Operasyonên hilbijartinê yên AKP’ê: Herî kêm 177 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 10:39 26 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê, li bajarên ku Partiya Çepên Kesk dengekî zêde lê girtî herî kêm 177 kes hatin binçavkirin. 
 
Îktîdara AKP-MHP’ê ku piştî hilbijartina serokkomariyê bo tûra duyemîn mayî kete nava hewldanê, zexta xwe ya li ser hilbijêrên kurd didomîne. Li bajarên ku ji bo Partiya Çepên Kesk û namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû deng zêde derketin li ser hev operasyonên binçavkirinê tên kirin. 
 
Di nava kesên tên binçavkirin de endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hene û ev yek weke zexta li sre vîn û sindoqê tê nirxandin. Bi taybet jî piştî ku wezîrê karên hundir û parlamenterê AKP’ê Suleyman Soylu hedef nîşan dayî, bêyî ku delîlek hebe gelek hilbijêr tên krîmînalîzekirin. Her wiha operasyonên rêveberên AKP’ê yên li bajarên Kurdistanê yên ji bo Kiliçdaroglû zêde deng derketin berdewam in. 
 
Di vê pêvajoyê de operasyona ewilî di 22’yê gulanê de hate destpêkirin. Bi ser pîrozbahiyên Newrozê re 2 meh derbas bûn lê tevî vê yekê jî di çarçoveya operasyona navenda wê Enqere de li 5 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin û 19 kes hatin binpçavkirin. Li gel endama Meclisa Partiyê (PM) a HDP’ê Bedriye Irmak, endamên HDP’ê hatin binçavkirin û bi “propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Dema binçavkirina wan hate dirêjkirin û hêj niha jî li emniyetê tên ragirtin. 
 
BI SER TUAY-DER A ÇUKUROVAYÊ DE GIRTIN
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de polîsan di 23’yê gulanê de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi ser 28 navnîşanan de girtin. Di encama serdegirtinan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (TUAY-DER) û xizmên girtiyan jî di nav de bi giştî 27 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “alîkariya madî dane girtiyan” hatin tawanbarkirin. 
 
Di vê çarçoveyê de hevjîna xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu (ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin), Şemsê Bagdû jî di nav de bi giştî 12 kesên li Edeneyê di heman rojê de hatin berdan. Karûbarê îfadegirtinê yên binçavkiriyên Mêrsînê jî hêj li emniyetê berdewam e. 
 
RÊVEBERÊN HDP’Ê YÊN MÊRDÎNÊ DI BIN ÇAVAN DE NE
 
Leşker û polîsan di sersibeha 23’yê gulanê de li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina li gundê Menderê yê Nisêbînê de Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û Firat Demîr hatin binçavkirin. Di serdegirtinên li Qoserê de jî Hevserokê DBP’a Qoserê yê berê Mahmût Damar bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hate binçavkirin. Kar û barên îfadegirtinê yên 13 kesên bi heman îdiayan hatin binçavkirin ên li emniyetê didomin. 
 
ROJNAMEGER DI BIN ÇAVAN DE NE
 
Di heman rojê de dema Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ji bo îfadedayînê çû Qereqola Polîsan a Peyas a Amedê û hate binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 25’ê nîsanê de bi awayekî hemwext li 21 bajaran bi ser malan de hate girtin û rojnameger jî di nav de bi giştî 191 kes hatibûn binçavkirin û rojnameger jî di nav de zêdetirî 50 kes hatibûn girtin. Çelîk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hate binçavkirin û rojek piştre bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hate berdan. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) jî di 23’yê gulanê de dema ji Almanyayê vedigeriya li Balafirgeha Amedê hate binçavkirin. Rojek piştre sewqî edliyeyê hate kirin û hate berdan. 
 
Nûçegihanê ajansa me Delal Akyuz jî li Îzmîrê bi hinceta dosyayeke di demên berê de jê hatibû darizandin û cezayê hefsê lê hatibû birîn hate binçavkirin. Akyuz, bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê hate binçavkirin, di 24’ê gulanê de sewqî edliyeyê hate kirin û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hate berdan. 
 
LI TEKÎRDAGÊ 30 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Her wiha di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de polîsan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de 4 jê ji Çanakkaleyê, bi giştî 30 kes hatin binçavkirin. Hevserokê HDP’a Çanakkaleyê Omer Faruk Kiriç, rêveberên HDP’a bajar Seza Buyukkiliç, Turgut Haskan û Hevserokê DBP’a Bajar ê berê Veysel Kutluay li Çanakkaleyê hatin binçavkirin. Li Edîrneyê jî Rêveberê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) ê Navçeyê Mehmet Akyurek û endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên welatiyên hatin binçavkirin hêj berdewam e. 
 
Di roja 24’ê gulanê de îcar di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî kongreya Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de 8 kes hatin binçavkirin. Merve Oguz a li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan û yên din jî ji bo karûbarên îfadegirtinê derbasî Amedê hatin kirin. 
 
SEROKÊ SENDÎKAYÊ Û MALBATA WÎ HATIN BINÇAVKIRIN
 
Di heman rojê de Serokê Giştî yê Şaxa DÎSK Genel-Îş a Mêrdînê Rahmî Guneş, hevjîn û zarokên wî jî di nav de bi giştî 24 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê jî xebat û çalakiyên siyasî yên di sala 2014’an de hate nîşandan. Welatî piştî karûbarên îfadegirtinê hatin berdan. 
 
LI GELEK BAJARAN BINÇAVKIRIN
 
Di 24’ê gulanê de li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Hezex a Şirnexê de 6 kes hatin binçavkirin. Welatî niha li midûriyeta emniyetê ya navçeyê tên ragirtin lê sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de, li Dîlokê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ê Dîlokê Abdurrahman Elmas û Cengîz Uslu, Mûrat Basut û Bayram Ayhan hatin binçavkirin. Binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê hatin kirin. Li Êlihê jî 3 welatî hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de deriyên malan hatin şikandin û welatî hatin derbkirin. Welatî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê tên ragirtin û kirariyên wan didomin. 
 
RÊVEBERÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK HATIN BINÇAVKIRIN
 
Li Manîsayê jî di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de Rêvebera Partiya Çepên Kesk a Sarûhan a Manîsayê Gulsum Tozan, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayşe Karagoz û keça Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn a bi navê Kardelen Çetîn hatin binçavkirin. Binçavkirî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin û kirariyên wan ên li emniyetê berdewam in. 
 
MUZÎKJEN HATIN BINÇAVKIRIN
 
Bi hinceta ku beriya hilbijartina 14’ê Gulanê li Îzmîrê tev li vekirina bûroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bûne, muzîkjen jî di nav de bi giştî 11 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 5 jê piştî karûbarê îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan û ji bo dosyaya 6 kesan de jî biryara bisînorkirinê hate dayîn û hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin. Kirariyên her 6 binçavkiriyan ên li emniyetê berdewam in. 
 
LI COLOMÊRGÊ BI SER 57 MALAN DE HATE GIRTIN
 
Herî dawî jî polîsan di saetên serê sibeha 25’ê gulanê de li Colemêrgê bi ser 57 malan de girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 24 kes bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî polîs û cendirmneyan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Abdurahman Polat û Denîz Karayurek hatin binçavkirin. Têkildarî sedema binçavkirinê agahiyek nehat parvekirin. Binçavkirî ji ewil birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û piştre jî derbasî ya bajar kirin. 
 
LI RIHAYÊ DERHEQÊ 33 KESAN DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN
 
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 19 jê parêzer bi giştî derheqê 33 kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Parêzer Sumeyye Koç, Nahîde Polat Aslan, Muslum Saraçoglû, Mehmet Alî Aslan, Fazîlet Taştan, Ayşe Şehrîban Demîrel, Sevda Çelîk Ozbîngol, Gîzem Dîlara Înal Gulhan, Hîdayet Enmek, Alî Arslan, Mûstafa Gongen, Dîlan Demîr, Serhan Paydaş, Hevserokê ÎHD’a Rihayê parêzer Mûstafa Vefa, Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş, Hevserokên OHD’a Rihayê Meral Halat û Îbrahîm Halîl Oyke û 3 parêzerên navên wan nehatin zanîn, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, Garîp Yeşîl, Parlamenterê HDP’ê yê berê Nûsretîn Maçîn, Hevserokê HDP’a Eyyûbiyeyê Emîn Tutal û Îbrahîm Halîl Alpay, Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Sema Aîşeoglû, Memduh Kizgît, Atîlla Yazar, Endamê MYK’a ÎHD’ê Cemal Babaoglû, Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Bulut Ezer, Hevserokê Şaxa SES’ê Salih Karataş, Mehmet Sidki Dehşet û Salih Canbeylî jî di nava van kesan de ne. 
 
DERHEQÊ KESÊN TEV LI 1’Ê GULANÊ BÛN DE LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN 
 
Lêpirsîna din jî derheqê 7 kesên tev li pîrozbahiya 1’ê Gulanê bûn de hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “Di navbera gel de kîn û dijminatiyê belav dikin û gel biçûk dixin” derheqê Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş, Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, parêzer Bulent Aşa, parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê Mahmut Bînîcî, rêveberê Şaxa Odeya Bijîşkan a Rihayê Kemal Yuksekkaya û Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Mahmût Çoban de de lêpirsîn da destpêkirin.
 
MA / Tolga Guney 
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin