Mele Hecî Kadah: Herin ser sindoqan û li dijî zilmê rabin

  • rojane
  • 09:15 26 Gulan 2023
  • |
AMED - Endamê Komeleya Meleyên Amedê Mele Hecî Kadah têkildarî hilbijartina 28 Gulanê got: “Banga me ji mirovên me ew e ku bila li dijî vê zilmê biçin ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin.”
 
Di hilbijartina dîrokî ya Tirkiyeyê de bala hemû kesî li ser tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ye. Ji bo tûra duyemîn hem ji aliyê desthilatê hem jî ji aliyê muxalefetê nêzîkbûna li dijî penaberan, meseleya kurd û hem jî îstismarkirina dîn dibe cihê bertekan. Nemaze jî nêzîkatiya desthilatê ya di vî warî de dibe cihê bertekên mezin. Endamê Komeleya Meleyên Amedê Mele Hecî Kadah, têkildarî mijarê axivî.
 
‘DENGÊ XWE NEDIN KESÊN KU ZIMAN Û NETEWEYAN ÎNKAR DIKIN'
 
Kadah da zanîn ku desthilata heyî behsa îslamê û Xwedê dike, lê lê di pratîka wan de ev tişt nîn e. Kadah destnîşan kir ku ew ber bi hilbijartinê ve diçin û bang kir ku kes dengê xwe nede kesê ku ziman û neteweya gelekî înkar dike û wiha got: “Em ji mirovên xwe re dibêjin, tenê nimêj îmanê çênake. Ayetekî wisa tune ye. Di Quranê de dibêje ku ew kesên bêyî hiqûq nimêj, rojî, hec û zikat bike îmana wan qels e. Kengî hiqûq û mafên mirovan bi nimêj, rojî, hec ve hat zikirkirin, wê çaxê Rebê Alemê dibêje ji we re bihûşt heye û îman ev e. Misilmanetî bi nimêj, hec û zikatê ve sînordar nîn e û ev tişt bi hiqûqê ve bi hev re dibe misilmanetî, îman û dîndarî. Mirovên me yên ku şêx in, mele ne, dersan didin, şaşik û ruyên wan hene dibêjin ku ‘Em ê dengê xwe bidin ev kesê ku desthilat e.' Li gorî Qûranê, deng dayîna vî kesî li hember Xwedê sûc e û ji emrê Xwedê derketin e. Ew mirovê ku zimanê xwe dixwaze helal e, heq e, lê ew kesên ku vî zimanî qedexe dike, mirovan diavêje girtîgehan bêheq e û heram e. Mirov, bi dengên xwe mirovê heram, helal dike û mazlûman jî heram dike. Li gor Qûranê, ji olê derketin li vir derdikeve holê. Kesên ku nimêj dike, nikare mafên mirovan binpê bike û heqê wan bixwe.”
 
‘JI BILÎ FIKRÊN XWE, YÊN KESÎ QEBÛL NAKIN’
 
Kadah bal kişand ser rêvebirina yekzilamî û da zanîn ku hewce ye li dora serok, rêber û mezinan civakek jî hebe û axaftina wiha berdewam kir: “4, 5, 10 heb bên ba hev, wê fikrên cuda bibêjin û navbera van tiştan bibînin. Her kes fikra xwe ya civakan temsîl dike tînin ba hev û bi yek civakê nameşin. Ev kes çi dike ev 20 sal e, qala anîna edaletê, aboriyê dike. Lê em ne di hiqûq û edaletê de ne jî ji hêla aboriyê ve pêş neketin. Dibêjin ‘Edalet ve Kalkinma’ lê edalet tenê ji wan re ye. Olekî wisa tune ye û mirovên ku vê fikrê dibêjin pir şaş in. Ji bilî mêjî û fikrên xwe, ya kesî qebûl nakin. Bawerî, netew çi dibe bila bibe komkirina fikrên wan û muzakereya di navbera wan de emrê Xwedê ye. Xwedê li dijî baweriyan, rengan, zimanan nîne. Xwedayê Alemê ev tişt serbest hiştine û xwedê tenê li dijî zilm û nebaşiyê ye. Xwedê dibêje ku bila çi kes zilmê neke û heke bike jî teqez li hember rabin. Xwedê dibêje heke hûn li hember dernekevin di roja qiyametê de hûn û zilimkar wê bi hev re bin.”
 
‘HEWCEYE LI DIJÎ ZILMÊ BÊ DERKETIN’
 
Kadah bal kişand ser bikaranîna çewt a olê û wiha axivî: “Ji ber çi em di vî halî de ne, ji ber ku ol berovajî kirine. Zilm û zordarî tiştek nebaş e, hewce ye em xwe ji wan tiştan dûr bigirin. Hewceye bi deng, dev, mal û wijdana xwe li dijî zilmê bê derketin. Hikmê Xwedê mafê mirovan e. Mirovên mazlûm, ji ber ku mafên xwe dixwazin tên kuştin, girtin. Çima? Çi kirine? Hema dibêjin 'teror teror û teror'. Xwedê di ayetê de diyar kiriye ku ‘Min we bi ziman û netew ji hev cuda çêkirine û hev nas bikin, alikariya hev bikin'. Xwedê dibêje ku mirovê herî qenc ew e ku hikmê Xwedê bi cih aniye. Ji aliyê hiqûqê ve li cem Xwedê yekî misilman, xirîstiyan, cihû û ateîst çi cudahî navbera wan de nîne.”
 
‘VÎ WELATÊ DEWLEMEND HEMÛ ŞÊLANDIN’
 
Kadah di dawiya axaftina xwe de wiha bang li gel kir: “Li diziyê, îftîra û derewan mêze bikin. Ev welatê dewlemend hemû şêlandin. Milet nikare biçe bazarê û zikê sebiyên xwe tije bike. Hê jî behsa îslamiyetê dikin. Meaşê hinekan 400, 200, 100 hezar e, lê yê hinekan jî 3, 5, 7 hezar e. Ku dera vê yekê îslam e? Banga me ji mirovên me ew e ku bila li dijî vê zilmê biçin ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin. Hinek mele hene ku pişta kesên înkara zimanan dikin, zilmê dikin digirin. Ev mele û şêx ji dîn derdikevin. Ji ber ku ola Xwedê li dijî neheqiyê û zilmê ye. Ji bo min tu cudahiya elewî, sûnî, misilman yan jî nemisilman nîne. Mirovekî bibêje ez ê hê zilmê bikim, talanê bikim, kurdên nebe alîgirê min bikûjim û ji holê rakim ez deng nadim wî. Ez ê dengê xwe bidim kesê ku bibêje em ê wekheviyê bînin." 
 
MA / Bazîd Evren 
 
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin