Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike

img
WAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Wanê di hevdîtina bi gel re de axivî û têkildarî hilbijartina 28’ê Gulanê wiha got: “Dê gelê kurd di hilbijartinê de tişta pêwîst bike. Gelê me di daxwazên xwe de jidil e, di sekna xwe de micid e û em ê encamên van tevan jî bibînin.” 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenter Berdan Ozturk û parlamenterên Partiya Çepên Kesk li Wanê bi rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên civakê, alimên olê û karmendan re civiyan. Hevdîtin li eywaneke dawetan hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn. 
 
‘EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN’
 
Hevseroka DBP’a Wanê Şengul Polat di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Gelê me deng û vîna xwe di hilbijartinan de nîşan da. Lê hêj bi dawî nebûye û dê gelê me di tûra duyemîn de jî ji bo paşdexistina faşîzmê tişta ji dest tê bike. Dê bersiva herî baş gelê me bide kesên vîna me nas nakin. Her wiha gelê me dê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tişta ji dest tê bike.” 
 
‘YA GIRÎNG BERJEWENDIYÊN GELÊ KURD IN’ 
 
Piştre jî endamê Komîsyona STK’ê ya HDP’ê Abdullah Zeydan axivî û ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinan de kêmasiyên me çêbûn lê tişta dikeve ser milê me ew e ku van kêmasiyan ji holê rakin. Niha hem li ser hemû saziyên me û hem jî li ser tevahiya gelê me polîtîkayeke zextê ya giran heye. Lê gelê me serî li ber vê zilm û bêedaletiyê netewand û her tim li ber xwe da. Gelê me ev berxwedane bi saya kedeke mezin heta îro anî. Em niha di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û divê her kes, kesên dengê xwe nedayîn me qaneh bike û bibe ser sindoqê. Divê em ne berjewendiyên şexsî, malbatî û eşîrtiyê lê berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd esas bigirin. Bi vî awayî em dikarin bi ser kevin. Yekitiya me ji her tiştekî girîngtir e. Aştî jî bi yekitiyê dibe. Weke gelê kurd mafê me heye ku li ser vê xakê bi ziman û çanda xwe bijîn. Erê rast e em di serdemeke zehmet de derbas dibin lê em ê pêşî li ber faşîzmê bigirin. Gelê me dê di 28’ê Gulanê de faşîzmê têk bibe û bi ser keve. Dayikên me yên 80 salî, siyastemedar û girtiyên nexweş hene. Divê em ji bo wan bixebitin.” 
 
‘TÊKOŞÎN DÊ BIDOME’
 
Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Dîba Keskîn jî wiha axivî: “Divê tu caran çoka me nelerize û hêviya me neşikê. Heta ku em dilwêrek bin dê teqez bi ser kevin. Em kurd in û jiyana me tevek bi berxwedanê derbas bû. Em ê dilsozên dîroka xwe bin û têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘GELÊ ME RÊYA 3’YEMÎ HILBIJART’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî hilbijartinên 14’ê Gulanê bi bîr xist û wiha got: “Ev îktîdar hewl dide li her çar parçeyên Kurdistanê jî kurdan bêîrade bike. Her wiha Erdogan polîtîkaya tunekirina kurdan meşand û li Kurdistanê şerekî mezin dest pê kir. Xelkê me hate qetilkirin, gelê me xistin zindanan û êrişî Rojava kirin. Ev 8 sal in vî şerî bênavber didomînin û dibêjin ku dengê me ketiye. Ev yek bêexlaqî ye. Dengên me neketin. Cihê ku gelê me lê disekine û diparêze heman cih e. Gelê me Rêya 3’yemîn a birêz Ocalan pêşniyar kirî hilbijart û peyama xwe da hemû cîhanê. Gelê me li ser sindoqê helwesta xwe bi eşkereyî nîşan da. 
 
GELÊ ME DÊ DIJMINÊ KURDAN TÊK BIBE 
 
Di şerê qirêjî yê li dijî kurdan de pereyekê pir mezin tê xerckirin. Li dijî her kesên dibêjin demokrasî û azadî şer dikin. Niha jî êrişî Mexmûrê dikin. Tekane sedema vî şerî zîhniyeta Erdogan e. Heke Erdogan biçe dê aştî were û aborî jî baştir bibe. Lewma gelê kurd dê di hilbijartina 28’ê Gulanê de li dijî dijminên xwe tişta pêwîst bike. Gelê me teqez dê bi ser keve. Gelê me di daxwazên xwe de jidile, di sekna xwe de micide û em ê encamên vê bi hev re bibînin.” 
 
Piştî axaftinan jî civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin