Wesyeta Dayika Gulê ya dawî bû têkoşîn

  • rojane
  • 10:28 27 Gulan 2023
  • |
img
DÎLOK - Dayika Gulê ya kurdan ku di 30 salên dawî yên temenê xwe de li ber xwe da, dema jiyana xwe ji dest da wesyeta wê ya dawî bû têkoşîn. 
 
Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş a dayika Gulê ya kurdan ku di tevahiya temenê xwe de bi zext û zordariya dewletê re rû bir û ma, piştî têkoşîna bênavber a 30 salan di 22’yê gulanê de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 80 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Alagaş, bi tevlibûneke girseyî li Goristana Yeşîlkent a navçeya Şahînbey a Dîlokê hate veşartin. 
 
Alagaş, a li gundê Erkendî ya navçeya Berwarî ya Sêrtê hate dinê û li heman gundî zewicî di sala 1993’yan de bi zexta dewletê koçî Edeneyê kir. Alagaş a li Edeneyê têkoşîna xwe domand, li Cûdî û Newala Qesaba tev li meşan bû. Lawekî Alagaş ê tev li PKK’ê bû, di sala 1999’an de ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da lê cenazeyê wî nehate dîtin. Alagaş a tevli çalakiyên mertalên zindî jî bû, li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û neçareserkirina pirsgirêka kurd gelek caran kete çalakiya greva birçîbûnê. Alagaş, herî dawî di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê di êrişa bombeyi ya DAIŞ’ê de ji lingê xwe birîndar bû. 
 
ZEXTA DEWLETÊ 
 
Keça Alagaşê, Hediye Alagaş anî ziman ku dayika wê hem zarokên apên wê hem jî zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kirine. Alagaş, da zanîn ku piştî kekê wê tev li PKK’ê bû dayika wê gelek zehmetî kişandin, dewletê bi ser gundê wan de girt, jê re digotin “Em 20 rojan didin we, ji gund derkevin” û vegot ku bêyî 20 rojan jî musade bikin ji gund hatin derxistin. Alagaş, anî ziman ku leşkerên dihatin gund ji bo birayê wê digotin ‘em ê bikujin” û wiha got: “Dayika min derî girt, leşkeran derî şikand. Dayika min di nava wê rezaletê de birayê min ji nava leşkeran kişand. Gundê me şewitandin. Dayika min pezê xwe girt û bi rê ket. Heta gundên li derdora Sêrtê çû. Li Sêrtê pezê xwe firot. Pişt re çû Edeneyê. Kekê min beriya dayika min mala xwe biribû Edeneyê. Piştî ku dayika min pezên xwe firotin got ‘ez ê bikevim pey zarokên xwe yên din’ û vegeriya gund. Lê dema dît ku kes li gund nemaye careke din vegeriya Edeneyê. Dayika min gelek zehmet kişandin.”
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ Û MERTALÊN ZINDÎ
 
Alagaş, diyar kir ku piştî ku çûn Edeneyê kekê wî tev li PKK’ê bû û dayika wî dû re biryar da ku bibe Dayika Aştiyê û wiha berdewam kir: “Piştî ku dayika min hate vê derê bi wê pîratiya xwe kete çalakiya greva birçîbûnê. Dem ali girtîgehekê çalakî çêdibû dayika min diçû ber wê girtîgehê. Em çûn Girtîgeha Kurkçulerê, cendermeyan êrişî me kirin. Dayika min di nav destê cendermeyan de ma, bi copan êriş kirin. Me got ‘dayê were 2 ciwanên me girtin’. Dayika min çû her 2 ciwan ji nav destên wan derxist û anîn. Dema digotin ‘Divê dayik bibin mertalên zindî’ ewilî dayika min çû xwe weke mertala zindî nivîsand. Li Cûdî, li Şirnexê, li gundên derdora Şirnexê ma. Li wan deran her tim bû mertala zindî. Carekê hatin binçavkirin. Dayika min berdan, gotin ‘em hevalên wê bernadin’. Dayika min got ‘heta hûn hevalên min û van ciwanan bernedin ez ji vir dernakevim’. Dayika min berdidin, lê dernakeve. Pişt re ew jî hevalên wê jî hatin berdan.”
 
TIŞTÊN DI RÊYA AMARAYÊ DE QEWIMÎN
 
Alagaş, dema ji bo rojbûna Abdullah Ocalan çûn gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê, tiştên jiyan wiha vegotin: “Em ji bo Meşa Amarayê çûn. Li Osmaniyeyê em sekinandin. Nasnameyên me hemûyan wergirtin û pişt re dîsa paş ve dan. Nasnameya yekê di destên wan de ma. Dayika min got ‘Nasnameya kê wergirtin, weleh wê bigirin.’ Dû re hatin cem dayika min û ew birin nezaretxaneyê. Dema mele bang dide dayika min dibêje ez ê nimêj bikim. Leşkerekî paye bilind ji dayika min re dibêje ‘Tu misilman î?’. Dayika min jî ji wan re wiha dibêje ‘Şukur ez misilman im lê hûn ne misilman in. Heke hûn misilman bûne, ez dayik im, pîr im, we ez nedianîm ne dixistin vê derê. Min çek negirtî ye û neçûme şer. Em aştiyê dixwazin.’ Dayika min şevekê li wir ragirtin, roja din berdan. Di 15’ê nîsanê de li Edeneyê 350 kes binçavkirin. Ketin nava me dest û serên me hin kesan şikandin. Pêhn li lingê dayika min dan. Di lingê dayika min de helîna hestî çêbû. Dewletê gelek heqaret li dayika min kir.”
 
‘ÇALAKÎ BÊYÎ DAYIKA MIN NEDIBÛ’ 
 
Alagaş, anî ziman ku dayika wê ya di Komkujiya Gara Enqereyê de ji lingê birîndar bû, heta jiyana xwe ji dest da bi perçeyên şarapnelê jiya û têkoşîna wê wiha vegot: “Piştî wê teqînê dayika min her tim nexweş bû. Saçma di lingê wê de bûn. Kekê min, pismamê min, tiyê min… ji malbatê 7 kes bi hev re çûn çiya. Me tenê cenazeyê yekê karî veşêrin. Dayika min êşa wan dît. Li dora ciwanan geriya. Rojên ku çalakî hebûn bêyî dayika min nedibû. Dema ciwanek diçû çalakiyê ew ji nava polîsan derdixistin. Digot ‘hemû zarokên diçin çiyê zarokên min in’ Dayika min heta Başûr, Besta çû. Cihekî ku dayika min lê negeriya nema.”
 
YEKANE ARMANCA DAYIKA WÊ AŞTÎ BÛ
 
Alagaş, da zanîn ku dayika wê ya yekane armanca wê aştî bû wiha digot ‘Bila ne dayikên leşkeran ne jî dayikên polîsan bigirîn. Ha dayika leşkeran giriya ha ez giriya me ji bo min ferq nake. Bila ev şer bisekine, bila dayikên leşkeran jî em jî negirîn” û anî ziman ku dayika wê ji bo aştî û edaletê têdikoşiya û ji bo her ciwanê jiyana xwe ji dest da cuda cuda xemgîn dibû û digiriya. Alagaş, diyar kir ku roja ew çûne Edeneyê heta niha tenê dayika wî nekariye derkeve derve û got: “Ew her tim di nava ciwanan de bû, aştî dixwest. Dayik, şer û mirinê naxwazin. Aştiyê dixwazin. Dayika min belku 10 mirov ji ber panzere wergirtine. Carna me digot ‘Dayê tu çawa diçî?’ Digot ‘Keça min ez nikarim wan bihêlim.”
 
‘EM Ê DI RÊYA DAYIKA MIN DE BIÇIN’ 
 
Dayika min ji heqaret û zilmê nefret dikir, ji aştiyê û ciwanan gelek hez dikir û wiha pê de çû: “Ruhê wê ciwan bû, aştîxwaz bû. Tenê ne zarokên dayika min ên wê bûn. Zarokên herkesê yên wê bûn. Dayika min ji herkesê pir hez dikir. Tiştek bi ciwanekî ku qet nasnekiribûya bibûya dayika min ji bo wan xwe dikuşt. Belku kes bawer nake lê dayika min hem ji bo me hem ji bo gelê xwe milyaket bû. Digot ‘Ez dayika aştiyê me. Ez ê bigerim ez li cihê xwe narûnim.’ Dayika min gelek tiştên xweş hînî me kirin. Dayika min di kîjan rêyê de çû be em jî dê di wê rêyê de biçin.”
 
WESYETA DAWÎ YA ALAGAŞÊ
 
Alagaş, a got “Ne tenê dayika me bû dayika gelê kurd bû” diyar kir ku her tim armanca dayika wê aştî bû û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bila zarokên me neyên kuştin, dayik negirîn. Ji xwe zarokên wezîran naçin, zarokên feqîran diçin. Bila leşker jî neyên kuştin.’ Dayika min her tim digot ‘Heke ez bimirim jî li tiştên ez dikim binêrin, di rêya min de biçin. Heke hûn bi min re nemeşin hûn li gel min ne rast in. Min çi xebat kiribe hûn jî wê bikin’. Heta ku em bijîn û dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê di rêya wan de biçin. Wesyeta dayika min ev e.”
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin