Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin

ENQERE - Partiya Çepên Kesk û HDP têkildarî tûra dûyemîn a hilbijartina Serokkomariyê wiha got: “Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û em ê bi hev re rejîma yek zilamî biguherînin.”

 
Desteyên Rêveberiya Navendî (MYK) ên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn a di 28’ê Gulanê de bê kirin, bi civîneke çapemeniyê helwesta xwe aşkere kir.
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku di 28 Gulanê de ber bi hilbijartineke ku bi encamên xwe dê salên pêş teşe bigire ve diçin û wiha got: “Em bi hişmendiyek û avabûneke totalîter, alîgirê desthilatdariyê ya ku ev 21 sal in gav bi gav sîstema yek zilamî ava dike re rû bi rû ne. Lewma hilbijartina 28’ê Gulanê referanduma dê di navbera kesên alîgirê guhertina demokratîk û kesên dixwazin vê pergala yekperest bidomînin de be. Beriya her tiştî em diyar bikin ku em rast nabînin ku tu feraseteke siyasî berxwedana guhertina demokratîk a civakê bişikîne, îstîsmar bike an jî mijûl bike. Em ê li dijî van nêzîkatiyan jî têkoşîna xwe ya demokratîk heta dawiyê bidomînin.”
 
‘PIRSGIRÊKA PENABERAN WÊ BI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ ÇARESER BIBE’ 
 
Bûldan, bal kişand ser protokola di navbera namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet û Partiya Zafer de hatiye îmzekirin û wiha berdewam kir: “Armanca sereke ya têkoşîna me û polîtîkaya me ya Rêya Sêyemîn ew e ku em pêşî li çend kesên dixwazin derfetên dewlet û civakê bigirin destê xwe û pergalê bînin standardeke gerdûnî ku pêşî li maf û azadiya welatiyan, edaleta civakî û demokrasiyê vekin. Yekane tişta ku dike em serî netewînin û tawîzê nedin daxwaz û pêdiviya gelên me yên mazlum û bindest e. Em bi israr destnîşan dikin; kesên ku bi rêya qeyûman vîna sîyasî ya kurdan ipotek dikin, kesên ku ipotek danîne ser azadî mafên gelên Tirkiyeyê. Neçareserkirina pirsgirêka kurd ne berjewendiya civakê ye. Heta ku ev lîstika neçareserkirinê xera nebe, komar nikare bi demokrasiyê re bibe yek.
 
Di ketina sedsala duyemîn a Komarê de em çi şert û merc dibin bila bibin em ê vîna gel bi ser hemû vînan de bigirin. Ji bo pêşerojeke wekhev û hevkar em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dîsa em diyar bikin ku koçber an penaberan veguherînin malzemeyên berjewendiyên siyasî xelet e û ne însanî ye. Berpirsyarê vê tabloyê ne koçber û penaber rast e rast desthilata di polîtîkayên şer de israr dike û penaberan ji bo ranta xwe ya siyasî dike amûr e. Pirsgirêka penaber û koçberan encax li dijî polîtîkayên şer têkoşîneke aştiyê ya bihêz bê dayîn dikare bê çareserkirin. 
 
ARMANC AVAKIRINA PERGALA AZAD Û DEMOKRATÎK E 
 
Em dixwazin destnîşan bikin ku tu berjewendiyên siyasî ji pêşeroja gelê kedkar û xizan, jinan û ciwanan biqiymettir nîne. Em dizanin ku li dijî polîtîkayên Tifaqa Cûmhûr encax bi rêgezên demokrasî, edalet û azadiyê dikare li ser piyan bisekinin. Em weke HDP û Partiya Çepên Kesk em tenê kefîlên têkoşîna azadî, maf, hiqûq, edalet û wekheviyê ya gel in; yekane pîvana me girêdayîna me ya van nirxan e. Em dubare dikin ku di bin tu şertan de em ê ji vê sekna xwe paş ve gavê neavêjin. Pergala zordar a îro ji aliyê Erdogan û hevkarên wî ve hate avakirin, sedemê bingehîn ê pirsgirêkên civakî yên tên jiyînin. Di hilbijartinên 28’ê Gulanê de ya ku were hilbijartin jî dê ev pergala zordar berdewam bike an na. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de daxwaza guhertina demokratîk û aramiyê bi awayekî bixurt xwedî lê hate derketin. Bi milyonan dengên li dijî pergala îro bûne yek, ji bo daxwaza demokrasî, azadî û aramî ye ne. Armanc ew e ku pergaleke gel karibe tev li rêveberiyê bibe, azad, demokratîk û bi edalet were avakirin. 
 
EM DI 28’Ê GULANÊ DE HÊVIYÊ MEZIN DIKIN
 
Careke din aşkere ye ku rejîma Erdogan wê nikaribe van bendewarî û daxwazên xwe bi cih bîne. Astengiya herî mezin a li pêşiya bicihanîna van daxwazan di dema pêş de, wê dîsa Erdogan û ev rejîm bi xwe be. Ji ber vê yekê Erdogan ji bo me tu carî vebijêrkek nîne û yekane vebijêrk jî guhertina wî desthilata ew temsîl dike ye. Lewma em dibêjin; ji bo me ya herî girîng ew e ku daxwaz û bendewariyên li ser demokrasî, hiqûq, edalet, wekhevî û azadiyê yên gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê bê nîşandan. Em hêviyê mezin dikin ku di 28'ê Gulanê de bi milyonan kesî karin guhertin û serketina dîrokî pêk bînin. Em ji vê bawer dikin, hûn jî jê bawer bikin. Bêkêmasî em ê dengê xwe bidin û bi hev re rejîma yek şexsî biguherînin. Daxwaza guhertinê ya bi milyonan kesî ji bo me çavkaniya herî mezin a guhertinê ye. Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
 
AKIN: EM Ê KARÊ XWE YÊ NÎVCOMAYÎ TEMAM BIKIN
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî diyar kir ku kesek nikare pêşî li ber daxwaza guherînê bigire û ev tişt anî ziman: “Em ê karê xwe yê di 14’ê Gulanê de nîvcohiştî di 28’ê Gulanê de temam bikin. Me di 14’ê Gulanê de da sekinandin û di 28’ê Gulanê de biguherînin. Encamên 28’ê Gulanê dê ji bo me û gelên Tirkiyeyê girîng bin. Tevî her cureyên lîstik û astengkirinan jî em ê biisrar û biînad biçin ser sindoqan û rejîma qesrê, rejîma zordest û dijminê jin û kurdan biguherînin. Di helwesta me ya siyasetê de guherînek nîne. Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqê, dengê xwe bidin û xwedî li sindoqê derkevin.”
 
UÇAR: EM Ê DENGÊ XWE BO GUHERÎNÊ BIDIN 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bi lêv kir ku dê di tûra duyemîn de dengê xwe ji bo guherînê bidin. Uçar, wiha domand: “Partiya me di tûrên yekemîn û duyemîn de biryar da ku guherîn veguherînê û demokrasiyê esas digire. Dema vê dike jî pêdivî bi protokol û bazariyan nedît û helwestekî birêgez nîşan da. Nîviya hilbijêrên Tirkiyeyê li ser sindoqan guherîn, veguherîn û demokrasî parast. HDP û Partiya Çepên Kesk jî çavkaniya vê daxwazê ye. Em ê bi saya gelên xwe vê têkoşînê bidomînin. Me duh jî bersiv dabû siyaseta li ser qeyûman tê meşandin û îro jî didin. Em ê siyaseta Tirkiyeyê ji zimanê şoven û neteweperest rizgar bikin ji ber ku rastiya gel û civakan ev nîne. Dema em ketin hilbijartinê soza me ew bû ku vê pergala fîrewn a dijminê jinan biguherînin. Hilbijartina li pêşiya me hilbijartin Erdogan an jî Kiliçdaroglû nîne. Ev hilbijartin hilbijartina me ye. Em ê dengê xwe careke din bidin guherîn û veguherînê. 28’ê Gulanê dê bibe navnîşana serkeftinê.” 
 
SANCAR: HILBIJARTINA 28’Ê GULANÊ DÊ BIBE REFERANDÛM
 
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û wiha bal kişand ser metna hevpar: “Tiştekî zêde li vê metnê bê zêdekirin nîne. Hilbijartina 28’ê Gulanê mîna referandûmê ye. Li rexekî rejîma rant, kedxwarî, talan û derewan û li rexa din jî daxwaza guherîn û veguherîna demokratîk a gelan heye. Em jî dê îrade û hêviya guherîna demokratîk, aştî û refaha gelên Tirkiyeyê hilbijêrin. Em dizanin ku hewldan hene ku gel neçin ser sindoqan. Xefik tên danîn û em van xefikan dibînin. Lê em dev ji guherîna demokratîk, edalet û azadiyê bernadin. Lewma em ê tercîha xwe ji bo guherandina rejîma qesrê bidin. Banga me ji bo hemû hemwelatiypên me yên di tûra yekemîn de neçûn ser sindoqan ew e ku biçin ser sindoqê, sindoqan biparêzin û bi îradeya xwe vê rejîma qesrê biguherînin. Em bi hev re bawer bikin û bi hev re biguherînin.” 
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin