Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin

  • rojane
  • 11:33 1 Hezîran 2023
  • |
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku piştî hilbijartinê pêvajoya xwenûkirinê dane destpêkirin û wiha got: “Piştî ku civînên lijneyên partiyê bi dawî bûn, em ê li ser esasê rexne-rexnedayînê kongreya xwe ya mezin li dar bixin.” 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay têkildarî pêvajoya jinûvesazkirin û bernameya xebatan li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da. Gunay, spasiya hemû derdorên di hilbijartinê de piştgirî daye wan kir û da zanîn ku piştî hilbijartinê pêvajoya xwenûkirinê dane destpêkirin. 
 
Gunay wiha got: “Hem ji hêla siyaseta welat û hem jî ji hêla xebatên partiyê ve me serdemek li pey xwe hişt. Me piştî hilbijartinan pêvajoya nirxandinan da destpêkirin. Ji ewil civîna şêwrê ya hevpar a hevserokên HDK, KCD, HDP, DBP û hevberdevkên Partiya Çepên Kesk hate lidarxistin. Piştre jî hevserokên pêkhateyên HDP’ê û hevberdevkan civîn li dar xist. Di van civînan de hate nîqaşkirin bê ka dê nirxandina piştî pêvajoya hilbijartinê di bin kîjan sernavan de bên kirin û bi kîjan rêbazan ben domandin. Dê bi koma me ya meclisê re civîna komê ya ji çapameniyê re girtî were lidarxistin. MYK dê di 2’yê hezîranê de bicive. Piştre jî dê di 4-5-6’ê hezîranê de Meclisa Jinan, Meclisa Partiyê û hevserokên bajaran civînan li dar bixin û planan amade bikin. 
 
ARMANCA ME YA ESASÎ AMADEKARIYÊN BO SERDEMA NÛ NE 
 
Armanca me ya esasî ew e ku mekanîzmaya rexne-xwerexnekirinê karîger bikin û ji bo serdema nû amadekariyan bikin. Piştî ku civînên Navenda Giştî xelas bûn, em ê bi gelê xwe re, bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re civînan li dar bixin û pêvajo dê ji hemû aliyan ve bên nirxandin. Du armancên esasî yên van amadekariyan hene. Ya yekemîn; dê kêmaniyên di pêvajoya hilbijartinê de û beriya wê derketin holê ji holê bên rakirin; mekanîzmaya rexne-xwerexnekirinê were karîgerkirin û ji xeletî 3u kêmasiyên xwe dersan bigirin. 
 
TEKANE ARMANCA ME XWENÛKIRIN E
 
Bêyî ku hincetekê nîşan bidin, tekane armanca me xwenûkirin e. Ya duyemîn; bêyî ku hincetekê nîşan bidin, em ê hemû tiştên muhasebeya tê kirin li me bar dikin pêk bînin, ji bo vê xwe hem ji hêla polîtîkayan û hem jî ji hêla rêxistinî ve nûjen bikin û encamên rêxistinî yên muhasebeya nû biafirînin. Ji ber pêvajoya hilbijartinê me pêvajoya konferans-kongreya mezin paşde xistibû û bi vê yekê re ew pêvajo niha dîsa dest pê dike. Em ê bi van nîqaş û nirxandinên dikin re teşe bidin pêvajoya naveroka konferans û kongreya mezin; bêguman em ê bi gelê xwe, bi endam û rêxistinên xwe re rêya konferans û kongreya mezin ava bikin. 
 
EM Ê RÊ NEDIN OPERASYONÊN MANÎPULASYONÊ
 
Em ê pêvajoya civînan pir bi lez temam bikin. Rêya me diyar e; ji bo ku ji hêla siyasî, rêxistinî û polîtîk ve xwe nû bikin û muhasebeya vê serdemê bikin,  em ê ji dewreyeke rasteqîn û çêker a rexne-xwerexnekirinê re derbas bibin. Em dixwazin bi vê yekê re bi hêzeke xurt, bi îradeyeke mezin û bi zanyarî û mirûzeke bilind ber bi kongreya mezin ve biçin. Em ê vê serdema muhasebeya birêxistinkirî bêyî ku guh bidin manîpulasyonan temam bikin. Em ê têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî, azadî û edaletê pêşve bibin. 
 
JI BO ME SERDEMA NÛ DEST PÊ KIR
 
Di vê çarçoveyê de em ê ji bo vesazkirineke nû ya siyasî, rêxistinî û zîhnî, bi gelên xwe re nirxandinan bikin. Em ê hemû biryarên xwe li ser vê bingehê bidin. Dê rexne û xwerexnekirin jî li ser bingeha vê berpirsyartiya sazûmanî were kirin. Lewma bi biryarên şexsî û bi înîsiyatîfên şexsî re dê ev serdem neyê pêşwazîkirin, kêmaniyên heyî bi vî awayî çareser nabin. Banga me ya ji bo hemû hevalên me yên partiyî jî ev e; werin em muhasebeya vê serdemê bikin, ji pêvajoyeke rasteqîn a rexne-xwerexnekirinê re derbas bibin, bi hemû îradeya me veguhestiye siyasetê re bên ba hev û bi moraleke mezin biçin kongreyê. Armanca me ev e. Hemû partiyiyên me yên dixwazin bibin kirdeya pêvajoya nû, hevalên me yên kedkar bila tev li pêvajoya xwejinûveavakirinê û ya rexne-xwerexnekirinê. Serdema nû ji bo me nû dest pê kir. 
 
EM Ê PÊVAJOYA MUHASEBEYÊ BI KONGREYA MEZIN TEMAM BIKIN 
 
Em ê pêvajoya muhasebeyê bi kongreya mezin temam bikin. HDP partiya gel e. Ya ku partî afirandî gelê me ye. Bi saya têkoşîna wan heta roja me hatiye. Partiya me û ji bo hedefên me yên ji vir û şûnde jî em ê li gorî daxwaza gel pêş bikevin. Em ê bajar bi bajar, tax bi tax, gund bi gund vê pêvajoyê bi hev re temam bikin. Em ê bi hêzeke pir xurtir û pir bi biryartir ji vê pêvajoyê derkevin. Partiya me, pêşenga îradeya guherînê ye. Em ê di serdema nû de hem rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin hem jî em ê siyaseta Tirkiyeyê ya ku gelên me dixwazin biguherînin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî Gunay pirsên rojnamegeran bersivand. 
 
Li ser pirsa “Kongreya mezin dê kengî were lidarxistin?” Gunay ev bersiv da: “Dîroka kongreya mezin dê piştî nîqaşên me yên bi gelê me re were diyarkirin. Dê li gorî bendewarî û daxwazên gel pêş bikeve. Em ê van pêvajoyan di demekî kin de derbas bikin, xeta têkoşînê pêş bixin û di rêya siyaseta demokratîk de bimeşin.” 
 
Ji bo pirsa têkildarî Demîrtaş û namzetiya serokkomariyê jî Gunay ev bersiv da: “Têkildarî hevpeyvîna Demîrtaş li ser hev çendek pirs hatin kirin. Jixwe têkildarî gotinên spekûlatîf ên tên kirin, Demîrtaş bi xwe jî bersiva pêwîst da. Hevserokê me yê giştî yê dema berê bû. Dema me ev nîqaş dikirin, lijneyên me yên partiyê, hevalên me yên di nava HDP’ê de û niha girtî jî hebûn. Her wiha bi pêkhateyên HDP’ê re nîqaş hatin kirin. Dema me pêvajoya hilbijartinê jî dimeşand, dema stratejî diyar dikir jî me ev nîqaş bi hev re kirin. Lewma jî namzetiya wî (Demîrtaş) ya serokkomariyê ji ber rewşa wî ya hiqûqî nehat nirxandin. Jixwe dema pê re hevdîtin hatin kirin jî wî namzeteke jin pêşniyar dikir. Dema me ev pêvajoya bi hev re dirêsa, hem di nîqaşên bi Tifaqa Ked û Azadiyê de hem jî bi yên pêkhateyên me re de me wiha got; ji ber erdhejê li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya siyasetê dest pê kir û me jî helwesta xwe di vê çarçoveyê de diyar kir. Rexne û xwerexnekirinên wî ji bo me binirxin. Weke partî em ê kongre û konferansên xwe tevî gelê xwe li dar bixin û biryarê bi hev re bidin.” 
 
Gunay, ji bo pirseke têkildarî Partiya Hur Davayê jî ev bersiv da: “Dê helwesta me ya li hemberî rêxistinên sûcên wan zêde neguhere.” 
 

Sernavên din

06/06/2023
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in