Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne

  • rojane
  • 09:03 1 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji bo dawî li bêragihandina mutleq a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê serî li CPT'yê da, diyar kir ku demildest ew li benda helwesteke çareserkirinê ne. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an ve di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 24 meh in tu xeber nayê girtin. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê, piştî hevdîtina bi telefonê re ku di 25'ê adara 2021'ê Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî, veguherî awayekî nexebergirtinê. 
 
Serlêdanên hevdîtinê yên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê yên ji bo muwekîlên wê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de û serlêdanên malbatan ên ji bo hevdîtinê bi hinceta cezayên "dîsîplînê" tên redkirin. Buroya hiqûqê li dijî vê tecrîdê di 9'ê gulanê de serî li Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê da. 
 
LI ÎMRALIYÊ ÎŞKENCEYEKE BÊDAWÎ
 
Di serlêdanê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "Încommunicado" (bêragihandina mutleq) hatiye pênasekirin û hatiye gotin ku qedexekirina îşkenceyê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Di serlêdanê de hatiye detsnîşankirin ku di navbera 15'ê Kanûna 2022'yan û 30'yê Nîsana 2023'yan de parêzeran 43 caran û malbatan jî 26 caran ji bo hevdîtinê serî li cihên têkildar dane, lê belê hemû serlêdan bê bersiv hatine hiştin. Her wiha di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku piştî erdhejên Mereşê ku di 6'ê Sibatê de çêbûbûn jî destûra hevdîtinê nehatiye dayîn û mafê pêwendîdanînê hatiye astengkirin.
 
Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku hewl dane bi nameyan pêwendiyê bi muwekîlan re bê danîn, lê nizanin bê ka nameyên ku berê şandine û du nameyên vê dawiyê şandine gihaştine ber destê muwekîlan an na. Li gel vê parêzeran diyar kiriye ku ji Îmraliyê jî tu name negihaştine ber dewatên wan. Her wiha hatiye diyarkirin ku Yilrim, Konar û Aktaş ku ji serê sala 2015'an, ji roja çûne Îmraliyê, heya niha tenê carekê jî hevdîtin bi parêzerên xwe re nekirine. 
 
Parêzeran di serlêdanê de bibîr xistiye ku serlêdanên wan û yên malbatan ên ji bo hevdîtinê ku li gel yên li Serdozgeriya Komarê û Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa 'yê, yên li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî bêyî hinceta hatine redkirin. 
 
Parêzeran di serlêdanê de diyar kirine ku 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re ku di 27'ê Cotmeha 2022'yan de hatiye pesendkirin di 27'ê Nîsana 2023'yan de bi dawî bûye û piştî vê ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dane, lê piştî dadgeriyê bersiv nedaye vê carî serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê dane û dadgehê di 2'yê Gulanê de biryara redkirinê teblîxî wan kiriye. Parêzeran diyar kiriye ku di 26'ê Nîsana 2023'yan de cardin 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re li muwekîlên wan hatiye birîn. 
 
SERLÊDANÊN LI AYM'Ê
 
Parêzeran di serlêdanê de diyar kiriye ku ji ber erdhejên ku di 6'ê Sibatê de çêbûne, heya 17'ê Sibatê ji bo hevdîtina bi parêzeran û malbatê re serlêdan kirine, lê serlêdanên wan bi tu awayî nehatine bersivandin. Parêzeran ragihandiye ku van qedexeyan hemûyan veguhastine Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û gotine ku lê AYM serlêdanên wan bi derengî xistiye û bi vî awayî ew bêbandor kirine. 
 
Parêzeran destnîşan kiriye ku Wezareta Dadê têkildarî serlêdanan dîtina xwe ragihandiye û bandor li AYM'ê kiriye ku bi awayekî giştî serlêdanan bibersivîne. 
 
Di serlêdanê de serdana rapora CPT'yê piştî serdana di navbera 10-17'ê Gulana 2019'an de eşkere kiribû hatiye bibîrixtsin û hatiye gotine ku cezayên disîplînê yên tên birîn kêfî ne. Her wiha biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî hatine bibîrxistin  û hatiye gotin ku ne ev biryar ne jî biryarên tewsiyeyî yên CPT'yê esas hatine girtin. 
 
Di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku li Tirkiyeyê daraz di bin emrê desthilatê de ye û hatiye gotin ku rêgezên CPT'yê bi tu awayî nayên pêkanîn û mekanîzmayên hevsengî û kontrolkirinê bêerk hatine hiştin. 
 
Parêzeran di berdewama serlêdanê de diyar kir ku demildest ew li benda helwesteke çareserkirinê ne.
 
DAXWAZ
 
Parêzeran di serlêdanê de destnîşan kirine ku pêkanînên li Îmraliyê bêhempa ne û xwestine ku CPT demildest rapora xwe ya der barê serdana xwe ya dawî de eşkere bike. Parêzeran di berdewama serlêdanê de ev tişt daxwaz kirin: 
 
* Demildest divê parêzer karibin hevdîtinê bikin û dawî li biryarên dadgehê yên dijî hiqûqê bê anîn. 
 
* Divê malbat û wasî karibin hevdîtinê bikin û cezayên dîsîplînê û astengiyên li dijî hiqûqê bi dawî bibin. 
 
* Divê serdêr karibin -mafê hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbatên xwe û xizmên xwe re bi kar bînin.
 
* Divê hemû astengiyên li ber name, telgraf û faksşandinê bên rakirin. 
 
* Divê pêkanînên dijhiqûqî û fiîlî yên têkildarî rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin. 
 
* Divê şert û mercên îşkenceyê, pêkanînên dijî mirovahiyê û muameleyên xirab û awayê încommunîcadoyê ji holê bên rakirin û ji bo vê tevdîr bên girtin û demildest divê xala 10/2'yan a Peymanê bê pêkanîn. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

06/06/2023
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in