Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me

img

ŞIRNEX - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, diyar kir ku civînên gel dê şekil bidin siyaseta wan û wiha got: “Em tifaqên xwe mezin bikin li kolanan, taxan û gundan siyasetê bikin û gelê xwe bi rêxistin bikin.”

 
Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînên gel ên piştî hilbijartinê di çarçoveya pêvajoya jinûve avakirinê de tax bi tax gund bi gund li Botanê dane destpêkirin bi dawî kirin. Di çarçoveya pêvajoya jinûve avakirinê de wê meha Tebaxê li gelek bajaran konferans bê kirin û pêvajo dê di meha Îlonê de bi kongreyê bê temamkirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren ê li Botanê li Şirnex û navçeyên wê tax bi tax gund bi gund tev li civînên gel bû, rexne û pêşniyarên gel û peyamên dayî nirxandin. 
 
Eren ê qala girîngiya civînên gel ên li dar xistin kir, da zanîn ku rexneyên dernexistina namzet a di hilbijartina serokkomariyê de, polîtîkayên tifaqê, nekirina siyaseta di bingeha gel de, dûrketina ji siyaseta Rêya Sêyemîn derketin pêş. 
 
SIYASETA DI NAVA GEL DE 
 
Eren, diyar kir ku ji bilî rexneyên gel, pêşniyarên gel jî hene û wiha got: “Bi taybetî hate diyarkirin ku ji bo hilbijartinên herêmî yên pêşiya me ji niha ve amadekarî bên kirin. Pêşniyarên ku divê di hilbijartinên herêmî de namzet ne ji navendê ji herêmê bên derxistin, siyaset bi Enqereyê bisînor nemîne, berê xwe bidin gel, siyaset li taxê li kolanê di nava gel de bê kirin derket pêş.” Eren, bi lêv kir ku di civînan de peyama “Rêya bihêzbûnê di herêmê re derbas dibe” hate destnîşankirin. 
 
REXNEYA RÊYA SÊYEMÎN 
 
Eren, destnîşan kir ku rexnekirina gel a têkildarî dûrketina ji siyaseta Rêya Sêyemîn re, tespîteke girîng e û wiha berdewam kir: “Pêwîstiya me ne bi bloka faşîst a neteweperest a spî ne jî bloka faşîst a kesk a nerm û Osmanî heye. Di navbera her du blokan de şerê desthilatê heye. Her du jî çareseriya pirsgirêka kurd naxwazin û li ser heman xalê ne. Em li dijî vê dibêjin Rêya Sêyemîn. Em ji bo hemû gelên xwe yên bindest ên suryanî, ermen, ên ji derveyî bloka faşîst mane û aştiyê dixwazin dibêjin Rêya Sêyemîn. Ji bo vê em tifaqên xwe mezin bikin, em li tax, kolan, gund siyasetê bikin û em gelê xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku me ev winda kir, me nekarî di hilbijartinê de bigihêjin armanca tê xwestin. Divê em vê sererast bikin û vegerin siyaseta xwe ya rêya sêyemîn. Rêya vê yekê jî bi rêxistinbûyînê bi hatina ba gel a li taxê û kolanê dibe.”
 
PERGALA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ 
 
Eren, da zanîn ku mijareke din a di civînan de derketiye pêş jî pergala tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê 24 sal in tê ragirtin, tê meşandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel di ferqa vê yekê de ye. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe ne pirsgirêka azadiyan ne pirsgirêka kurd ne jî pirsgirêka girtiyên di girtîgehê de nayê çareserkirin. Ji bo ku tecrîd bê şikandin divê xebateke berfireh bê meşandin. Gel ji vê yekê re amade ye.”
 
Eren, anî ziman ku dê rexne û pêşniyarên gel şekil bidin siyaseta wan û bi lêv kir ku piştî civînên gel wê li bajaran komxebatan û atolyeyan li dar bixin. 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

18/01/2024
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:49 Êrişî gora endamê YPS’ê kirin û kevirê gora wî desteserkirin
17/01/2024
21:50 Girtiyê nexweş Varişlî jiyana xwe ji dest da
21:45 Meclisa Jinan a DBP'î: Jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistin
21:00 Li Geverê hevşaredar hatin hilbijartin
20:50 Der barê kujer polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez de biryar lêgerîna bi bultena sor
20:44 Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
17:05 Nobeta Edaletê: Divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyan derkevin
16:51 ATK’ê leza wesayîta zirxî ya ku li Mîracê 6 salî da nekarî tespît bike!
16:40 Li Hatayê kon û konteynir di bin avê de man
16:28 Li Stenbolê dema binçavkirinê ya 21 kesan hate dirêjkirin
16:21 Ciwan amadekariya çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ dikin
15:10 Komeleya Dema Jinan e: Bi binçavkirinan dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin
15:09 HSK’ê ji bo bijartina 4 endamên Dadgeha Bilind hilbijartin kir
13:55 Bavê Mîraç Mîroglû: Heke ku min li polîs xistibûya dê cezayê muebedê bidana min
13:43 Ji ber teqandina dînamîtan zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê
12:19 Di şewata li Îzmîrê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
11:48 Ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû banga tevlibûnê
11:20 Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
11:15 Rapora îmraliyê: Sala 2024’an divê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan
11:00 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê hate binçavkirin
10:56 Li avahiya emniyetê ya Qereçobanê 320 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
10:46 DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
10:36 Delege ji ber pêşhilbijartinê keyfxweş in: Divê ji bo hemû partiyan bibe mînak
10:34 Li Girtîgeha Sîncanê cil û name winda ne
10:18 Li Hewlêrê 3 rojan şîn hate îlankirin
10:17 85 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:11 Goksu a di greva birçîbûnê de: Çareserî Abdullah Ocalan e
10:09 Di rêveberiyên herêmî de temsiliyet: Tenê ji her 10 kesan yek jin e
09:58 Serokê Baroya Colemêrgê Canan: Li bajar bi qanûnan nayê kirin
09:20 Girtiyên siyasî 52 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:19 Li gorî dozger tedawiya bi destkelemçekirî ‘li gorî hiqûqê ye’
09:18 Bi sedhezaran kes dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
09:10 Çîlek li nav baxçe bi 30 lîreyî, li bazarê 150 TL ye
09:09 Ava Mûglayê tehsîsî santralên termîkê hatin kirin
09:03 Martîna Anderson: Em îlhamê ji fikirên Abdullah Ocalan digirin
09:02 Ji Andirînê gelek kes wekî hilbijêr li ser Xelfetiyê hatine qeydkirin
09:01 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:17 Li Cizîrê namzetên hevşaredariyê diyar bûn
16/01/2024
23:00 Li Geverê dê namzet di tûra duyan de diyar bibin
19:33 Polîsê ku Mîraç Mîroglû qetil kir beraet kir
17:02 Kişanak: Heke îro em bêdeng bimînin dê sibê zemîna axaftinê nemîne
16:44 Tura duyemîn a pêşhilbijartina li Cizîrê dest pê kir
16:42 Dê ji MÎT’ê were pirsîn bê ka ‘têkiliya derhêner Tekîn bi PKK’ê re heye yan na’
16:36 Emniyetê bersiva ‘hilbijêrên’ gerok da: Ji bo tedbîqet û operasyonan e!
15:55 Nobeta Edaletê: Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin
15:25 Li Geverê ji bo dengdayîna gel, delege li ser sindoqan e
15:10 Dê binçavkirinên li Stenbolê bên protestokirin
14:23 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hate bibîranîn
13:53 Hrant Dînk dê li cihê lê hatiye kuştin were bibîranîn
13:27 ÎSÎG: Di 2023’yan de hezar û 932 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:59 Dewleta tirk di 72 saetan de 80 navend bombebaran kirin
12:50 Hatîmogûllari: Werin li şûna lûtkeyên şer em lûtkeyên aştiyê li dar bixin
12:09 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:46 Rejîmê 15 meh cezayê hefsê da Nergîs Muhammedî
11:20 Nivîskar Duzkan: Divê hêrsa di dilê jinan de were birêxistinkirin
10:56 Doza ‘laçikê’ li rojnamevanên li Îranê hatin berdan hate vekirin
10:16 Îranê li Hewlêrê êrişî sivîlan kir
10:03 Du hezar û 193 ‘hilbijêr’ li emniyet û herêma leşkerî hatin veguhestin
09:49 YSK’ê biryar da: Lîsteyên namzetan dê heta 20’ê sibatê bên radestkirin
09:47 Li 28 bajaran 165 kes hatin binçavkirin
09:46 Ji rojnameger Silêman Ehmed 84 roj in tu agahî nayên girtin
09:44 Girtiyên siyasî 51 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:25 Li navçeya Peyas û Cizîrê hejmartina dengan bi dawî bû
09:04 Ji Îmraliyê 34 meh in agahî nîne: Divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin
09:03 Ji bo doza Muftuoglû bang kirin: Em xwedî li rûmeta pîşeyê derkevin
09:02 Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:54 Îranê bi fuzeyan êrişî Hewlêrê kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:19 Li Mêrsînê otobusa rêwiya wergeriya: 9 kes mirin 30 kes birîndar bûn
15/01/2024
23:59 Li Farqîn û Bismilê hilbijartin ji tûra duyemîn re man
21:54 Li Swîsreyê ji bo Abdullah Ocalan kampanyaya ‘100 hezar qertan’
20:54 Cenazeyê Lokman Muhammed li goristana bêkesan hate veşartin
20:36 Li Amedê dengdayîna li 3 navçeyan bi ‘govenda demokrasiyê’ bi dawî bû
20:09 Kişanak: Ya ku welat xelas bike aştî ye, deriyên Îmraliyê vekin
19:06 Li 2 navçeyên din ên Wanê tûra duyemîn a dengdayînê qediya
17:45 Ji ber bersûcê êrişî avahiya HDP’ê kiribû nehate girtin doz hate taloqkirin
16:53 Nobeta Edaletê didome: Heke Ocalan azad bibe em tevek dê azad bibin
16:34 Hat îdiakirin ku cerdevanekî li Şemzînanê xwe kuşt
16:33 Ji ber nêzîkatiyên keyfî yên gardiyanan hevdîtina vekirî nîvcoyî ma
16:32 KESK’ê bertek nîşanî zemên mûçeyan da: Em hejariyê qebûl nakin
16:20 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li herêma leşkerî hatibûn veguhestin hate redkirin
15:34 Listikvanê îsraîlî yê binçavkirî hate berdan
15:29 Ji ber êrişên dewleta tirk 2 milyon kes bêceyran man
15:28 DEM Partî dê li Erdexanê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
15:16 Danişîna doza qetilkirina Lînaya 3 salî hate taloqkirin
15:03 Hejmara filistîniyên li Xezeyê hatine qetilkirin 24 hezar derbas kir
14:57 Li Îskenderûnê qezaya trafîkê: Yek jê giran bi giştî 18 kes birîndar bûn
14:50 Jinan li pêşiya Sîncanê bang kirin: Têkoşîna Kişanakê têkoşîna me ye
14:39 TJA: Jin bibiryar in ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin
14:38 Gultan Kişanak ji dadgehê re got: Hûn kî ne ku min didarizînin?
14:15 Girtiyê nexweş Guler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin