Cotkarên ku trafoyên wan hatine jêkirin: Divê rayedar çareseriyekê bibînin

img
AMED - Şêniyên Gundê Tilvaqî yê navçeya Erxeniyê bertek nîşanî jêkirina trafoyan dan. Şêniyan got ku bi milyonan cezayê pereyan li wan hatiye birîn û ev tişt anîn ziman: "Em naxwazin ev bûyer berdewam bikin, bila rayedar çareseriyekê bibînin.”
 
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li gundê Tilvaqî yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê trafoyên ku gundiyan ji bo birincê xwe av bidin danabûn, di 4’ê tebaxê de bi komeke leşkeran ve rakirin. Her wiha mehek pêşiya wê jî tîmekê DEDAŞ’ê çûbû ku wan trafoyên gundiyan rakin, lê di navbera gundî û tîmên DEDAŞ’ê de gengeşî derketibû û gundiyan camên wesayîta parêzerê DEDAŞ’ê şikandibûn. Piştî vê bûyerê li gundiyan cezayê pereyan hatibû birîn û niha jî ketine ber îcrayê. Li gor belgeyên Dosyaya Îcrayê ya Amedê, bi giştî 2 milyon 791 hezar 36 lîre ceza li gundiyan hatiye birîn. Li ser vê yekê gundiyan bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan û xwestin ev pirsgirêk çareser bibe. 
 
‘3 CARAN SERLÊDANÊN MIN RED KIRIN’
 
Gundiyê bi navê Îsmaîl Aslan destnîşan kir ku wî par bi deyn sondaj li erdê xwe xistiye ku pîşeya bav û kalên xwe berdewam bike. Aslan, anî ziman ku wî 3 caran serî li DEDAŞ’ê daye ku aboneya wî çêbikin lê her sê serlêdanên wî jî hatine redkirin. Aslan, wiha domand: "Ji min re gotin ‘Divê tu ÇKS’ê (belgeya cotkariyê) binî.’ Min jî got ma hûn çawa li mala min dixin wisa jî li ser sondaja min bixin û mehê heqê wê çi be ez ê bidim. Lê aboneya min çênekirin. Piştî 3 rojan tîmek ji DEDAŞ’ê hat û got ‘Em ji bo aboneya te hatine, em ê aboneya te çêbikin. Di nava 3 rojan de em ê bên û cîhazê te jî li sondajê bixin.’ Min jî got heke hûn bên dê baş be. Lewma ez jî dê bizanim deynê min çiqas e. Hefteyeke min qediya ez jî li benda wan im ku bên aboneya min çêkin. Lê piştî hefteyekê kaxizek ji min re hat. Min lê nihêrî û dît ku 800 hezar lîra deyn ji min re derxistine. Ev deyn jî deynê 20 rojan e ku min ew ceyran bi kar aniye.”
 
‘NÎVIYA BIRINC HIŞK BÛYE’
 
Bi domdarî Aslan got ku piştî vî deynî ew çûye Erxeniyê û wan jî berê wî daye Amedê. Aslan, diyar kir ku çûye ba midûr û gotiye ev deyn yê 20 rojan e. Aslan, destnîşan kir ku midûr jî qebûl kiriye ku fatûreyekî zêde jê re hatiye nivîsandin. Aslan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cîhazek heye li sondajê dixin û te çiqas xerç kiribe li gor wê deynê te nîşan dide û DEDAŞ’ê daye gelek kesan. Ez li benda wî cîhazî bûm, lê ceza ji min re hatiye birîn. Midûr jî got neheqiye û ez şandim cihekê din. Wî kesî jî ji min re got; 'Here, ji xwe carekî te xwariye. Ez nikarim tiştekî bikim.’ 10 roj bi ser re derbas bûn û îcar 150 hezar lîreyên din ceza ji min re hat. Tevî hemû cezayan, ji bo 45-50 donim erd milyonek û 48 hezar lîre ceza ji min re nivîsandin. Ev pergala avdanê û çandiniya vî erdî tev bi çekên bankayê û deyn min çêkiriye. Min heta niha tu car 300 hezar lîre jî birinc nefirotiye û nîvê vî 300 hezar lîre jî diçe deynan. Min îsal jî 100 donimên erd birinc çandiye û hema bêje ji ber ku av nîne nîvê wê hişk bûye.”
 
DIRANÊ ZAROKÊ 13 SALÎ ŞIKESTIYE
 
Di berdewamê de Aslan da zanîn ku mehek beriya niha jî tîmên DEDAŞ’ê hatine ku trafoyên wan jê bikin û di navbera wan û tîmên DEDAŞ’ê de gengeşî derketiye. Aslan, destnîşan kir ku ji ber vê yekê hatine binçavkirin û piştî îfadeya li cem dozger hatine berdan. Aslan, anî ziman ku wê rojê jî tîmên DEDAŞ’ê bi komeke leşkeran ve hatine û trafoyên wan jê kirine û wiha pê de çû: “Mehek maye ji bo rakirina vî birincî û hatine dibêjin em ji bo jêkirina trafoyan hatine. Ma qet me nafikirin. Bi hejmareke zêde ya leşkeran ve hatibûn, me got qey herb çêbûye. Heke DEDAŞ abonetiya me çêbike, em jî, DEDAŞ jî, gel jî û dewlet jî dê qezenc bike. Ev birinc e li her derî nayê çandin û gelek kes jê feydê dibîne. Hema serê sibê hatin dora me girtin û nehiştin em bêhnê jî bigirin. Di gengeşiyê de diranê lawê min ê 13 salî şikest. Heke diranek memûrekî bişikesta di be ku mêr jî bikuştibana.”
 
‘PARÊZERÊ DEDAŞ'Ê FERMAN DA’
 
Aslan, bi lêv kir ku trafoyên wan li ber çavên wan hatine rakirin û hatine şikandin. Aslan, got ku parêzerê DEDAŞ’ê ferman daye karkeran û lewma wisa kirine û çi ket ber destê wan tev şikandine. Aslan, wiha derbirî: "Piştre trafoyên me kom kirin û birin. Ev du roj in birincê me av nedîtiye û tev zuha bûye. Êdî avdan jî feyde nake. Ji ber ku koka wê çû. Vê zerara min dê kî bide? Di ser de jî du qet zêde deyn ji min re dinivîsin. Piştî vê bûyerê deynê min yê sala çûyîn û heta niha 3 qat zêde kirin û kirin 3 milyon. Çend hevalên min yên ku aboneya wan ya DEDAŞ’ê heyî, hene û herî zêde 150 hezar lîre heqê ceyranê dane. Lê ji bo min milyonek nivîsandine. Erdê min yê min par çandî 50 donim e, yên ku 150 hezar didin jî 100 donim çandine. Ka dê halê me çawa be?”
 
‘ŞÎRKET BÛNE GUR Û BERBÛNE ME’
 
Aslan, anî ziman ku gundê wan ev 22 sal e li ber dadgehê ye û ji ber vê yekê jî ÇKS’ê (belgeya cotkariyê) nadin. Aslan, got ku wan jî ji DEDAŞ’ê re gotiye ku aboneyên demkî hene û divê bidine wan jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aboneyên wan ên demkî hene, lê nadin me. Ev şîrket bi eşkereyî xwîna me dimêjin. Pêşiyê di destê dewletê de bû û ji me re alîkarî dikirin, lê dewletê tev firotin şîrketan. Ev şîrket jî bûne gur û berê wan dane me. Ma rayedarên dewletê vê yekê nabînin? Wexta hilbijartinan tê dibin ‘heyran, qûrban’, hilbijartin diqede û dibin gur û li me vedigerin.”
 
‘YA DEDAŞ DIKE ZILM E’
 
Gundiyê bi navê Mahsûn Yilmaz jî bertek nîşanî kiryara DEDAŞ’ê da û da zanîn ku ew jî dixwazin heqê ceyrana ku xerc kirinê bidin, lê DEDAŞ derfetê nade wan. Yilmaz, diyar kir ku ew hemû bi van bûyeran nerazîne û çavkaniya debara wan çandina birincê ye. Yilmaz, bang li rayedarên dewletê kir û xwest ku ew ji wan re bibin alîkar û wiha got: “Em mecbûr in ku vî karî bikin. Êdî em nikarin ajalan jî xwedî bikin. Di nava van keviran de jî em birincê diçînin, pîşeya me jî çandina birincê ye ku ji bav û kalên me ji bo me maye. Ev kiryarên DEDAŞ’ê zilm e. Divê kesek bibe alîkar ji bo me û pêşiya van kiryaran bigire. Ji vê çandiniyê her kes feyde digire. Ajokar, febrîqe, karker, zarokên me tev feydê jêdigirin. Ji ber ku ev hilberîneke. Heke aboneyê bidin me, fatûrayên rêk û pêk ji me re bişînin, em amadene ku heqê wan fatûreyan bidin. Em nabêjin ku ‘em heqê ceyranê nadin û em ê bibin eşkiya’.”
 
‘TU KES JI ME RE ÇARESERIYEKÊ NABÎNE’
 
Gundiyê bi navê Enver Aslan jî axivî û got ku ew nizanin dê ji kê alîkariyê bixwazin. Enver, da zanîn ku wan li partiyên siyasî jî geriyaye lê tu partiyan bersiva wan nedaye û yê bersiv dayî jî dengê wan nedaye bihîstin. Enver, bilêv kir ku ew birincê Qerecdaxê diçînin û êdî ew jî ber bi windabûnê ve diçe. Enver, destnîşan kir ku herkes nikare çandiniya birincê Qerecdaxê bike û tenê li dora Qerecdaxê tê çandin û ev tişt gotin: “Heke DEDAŞ nehêle em vî birincî biçînin, êdî wê winda bibe. Sala çûyîn 35 qafîleyên ku ji welatên cûda, hatin herêma Qerecdaxê. Ji me re gotin ‘Tama vî birincî pir xweş e û hûn çima nafiroşin derveyî welat.’ Lê belê nizanin ku DEDAŞ li ser pişta me bar e, nizanin tu rayedarên dewletê ji me re çareseriyê nabînin. Heke dewlet pişta min bigire, wê çaxê ez ê îxrac bikim welatên din jî.”
 
‘ÇIMA JI ME RE ZORIYÊ DERDIXÎNIN?’
 
Enver, bi lêv kir ku gihiştina birinc dora 5 mehan digire û girêdayî germê û avê ye. Enver, da zanîn ku birinc weke pîpetan e û avê dikşîne nava xwe, lewma hertim avê dixwaze. Enver, anî ziman ku xwesteka wan ya ji DEDAŞ  û rayedaran ew e ku bila ji derdê wan re bibin derman. Enver wiha dawî li axaftina xwe anî: “Werin aboneyên me çêkin û em jî her meh fatûrayên xwe bidin. Xwestekên me nayên bi cih anîn. Malên me jî li ser erdê xizîne hatiye çêkirin, heke hûn bikarin aboneyê bidin malê, wê çaxê hûn dikarin bidin zeviya min jî. Ji ber ku ez cotkar im û hilberîner im. Ez bawer nakim ku min tiştekî xirab kiriye. Divê rayedar û partiyên siyasî li me xwedî derbikevin. Bi rastî jî em di rewşeke xerab de ne. Xwezî me qasî tiştê ku çandî pere rakiribana. Em di bin vê tavê de radizin û ked didin, ji bo çi? Ji bo zarokên xwe, ji bo ku çanda birincê Qerecdaxê winda ne be. Dewlet bila bê û ji bo me kooperatîfekê ava bike. Çima ji me re zoriyê derdixînin? Bila gel jî gûh bide me. Bila bên bibin mêvanên me û me nas bikin. Em tiştekî xelet nakin. Ricaya me ji DEDAŞ’ê jî, bila deriyên xwe ji me re vekin. Em mirovan naxwin. Em dixwazin çareseriyekê bibînin.”
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

24/01/2024
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin