Parêzer Yilmaz: Divê muxalefet ji bo girtiyên nexweş bi wêrekî tevbigere

  • rojane
  • 10:02 27 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku astengiya herî mezin a li ber neberdana girtiyên nexweş ATK ye û got ku divê partiyên muxalefetê jî ji bo girtiyên nexweş bi wêrekî tevbigerin. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî hemû bangawaziyên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê û xizmên girtiyan jî, girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Di 20'ê Kanûna 2022'yan de Qorgeneral Vûral Avar ê ji Doza 28'ê Sibatê girtî û cezayê muebedê lê hatibû birîn, di Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa F'yê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Avar desthilatê di 3'yê çileyê de ji bo girtiyên nexweş ên nexweşînên wan ên kronîk, ên seqet û yên extiyar giştînameyeke ji 8 xalan pêkhatî weşand. 
 
Çendî ev giştîname hat weşandin jî girtiyên nexweş nehain berda, lê "berprisê leşkerî" yê Hîzbullahê Mehmet Emîn Alpsoy û Îlhan Kiliçê 87 salî yê ji Doza 28'ê Sibatê girtî ji ber temenê xwe yê mezin û Kenan Denîz ê 75 salî jî ji ber seqetiya xwe û girtiyê edlî Osman Kartal ê 9 sal û 46 meh û 24 roj ceza lê hatibû birîn bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hatin berdan. 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Parêzer Ercan Yilmaz, bertek nîşanî vê cotstandardiya li dijî girtiyên nexweş da. 
 
‘DIVÊ EPRGALA ATK'Ê BÊ GUHERANDIN'
 
Yilmaz anî ziman ku bi giştînameya Wezareta Dadê re têkildarî berdana girtiyên nexweş atmosfereke xweşbîn hatiye afirandin, lê wan hê ji roja ewil ve rexne kiriye ku giştîname ne giştînameyeke têrbar e. Yilmaz destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş ewilî divê pergala ATK'ê bê guherandin û got: "Hê jî raporên nexweşxaneyên tam teşekulî ji bo berdana girtiyên nexweş esas nayên girtin. Gava nexweşxane rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' dide girtiyan, ji bo piştrastkirina wê li benda ATK'ê tê sekinandin ku raporekê amade bike. Bi vê re wext dirêj dibe û ATK jî bêalî tevnagre. Mînaka herî baş rewşa Aysel Tûglûkê bû. Lewma divê pergala ATK'ê bê guherandin û raporên nexweşxaneyan esas bên girtin." 
 
COTSTANDARDÎ
 
Yilmaz bilêv kir ku di raorên ATK'ê de û karbidesiya efûya taybet a serokkomar de li sûcê girtiyan tê nêrîn û li gor sûc biryar tê dayîn. Yilmaz berdana "berprisê leşkerî" yê Hîzbullahê Mehmet Emîn Alpsoy bibîr xist û wiha domand: "Ger kes ji rêxistinên îslamî girtî be, em dibînin ev kes li ATK'ê bêtir xwedî tolerans in." 
 
Yilmaz diyar kir ku sedemeke neberdana girtiyên siyasî yên nexweş jî konjuktura siyasî ye û wiha got: "Gava em li girtiyên nexweş ên ku ATK raporê nade wan û sûdê ji karbidestiya efûya taybet a serokkomar nagirin mêze dikin, em dibînin ku ev kes ji ber ku ji tevgera siyasî ya kurd in nayên berdan." 
 
‘DIVÊ MUXALEFET WÊREK BE'
 
Yilmaz ji bo berdana girtiyên nexweş îşare bi piştgiriya partiyên siyasî kir û got: "Ev tiştekî di ser bîrdoziyan re ye. Bi guherandina konjuktura siyasî re atmosfera siyasî jî nerm bibe, lê berî her tiştî divê partiyên muxalefetê di vî warî de bi wêrekî tevbigerin. Gava mafê tenduristiyê yê girtiyan diparêzin, divê di warê hicneta girtinê de duduilî nebin. Ev peywira sereke ya herkesî ye. Lewma di pêvajoyeke ev qasî çewisîner de mijara girtiyên nexweş, mijareke gelek girîng e û divê daxilî rojeva desthilatê jî bê kirin."
 
MA / Cengîz Ozbasar - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin