIN MEXMÛRÊ VEGUHERÎNIN ZINDANEK SERVEKIRÎ’ 
 
Bûdak da zanîn ku leşkerên artêşa Iraqê û polîsên asayîşa giştî yên girêdayî PDK'ê yên Herêma Kurdistanê dixwazin wargehê dorpêç bikin û got: "Îro malbata Barzanî bi awayekî eşkere polîsên xwe şandine da ku wargehê dorpêç bikin. Dixwazin wargehê bi vî rengî veguherînin zindaneke servekirî. Dema em li nûçeyên medyaya wan dinêrin, em bi awayekî zelal dibînin ku wargeh bi daxwaza Tirkiyê hatiye dorpêçkirin. Dewleta tirk mirovên ku bi piranî zarok, kal û pîr û jin lê dijîn 12 hezar sivîl weke ‘terorîst’ dibîne. Li tu derê dinyayê tiştekî wiha tune ye. Bi rastî jî ji bo êrişên xwe yên li dijî Mexmûrê rewa bikin, tezeke wiha derdixin pêş. Lê ev wargeh bi salan e di bin kontrol û çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye. Ji ber ku dewleta tirek mal û gundên me şewitandin em hatin vir. Dewleta tirk herî baş dizane ku kesên li vir dijîn sivîl in. Ji ber ku li ber tu zext û êrişan me serî netewandin, ji bo wan bû pirsgirêk. Malbata Barzanî jî bi salan êrişî wargehê dike, niha jî hikûmeta Iraqê dixwaze êriş bike. Em li dijî vê yekê li ber xwe didin.” 
 
‘BILA QADA HEWAYÎ JI TIRKIYEYÊ RE BÊ GIRTIN’ 
 
Bûdak destnîşan kir ku piştî êrişên artêşa Iraqê rayedarên Neteweyên Yekbûyî bi fermî serdana wargehê kirine û wiha got: “Ji sala 2017’an û vir ve bi NY’ê re hevdîtinên fermî çênebûne. Herî dawî di sala 2017’an de me bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtinên fermî pêk anî. Ji wê demê ve heta niha pêdiviyên bingehîn ên wargehê jî nehatine dabînkirin. Di encama bangan û nexasim jî berxwedana kurdan de Neteweyên Yekbûyî hat wargehê. Lê Neteweyên Yekbûyî got, ‘daxwazên hikûmetê qebûl bikin’.  Li ser vê yekê me jî got, ‘Bila hinceteke berbiçav nîşan bidin, em ê daxwazan qebûl bikin’. Wan diyar kir ku hikûmet ji bo parastina wargehê hatiye. Lê ji sala 2017’an ve li dijî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî wargehê tu tedbîr negirtine. Me ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku qada hewayî ji Tirkiyeyê re bê girtin.” 
 
‘EM Ê JI BO AZADIYA XWE LI BER XWE BIDIN’ 
 
Bûdak anî ziman ku ew 30 sal in ji bo azadiya xwe penaber in û wiha got: “Ji ber vê yekê ji heft saliyan heta heftê saliyan tu kes qebûl neke ku dora me bê têlkirin û kûle bên çêkirin. Em ê li dijî hemû êriş û zextan li ber xwe bidin û mafên xwe yên demokratîk bi hemû hêza xwe bikar bînin. Helwesta rast a wargehê ya bi rojan ji her kesî re mînak e. Em bang li hemû Kurdistanî û dostên wan ên li cîhanê dikin ku li ber van êrişan, zextan û dorpêçkirinê rabin ser pêya û dengê xwe bilind bikin da ku statûya heyî ya wargehê neyê rakirin. Ji ber ku leşker û çekên dijmin hene. Ji ber vê yekê rewş dikare hîn xetertir bibe. Divê gelê me bi taybetî li cihên ku ofîsên Neteweyên Yekbûyî û ofîsên mafên mirovan hene, çalakiyan li dar bixin. Ji bo rakirina vê dorpêçê divê her kes erka xwe pêk bîne.”
 
MA / Dilgeş Ruvanas
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin