Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin

  • rojane
  • 09:03 14 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Înfaza girtiyê nexweşê giran Soydan Akay ê 30 sal in girtî ye û 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 9’an a Sîlîvriyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê 6 mehan hate taloqkirin. 
 
Soydan Akay (49) ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 9’an a Sîlîvriyê tê ragirtin, di sala 1993’yan de bi îdiaya ku “Berpirsyarê PKK’ê yê Herêma Egeyê ye” li Îzmîrê hate girtin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) muebbetê li Akay birî. Akay ê sal in girtî ye, heta niha bi rêzê li Girtîgehên Îzmîr, Aydin, Nazîllî, Kiriklar, Sêrt, Amed û Maltepeyê hatiye ragirtin. 
 
5 SAL IN DI HUCREYA YEK KESÎ DE YE
 
Akay ê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an ji Girtîgeha Sîlîvriyê sirgûnî Girtîgeha Maltepeyê hate kirin û piştî demeke kurt li qawîşa girtiyên edlî hate bicihkirin, rastî êrişê hat. Akay, ê pişt re dîsa sirgunî Girtîgeha Sîlîvriyê hate kirin, li vi jî tevî ne hikumxwariyê cezayê “muebbeta girankirî ye” jî xistin hucreya yek kesî. Akay ku di sala 2018'an de teşhîsa kansera prostatê lê hat kirin û ji ber gelek nexweşiyên weke romatîzma gehan, Hepatît B, spazma dil di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, di sala 2021'an de li gel ku nêzî 10 cenderme yên li odeya rûniştinê ya nexweşxaneyê ji bo kontrolê hebûn, ji aliyê kesekî bi kincê sivîl ve rastî êrîşa bi kulm hat. Akay, tevî nexweşê penceşêra girane jî 5 sal in di hucreyeke yek kesî ya girtîgehê de tê ragirtin. 
 
ÎNFAZA WÎ 6 MEHAN HATE TALOQKIRIN
 
Înfaza Akay, ê piştî girtina 30 salan dihate payîn ku di 11’ê tebaxê de bê berdan, bi hinceta rapora “Ji rêxistina bû sedemê girtina wî ne veqetiya ye” ku ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdare ya Girtîgehê ve hatiye amadekirin, 6 mehan hate taloqkirin. 
 
‘NEBERDANA WÎ LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’ 
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD Esra Bîlen a parêzeriya Akay dike, diyar kir ku muwekîlê wê ji sala 2018’an ve di bin çavdêriya zêde ya rêveberiya girtîgehê de ye û Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi awayekî bêhiqûqî rapor amade kiriye. Bîlen, da zanîn ku hevdîtinên parêzeran ên Akay jî ji sala 2018’an ve tên qeydkirin û 5 sal in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. 
 
‘TEVÎ AYM’Ê BIRYAR NEHATE DAYÎN’ 
 
Bîlen, a da zanîn ku nivîsînên Akay ên bi girtiyên din re di bin kontrola girtîgehê de ye, bal kişand ku pirtûkên jê re hatine dayîn jî hatin krîmînalîzekirin û kirin sedemê şewitandina înfazê û wiha got: “Tevî ku gelek caran me li dijî agahiyên îstîxbarî yên tu rastiya wan nînin û kirine palpişta biryara sînorkirina parêzeran a 5 sal in bi awayekî sîstematîk tê dayîn, derbarê Akay de biryarek nayê dayîn, ev agahiya îxtîxbarî bi heman awayî dikin hinceta taloqkirina înfazê, nîşan dide ku lijne hewl dide mafê azadiyê yê girtiyekî ku 30 sal in bi îdiayên nerast girtî ye ji destê wî bigire.”
 
Bîlen, destnîşan kir ku di rewşeke bi vî rengî de divê li dijî tevahiya rêveberiya girtîgehê lêpirsîn were destpêkirin û anî ziman ku di pêvajoya gihiştinê de ew bi helwesteke berovajî re rûbirû ne. Bîlen, diyar kir ku li dijî rapora lijneyê ya ku berdana Akay taloq kiriye serî li Dadgeha Înfazê ya Sîlîvriyê dane û ev tişt gotin: “Lijne weke merciya erêkirinê tevgeriya ye û bêyî ku îtirazên me lêkolîn bike biryara redkirinê daye. Herî dawî li dijî biryara dadgehê li Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê, em ê mafê xwe yê îtirazê bi kar bînin.”
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

17/08/2023
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in