Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin

  • rojane
  • 16:10 31 Gulan 2023
  • |
img

AMED - Cara 10’emîn daxwaza girtina yek ji tetîkkêşên Hîzbûllahê Cîhan Yilidiz ku tetîkkêşê cînayeta Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar e hate redkirin. 

 
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’yan de ji bo lêkolînkirina cînayetên kiryarnediyar çûbû Êlihê û bi heman awayî hatibû qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Sîncar, danişîna doza tetîkkêşê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz hate lidarxistin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo darizandina li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) biryara “Binpêkirina rêgeza darizandina adilane” dabû û li ser vê yekê tetîkkêş Yildiz hatibû berdan. Tetîkkêş Yildiz careke din hatibû darizandin û danişîna doza wî hate lidarxistin. Danişîn, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Tetîkkêş Yildiz bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Di danişînê de hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar û parêzerên malbatê Şaneşîn Aydin, Yunus Mûratakan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî di danişînê de amade bûn. 
 
Parêzer Şaneşîn Aydin di danişînê de îfade da û bi bîr xist ku bi ser jinûvedarizandinê re 10 meh derbas bûn û wiha got: “Lê ev 10 danişînin tu darizandin nehatine kirin. Bi ser mirina Sîncar re 30 sal derbas bûn. Lê tu darizandin nehatin kirin. Bersûc li gel hinek kesên din cînayet kirine û li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê darizandin. Dadgeh jî vê dozê dike mijara sekinandina vê dozê. Ji ber vê sedemê jî di dosyayê de darizandinê nake. Heke mijara sekinandinê li pêşiya darizandinê astengî be, divê ev dosya bi doza li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran tê dîtin re were yekkirin. Divê şandeya dadgehê dev ji vê sedema sekinandinê berde.” 
 
Di danişînê de dozger jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê bên temamkirin. 
 
Parêzerê malbatê Yûnûs Mûratakan jî got ku dadgehê di rûniştina berê de ji bo lêkolînkirina dosyaya il 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin muzekkere nivîsandibû lê belê dadgehê weke bersiv li şûna ku dosyayê bişîne, derheqê aqûbeta dosyayê de agahî da ye. Mûratakan xwest ku dosya were xwestin. 
 
'TAKTÎKA JI BO NECEZAKIRINÊ’
 
Di berdewamê de Mûratakan wiha got: “Ji bo ku dosya bi necezakirinê bi dawî bibe, taktîkên tê bikaranîn. Pêşengê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglû di 17’ê çileya 2000’an di serdegirtina Beykozê de hate kuştin, arşîva rêxistinê hate bidestxistin, di vê arşîvê de agahiyên ku Sîncar ji hêla Hîzbûllahê ve hatiye kuştin heye. Bi qasî tetîkkêşê cînayeta Sîncar, divê hêzên li pişt vî tetîkkêşî bên teşhîrkirin. Velî Kuçuk wiha digot; ‘Hîzbûllah, ji bo şikandina hêza leşkerî û siyasî ya PKK’ê hate avakirin.’ Di vê dozê de polîtîkayeke hiqûqî tê meşandin. Hêz û kesên hevkariya wan bi dewletê re hene tên parastin.” 
 
Bi domdarî Mûratakan bal kişand ser cînayetên di demên dawî de ji hêla koma Seriyyeyên Şêx Seîd ên girêdayî Hîzbûllahê ve tên kirin û wiha pê de çû: “Sûcên ku vê rêxistinê kirine, bi çendek madeyan re bi necezakirinê biencam dibin. Ez dixwazim ku bersûc were girtin û di zûtirin demê de di dozê de biryar were dayîn.” 
 
Dadgehê jî daxwaza girtina bersûc red kir û biryar da ku ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re muzekkere were nivîsandin ku ji bo lêkolînkirinê dosya were şandin. Danişîna dozê taloqî 17’ê tîrmehê hate kirin. 
 

Sernavên din

06/06/2023
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in