Faîlên Orhanan ev 29 sal in nehatine darizandin

  • rojane
  • 14:05 27 Gulan 2023
  • |
img
AMED/ÊLIH - ÎHD û Xizmên Windakiriyan ên Amedê faîlên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên li Pasûrê hatin qetilkirin û windakirin û li Êlihê jî aqûbeta Îsmaîl Agaya pirsîn. 
 
Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan a bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 746’an de jî berdewam kir. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de beşdaran wêneyên windakiriyan hilbijartin. Xizmên windakiriyan û rêveberên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û got ku li Tirkiyeyê dewlet bi awayekî eşkere tundiyê dike. Zeytûn, piştre bal kişand ser hilbijartina serokkomariyê û got ku ji bo guherandina pergala hiqûqê ya tundiya dewletê rewa dike sibe biçin ser sindoqan. Bi domdarî Zeytûn bal kişand ser zextên li ser Dayikên Şemiyê û ev tişt anî ziman: “Mixabin Qada Galatasarayê bû qada zextan. Êrişên li dijî dayikan tên kirin derhiqûqî ne. Tevî biryara AYM’ê jî destûr nayê dayîn û tundî li dayikan tê kirin.” Zeytûn, piştre jî bal kişand ser Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê û wiha bertek nîşan da: “Tevî gelek delîlan jî hemû bersûc hatin beraetkirin. Ev tê wateya parastina tundiyê û domandina wê. Tekoşîna me ya li dijî vê bêhiqûqtiyê dê bidome.” 
 
‘JI HÊLA HÊZÊN TARÎ VE HATIN QETILKIRIN’
 
Piştre jî ji Xizmên Windakiriyan Adnan Orhan axivî û çîroka windakirina bav, ap û pismamê xwe vegot. Orhan, got ku hemû hewldanên wan bêencam mane û wiha domand: “Me hestiyên bav û apê min bi salan piştre di gora komî de dîtin. Gelek kes hatin windakirin û xelk li hestiyên xizmên xwe digerin. Me got hema parçeyeke hestî jî be em ê wergirin. Hêzên tarî ev kes revandin û qetil kirin.”
 
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên di 24’ê gulana 1994’an de li gundê Çaglayan ê Pasûr a Amedê hatin revandin û windakirin hate vegotin. Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahîr Saçakli serpêhatiya Orhanan xwend. 
 
MAL HATIN ŞEWITANDIN
 
Saçakli wiha qala serpêhatiya Orhanan kir: “Di 6'ê Gulana 1994'an de Yekîneya Leşkerên di bin Fermandariya Tugaya Bolu Komando Yavuz Erturk bi ser gundê Çaglayan a Pasûra Amedê de girtin. Gundî ji malên wan derxistin û li nava gund kom kirin. Hemû mal şewitandin. Piştî leşkeran xanî û gund şewitandin 3 roj destûr dan gundiyan ku gund terk bikin. Lê gundî çûn li dorê kon vedan û li konan bi cih bûn. Roja din Salîh Orhan û çend gundiyên din çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pasurê û xwestin heta çandiniyê xwe biçinin û kom bikin li gund bimînin. Fermandarê Cendirmeyan ê Pasûrê Ali Ergulmez destûr da heta paletiyê.  Malbata Orhan konên xwe li ber xaniyên xwe yên hatin şewitandin vedan. Leşkerên Fermandariya Komandayên Bolûyê di 24'ê gulana 1994'an de dîsa bi ser wan de girtin. Vê carê Selim ê 46 salî û Hasan ê 40 salî û Cezayir Orhan ên 17 salî binçav kirin û birin. Piştre hatin windakirin. 
 
Piştî lêgerîna salan cenazeyê Mehmet Selim û Hasan Orhan di sala 2003'yan de hatin dîtin. Lê cenazeyê Cezayir Orhan jî hêj ne diyar e. Em dixwazin aqûbeta Cezayir Orhan ê hêj 17 salî bû hat windakirin bê ronîkirin.
 
DMME’YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR 
 
Hinek şahidan got ku Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ji ewil li Qereqola Serîkê, piştre li Qereqola Cendirmeyan a Licê û herî dawî jî li Dibistana Navîn a Licê dîtine ku weke îşkencexaneyê dihat bikaranîn. Lê belê Serdozgerê Komarê yê Pasûrê di 8’ê hezîrana 1994’an de lêpirsîn dabû destpêkirin û bi hinceta ku navên wan di lîsteya binçavkirinê de nîne, biryara neşopandinê da. 
 
Hemû hewldanên malbata Orhan bêencam man û bi rêya parêzerên Şaxa ÎHD’a Amedê serî li DMME’yê dan. DMME’yê di 6’ê mijdara 2002’yan de ji ber windakirina Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan  di bin çavan de, Tirkiye mehkûmî dayîna tazmînatê kir. Di sala 2003’yan de hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Bacilar ê Pasûrê di goreke komî de hatin dîtin. Hêj niha jî tu agahî ji Cezayîr Orhan nehatine girtin. 
 
DOSYA LI BER DEMBORÎNÊ KET 
 
Hestiyên aydê Selîm û Hasan Orhan ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê li ser tespîta nasnameyê dikir, di 16’ê tîrmeha 2004’an de bi postayê ji Dozgeriya Pasûrê re hatin şandin. Lê dema malbatê ji bo definkirinê hestiyên xizmên xwe xwestî, jê re hate gotin ku hestî winda bûne. Piştî lêgerînên malbat û ÎHD’ê yên şeş salan, derket holê ku hestiyên aydê Orhanan li gel hestiyên şeş kesên din ên ji heman gora komî derketî li goristana bêkesan bi awayekî komî hatine definkirin. Her çend ku ji bo tespîtkirina faîlan û darizandina wan malbatê serî li dozgeriyê dabe jî, di dosyayê de lêpirsîneke bibandor nehat kirin û dosya li ber demborînê ket.” 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê di hefteya 582’yemîn de li serê Cadeya Gulistanê li ber Peykerê Mafên Mirovan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Rêveberên OHD, MEBYA-DER, TUAY-DER, Partiya Çepên Kesk, HDP û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta belavkarê rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya yê di 29’ê Gulana 1994’an de li Êlihê hat windakirin, hat pirsîn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê Abdurezak Katmaz diyar kir ku heta ku aqûbeta windayan bi encam bibe dê her li aqûbeta wan bipirsin û xwest kujer bên girtin. 
 
SERPÊHATIYA BELAVKARÊ ROJNAMEYÊ
 
Katmaz serpêhatiya windakirina Agaya xwend û wiha got: “Îsmaîl Agaya 20 salî bû, li Êlihê bi malbata xwe re dima. Belavkariya rojnameya Ozgur Ulke ku binpêkirinên mafên mirovan ên salên 90’î ji raya giştî radigihand, belav dikir. Şeva 29’ê gulana 1994’an ji bo biçe cem mala xizmek xwe ji malê derdikeve. Lê belê ne çû mala xizmê xwe ne jî carek din vegeriya malê. Dayika wî Mufîde Agaya li kurê xwe geriya. Cîranên wan jê re dibêjin ku ciwanek ji aliyê sê kesên sîleh bi wan re bû û cilên wan sivîl ve hat revandin û wî bi darê zorê xistin li otomobîlê siwarê kirine. 
 
SERLÊDANÊ MALBATÊ BÊENCAM DIMÎNIN 
 
Cîranan ser û çavê wan kesan baş nedîtine lê ciwanê ku hatiye revandin pantolonê kot û ceketê kot li serê hebûye. Dayika wî jî dibêje dema kurê wê ji mal derketiye heman cil li serê bûne û ev agahiya cîranan dayikê dixe nava fikaran. Malbatê û hevalên wî serî li qereqola polîsan dan. Xwestin Îsmaîl bên dîtin û berdan. Carek din agahî ji Îsmaîl nehat girtin. Dayika wî dibêje emrê min di ber lêgerîna lawê min de li qereqolan derbas bû.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin