Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de

  • rojane
  • 10:53 14 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Derket holê ku kevir û sfenksa serê mirov a Cîgirê Serokê Giştî yê Diyanet-Senê Omer Evsen di avahiya xwe ya qaçax de bi kar anîne, ji avahiyeke tescîlkirî hatiye girtin. Hat zanîn ku ji bo parastina vê malê, belgeyên nerast hatine amadekirin. 
 
Navçeya Sûr a Amedê di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye. Hat zanîn ku sfenksa serê mirov a namzetê Şaredariya Sûr a Amedê yê AKP’î û Cîgirê Serokê Giştî yê Diyanet-Senê Omer Evsen di avahiya xwe ya qaçax de bi kar anî, ji avahiyeke tescîlkirî girtî ye. Derket holê ku dema mamê wî Metîn Evsen Midûrê Herêmê yê Weqfan ê Amedê bû, Evsen bi kevirên ji avahiyên tescîlkirî yên piştî qedexeya derketina kolanan a li Sûrê hatibûn hilweşandin dizîn re kargeheke qaçax a bi navê “Kemikli Evi Ciğer” ava kiriye. Hat tespîtkirin ku sfenksa serê mirov a ku Evsen di vê kargehê de bi kar anî jî ji avahiyeke tescîlkirî ya li heman taxê û ya li ser 160 ada ya parsela hejmar 28-29’ê hatiye dizîn. Derket holê ku sfenksa serê mirov a behsa xeberê ku di kargeha qaçax a ji 3 qatan pêk tê û li ser 360 metrekareyan hatiye çêkirin de hatiye bikaranîn, aydê avahiya tescîkirî ya li Taxa Dabanoglû ya li ser 160 ada û parsela hejmar 28-29’an e. Di heman demê d,e di fîşê tescîlê yê Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Amedê û di projeyên erêkirî de cih digire. 
 
LIJNEYA PARASTINÊ TU GAV NE AVÊTIN 
 
Diyar bû ku Fatîh Evsen ji bo ev kargeha qaçax bê tescîlkirin, weke avadaniyeke xwedî rabûrdiyeke 350 salan be nîşan daye lê piştî derketî holê ku qaçax e, Lijneya Herêmê Parastina Berhemên Çandî ya Amedê ya Midûriyeta Giştî ya Berhemên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Turîzmê ji bo hilweşandina avadaniya qaçax tu gav neavêtin. 
 
Lijneya Herêmê Parastina Berhemên Çandî ya Amedê li ser giliyan, mijar xist rojeva xwe û di vê mijarê de rapora pisporan da amadekirin. Di rapora kesê pispor de hat gotin ku di lêkolînê de xuya bûye ku înşaeta avahiya nû ya li ser parsela hejmar 1 a 164 adayê li dijî hukm û Plana bi Mebesta Parastinê ya di çarçoveya Projeya Dîzaynkirina Bajariyî de ye û bêyî destûrê hatiye çêkirin. Lijneya Herêmê Parastina Berhemên Çandî ya Amedê, tevî vê tespîtê jî gavek neavêt. Rayeya Lijneya Parastinê heye ku di vê mijarê de gilî bike û vê avahiya qaçax bide xerakirin. Lê belê destnîşan kir ku di vê mijarê de Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê erkdar e û tu hewldan nekir. 
 
BELGEYÊN NE RAST HATINE AMADEKIRIN
 
Piştî ku Lijneya Herêmê Parastina Berhemên Çandî ya Amedê tu gav neavêtin, Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) kete nava hewldanan. Bi hewldanan re derket holê ku Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê belgeyên nerast amade kirine. Piştî serlêdana sûc a TMMOB’ê, Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê îdia kir ku avahiya behsa xeberê ya di sala 2019’an de hatiye çêkirin, dikeve ber “Efûya Îmarê” ya di 6’ê hezîrana 2018’an de hatiye derxistin û belgeyên derew amade kir. Bi vê yekê re rê li ber hilweşandina avahî girt. 
 
Bi wêneyên peykê hat tespîtkirin ku avahî piştî qedexeya derketina kolanan a di sala 2015’an de hêj li ser pêya ye, piştî qedexeyê di dawiya sala 2018’an de ji hêla xwediyên wê ve hatiye hilweşandin û di sala 2019’an de jî bi kevirên dizî hatiye avakirin. Tevî vê yekê jî Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê xist çarçoveya “Efûya Îmarê.” Belgeya derew a Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê jî piştî serlêdana TMMOB’ê derket holê. 
 
JI BER BELGEYA SEXTE NIKARIN HILWEŞÎNIN 
 
Avahiya behsa xeberê dikeve ber rayeya Şaredariya Sûrê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin. TMMOB’ê ji bo hîn bibe bê ka qaçax e yan na, demekî dirêj serî li Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê, Şaredariya Sûrê û Midûriyeta Mûzeyê da lê tu bersiv jê re nehatin dayîn. Piştî belgeya li dijî rastiyê hatiye amadekirin, TMMOB’ê bersivek ji Şaredariya Sûrê girt. 
 
Şaredariya Sûrê mînaka Belgeya Qeyda Avahî ya bi dîroka 15’ê hezîrana 2019 ku roja dawî ya “Aştiya Îmarê “ ye ji Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê re şand û wiha bersiv da TMMOB’ê: “Avahiya behsa xeberê bi hejmara CMFRYPC3’ê Belgeya Qeydê ya Avahî wergirtiye lewma em nikarin derheqê wê de kirariyekî bikin.” 
 
Li ser vê yekê TMMOB’ê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. Ew serlêdan jî ji ber vê belgeya derî rastiyê bi biryara neşopandinê bi dawî bû. TMMOB’ê ji bo rakirina biryara neşopandinê îtîraz kir. 
 

Sernavên din

17/08/2023
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in