Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne

  • rojane
  • 09:02 17 Tebax 2023
  • |
img
SEMSÛR - Mexdûrên erdhejê yên gundê Erbaunajorin a navçeya Aldûşê ya Semsûrê ku der barê xaniyên wan de biryara hilweşandinê heye bi lêv kirin ku heke xaniyên wan bên hilweşandin cihekîş ku ev biçinê tune ye û xwestin ji wan re çareyek bê dîtin. 
 
Ji bajaranên ku ji erdhêjên 6'ê sibatê ên Mereşê bandor girtin yek jê jî Semsûr bû. Li Semsûrê piştî 6 mehên erdhejê ji aliyekî ve welatî di konebajaran de hewl didin jiyana xwe berdewam bikin ji aliyê din ve jî rewşa hilweşandina xaniyên ku zêde xisar dîtine berdewam dike. Piştî erdhejê ji aliyê Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê ve li  Semsûrê navçe û gund jî di nav de bi tevahî der barê 20 hezar xaniyan de biryara hilweşandinê hat dayin. Li bajêr hilweşandina xaniyên ku zêde xesar  xesara giran girtinê berdewam dike, lê welatiyên ku der barê xaniyê wan de biryara hilweşandinê heye ji ber cihê ku biçin tune ye bifikar in. Taybetî li Gundên Semsûrê ku welatî bi sewalkarî û cotkariyê debara xwe dikin, ji ber ku beriya xaniyan hilweşînin ji welatiyan re cihekî nîşan nadin an jî çareyekê peyde nakin, welatî careke din jî ji ber hilweşandina xaniyan tên mexdûrkirin. 
 
Li navçeya Aldûşê ya Semsûrê jî welatiyên ku der barê xaniyê wan de biryara hilweşandinê heye naxwazin xaniyên wan bên hilweşandin û bi daxwaznameyan dixwazin biryara hilweşandina xaniyê wan bê batalkirin. Li gundê Erbaunajorin a giredayî navçeya Aldûşê ya Semsûrê ku welatî bi sewalkarî û cotkariyê debara xwe dikin derbarê 19 xaniyan de biryara hilweşandinê hatiye dayin. Welatiyên ku em li gund bi wan re axivîn bi lêv kirin ku heke xaniyên wan bên hilweşandin cihe ku ew biçin tune ye û xwestin biryara hilweşandina xaniyên wan bê sekinandin. 
 
'XANIYÊ ME XESAR NEGIRTIYÊ'
 
Şêniyê gund Omer Kiymaz (45) bi lêv kir ku xaniyê wan di erdheja 24'ê Çileyê 2020 a navenda wê Xerpêt bû de bandor bûye û wan bi masrafeke giran xaniyê xwe tamîr kiriye. Kiymaz anî ziman ku xaniyê wan di erdhejên 6'ê Sibatê de tevî ku xesar negirtiye jî xesara giran hatiye nivîsandin û wiha got: "Xaniyê me di erdheja Xerpêtê de jî xesar dît. Wê deme jî hatin xanî nêrîn gotin em nikarin li vir ji we re xanî çebikin em dê li derva ji we re xanî çebikin. Çend sal di ser de derbas bûn hê xaniyê me teslîm nekirinê. Me jî xaniyê xwe yê gund ku xesar girtibû 500 milyar mesraf lê kir û ji nû ve çekir. Di erdheja 6'ê sibatê de dîsa hatin xaniyan nêrîn û xaniyê min e ku min bi bihayekî giran tamîr kiribû xesara giran dane. Lê xaniyê me xesar negirtiye. Niha jî dibêjin wê xaniyên xesara giran hilweşînin."
 
'CIHEKÎ KU EM BIÇINÊ TUNE YE'
 
Bi domdarî Kiymaz destnîşan kir ku heke xaniyên wan bên hilweşandin cihê ku ev biçin tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min bi bihayekî giran xaniyê xwe tamîr kir. Heke vî xanî hilweşînin ez ê zerareke mezin bikim. Zarokên me hene, em bi sevalkarî û cotkariyê debara xwe dikin. Zeviyên me li vir in pêşya me zivistanê. Heke xaniyan hilweşînin em dê bi ku ve biçin. Cihe ku em biçin tune ye. Em dev jî gundê xwe bernadin. Bila werin cardin binêrin heke xaniyê me bi rastî jî xesareke giran girtibê bila werin hilweşînin. Lê min xaniyê xwe ji nû ve tamîr kir tu xesareke xanî tune ye. Em naxwazin xaniyên me hilweşînin. Em dê zarok û sewalên xwe ji ku ve berin."
 
'KONTEYNER ÇARESERÎ NÎNE'
 
Keyayê gund Mahmût Karaaslan da zanîn  ku li gund bi tevahî der barê  19 xaniyan de biryara hilweşandinê hatiye dayin û gundî jî ji ber vê rewşe bi fikar e. Karaaslan axaftina xwe wiha domand: "Heke xaniyên şeniyên gund bên hilweşandin cihe ku biçin tune ye. Daxwaza gundiyan ev ê ku ji wan re xanî bên çekirin û pişt re xaniyên wan ên ku xesargiritinê bên hilweşandin. Yanî pêşya me zivistanê cihe ku gundî biçe tune ye. Gundî nikarê zivistanî di konteyneran de bimîne. Zivistanî berfa vir pir ê, her wiha debara gund li ser sewalan e. Di konteyneran de nikarin sewalên xwe xwedî bikin. Ji ber wê jî konteyner ne tu çareseriye."
 
'BILA JI PIRSGIRÊKA ME RE ÇARESERIYEK BÊ DÎTIN'
 
Karaaslan diyar kir ku der barê xaniyê wî de jî biryara hilweşandinê hatiye dayin û wiha pê dê çû: "Ji ber ku der barê xaniyê min de biryara hilweşandinê heye  min yemê sewalên xwe jî nekir xanî li derva ye. Daxwaza me ev ê ku demildest vê pirsgirêka me re çareseriyek bê dîtin. Heta xanî ji me re çenebin divê xaniyan hilneweşînin. Xaniyê me jî xesarek negirtiyê. Lê em nabêjin bila xaniyên ku xesareke giran girtinê hilneweşînin. Heke xesara xwe giranê bila hilweşînin. Lê divê gundî jî maxdur nekin. Bila gundiyan re xaniyan çebikin pişt re hilweşînin. Niha em nizanin wê çawa jî bibe. Xaniyan wê di heman cih de çebikin an cihe kî din çebikin. Gundî jî ji ber vê rewşe bi fikarê nizaninê çibikin. Heke niha xaniyan hilweşînin hemû şeniyên gund wê li derva bimînin cihe ku biçin tune ye. Heke xaniyan hilweşînin jî heta 6 sal an xuyayê xaniyan çenakin di wan 6 salan de gundiyê çebikin, wê li ku bimînin?"
 
'EM NIZANIN HETA ÇEND SALAN WÊ XANÎ ÇÊBIKIN'
 
Şêniyê gund Mehmet Kiymaz (85) anî ziman ku ev bi tenê xaniyekî de dimîne û derbarê xaniyê wî de jî biryara hilweşandine hatiye dayin. Kiymaz bi lêv kir ku temenê wî mezin e ev nikarê di konteyner de bimîne û wiha got: "Heke xaniyê min bê hilweşandin cihe ku ez biçim tune ye. Min daxwaza konteyner kir lê heke konteyner bidin jî ez nikarim bi vî halî xwe ve di konteyneran de bimînim. Dibêjin em ê xanî çebikin lê hilweşînin jî em nizaninê wê piştî çend salan xanî çebikin."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

17/08/2023
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in