Li Mêrsînê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê di sindoqê de bersivê bidin

  • rojane
  • 14:38 27 Gulan 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Bajêr ku girtina 7 kesan a li Mêrsînê şermezar kirin, anîn ziman ku wê di hilbijartina sibê de bi dayîna dengan bersivê bidin operasyonên siyasî yên hatin kirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê di 23’yê Gulanê de daye destpêkirin de bi hinceta ji girtiyan re bi ser Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) re pere şandine navenda wê Mêrsîn li 5 bajaran bi ser malan de hate girtin û 28 kes hatin binçavkirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kadrî Ezel, Cengîz Dere, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Yenîşehîrê yê Berê Emrah Denîz, Azad Taş ê ji sedî 85 astengdar, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Mêrsînê Mazlum Gok endamê MYK’a Partiya Çepên Kesk Mehmet Halîs Saykan û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê Mêrsînê Ozkan Yalçin hatin girtin. Rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Mêrsînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina 7 kesan şermezar kirin.
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Mêrsînê Alî Bozan û Perîhan Koca û gelek kes tev li daxuyaniya li ber avahiya HDP’a Mêrsînê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me çavtirsandî bikin” hate vekirin de girseyê her tim dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” berz kirin. 
 
‘EM IN ASTENG’ 
 
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku binçavkirinên bêhiqûqî yên li dijî partiya wan wê pûç bikin. Sariyildiz, diyar kir ku sedemê bingehîn ê hemû krîzên aborî, siyasî, civakî û çandî yên li Tirkiyeyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ye û wiha got: “Têkoşîna me ya bi biryar di siyaseta desthilatê de şikestinên mezin çêkir, xwebawerî hilweşand û planên ji bo diyarkirina pêşerojê amade kiribû xera kir. Ji ber vê yekê em dibin hedefa êrişan û rastî binçavkirin û girtinan tên. Ji ber ku em astengiya herî mezin a li pêşiya mayîndekirina rejîma otorîter, yekperest, kedxwar û mêtînger in.”
 
‘EM Ê DI SINDOQÊ DE BERSIVÊ BIDIN’ 
 
Sariyildiz, diyar kir ku wê dest ji têkoşîna Komara Demokratîk bernedin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku em armancên xwe yên siyasî pêk bînin û dawiyê li rejîma yek zilamî bînin em ê bi awayekî herî xurt têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di hilbijartina sibê de bi tevlibûneke xurt dengên xwe bidin û bersiva herî xurt em ê di sindoqan de bidin.”
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan jî anî ziman ku desthilata AKP’ê û MHP’ê daraz kiriye amûra lîstikên xwe yên siyasî û wiha got: “Her 7 hevalên me yên hatin girtin bi armanca mudaxilekirina hilbijartinên sibê bên kirin hatin girtin. Tevî van girtinan jî em li vir in û em ê xebatên xwe bidomînin.”
 
 

Sernavên din

30/05/2023
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin