AKP’a ku li Agiriyê encameke li gorî dilê xwe negirt, firmaya tekstîlê girt

  • rojane
  • 10:00 26 Gulan 2023
  • |
img
AGIRÎ - AKP’a ku di hilbijartinan de li Agiriyê encamên jê hêvî dikir bi dest nexist, biryar da ku firmaya tekstîlê ya bi piştevaniya dewletê bi soza îstîhdamê ya ji bo 10 hezar kesan di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de vekiribû, bigire. 
 
Yeşîm Tekstîl, a bi piştevaniya dewletê di sala 2019’an de bi soza îstîhdamê ya ji bo 10 hezar kesan hate vekirin, piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê hate girtin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Şaredarê Agiriyê Savci Sayan ê fîrma vekiribûn, berata Hemwelatîbûna Fahrî ya Agiriyê dabûn rêveberê fîrmayê Şenol Şankaya. AKP’a ku di hilbijartinan de li Agiriyê encamên jê hêvî dikir bi dest nexist, dawî li karê 700 karkeran anî fîrma girtin. Fîrmayê nivîsek ji xebatkarên xwe re şand û wiha got: “Ji ber biryara ku Lijneya Rêveberiya Şîrketê di 22’yê gulana 2023’yan de wergirtiyê li dijî kêmbûna sîparîşan a kargeha me û di asta hatiyê de sîparîş bi temamî qutbûne û bêîmkane ku karsaz vî karî bidomîne biryar hatiye dayîn ku xebatên hilberînê yên ŞÎRKETA SAN. Û TÎC. SMS KONFEKSIYON’ê bên bidawîkirin.”
 
‘GAVEKE JI BO HILBIJARTINÊ BÛ’ 
 
Berfîn Ozturk a nêzî 2 sal in li Yeşîm Tekstîlê dixebitî, anî ziman ku firmaya di hilbijartinên sala 2019’an de hate vekirin dîsa di serdemeke hilbijartinê de hate girtin û wiha got: “Kargeh dîsa wê demê beriya hilbijartinê di bin navê projeya walîtiyê de hate vekirin û bi teşwîqê piştgiriya wê hate kirin. Gaveke ji bo hilbijartinê bû û li gorî min ji ber karê wan bi kargehê qediya, piştgiriya xwe paş ve kişandin û xwediyên fîrmayê tenê hiştin.”
 
Ozturk, bal kişand ku li bajêr bêkariyeke mezin heye û wiha axivî: “Li Agiriyê ji ber polîtîkayên dewletê sewalkarî û çandînî qediya ye. Mirov hatine ku êdî nikarin hilberînê bikin. Gelekan ji me hêvî ji van kargehan dikir lê niha ev der dê di 23’yê hezîranê were girtin. Em nizanin ka em ê çi bikin. Derfetên min nînin ku ji Agiriyê biçim divê ez li vir bimînim lê li vir derfet nînin û ez nizanim ez ê çawa jiyana xwe bidomînim. Berê em li zeviyan dixebitîn, lê niha ji ber çandînî nema ye, zeviyên ku em bixebitin jî nemane.”
 
‘AKP’Ê JI BO DENGAN KOM BIKE SEKINÎ’ 
 
Ozturk, da zanîn ku fîrma bi piştgiriya walîtiyê dixebitî û wiha beredewam kir: “Bûyer têkildarî AKP’ê ye ji ber walîtî weke AKP’ê ye. AKP’ê ev rêbaz ji bo ji bajêr dengan kom bike meşand. Piştgirî û teşwîqên didan fîrmayê piştî hilbijartinan hatin birîn. Dûrbûna bajêr a ji madeyên xam, benderan û bihabûna veguhastinê jî şirket xiste tengasiyê û şîrket hate girtin. Piştî ku AKP’ê deng girtin gotin di cih de be pratika ‘cehnema te kirî’ meşand. Ev fîrma bi polîtîkaya AKP’ê hate vekirin, piştî ku dengên xwe wergirtin jî fîrma tenê hiştin.”
 
‘ŞAREDARIYÊ DESTÛRÊN HEWCE NEDAN’
 
Ozturk, bi lêv kir ku tevî piştgiriya fîrmayê hate birîn jî demekê hewl da hilberînê bike û wiha pê de çû: “Karsazê me xwest razemeniya xwe biparêze û hilberîna xwe bidomîne. Ji ber vê yekê jî da beşên çapxaneyê û birînê veke û hilberîna xwe bidomîne lê şaredariyê destûrên hewce nedanê. Tevî ku şaredariyê ruhset neda ji karsaz jî bertîl xwest. Şaredar Savci Sayan bi awayekî aşkere ji gelê Agiriyê re got ‘heke rüşvet neyê dayîn ruhset jî nîne’. Qasî ku em dizanin karsaz ev yek ji Navenda Giştî ya Agiriyê re ragihand lê tu bersiv negirt. Hikumetê cezakirina me hilbijart. Ji xwe teşwîq û piştgirî paş ve hatibûn kişandin. Piştî ku ruhset jî nehate dayîn fîrma neçar ma were girtin.”
 
‘GEFÊN KU ‘AKP WINDA BIKE..’ 
 
Mehmet Çîçek ê anî ziman ku bi ser Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKÛR) di fîrmayê de dest bi kar kiriye jî wiha got: “Piştî ku li Agiriyê Kiliçdaroglû dengekî bilind wergirt û Partiya Çepên Kesk 3 wekîl qezenckirin, girtina firmaya me hate paşguhkirin. Dixwazin fîrma were girtin û bajêrê me feqîr bimîne. Fîrma îdia dike ku zirar dike lê em li Agiriyê di asta hilberînê de di rêza duyemîn de ne. Bi zanebûn me bêkar dihêlin. Li vir êdî deriyekî me yê nan nema. Beriya hilbijartinê jî dihate gotin ku heke AKP winda bike dê kargeh bên girtin, AKP’ê winda kir û kargeh hatin girtin. Ji bo me ne girîng e kê qezenç kiriye, em karker in û em naxwazin bi keda me re bê leyîstin.”
 
MA / Bêrîvan Kûtlû
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin