Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!

  • rojane
  • 12:05 18 Tebax 2023
  • |
img
RIHA - Berdana girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye Mehmet Huseyîn Oz ê di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de tê ragirtin bi hinceta ; “başhal nîn e” û “Ji bo piştî derketina girtîgehê, xwedî plansaziyeke rasteqînî nîn e” 3 mehan hat taloqkirin.
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) piştî ku Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê di 28’ê adara 2020’an de ketiye meriyetê heya niha berdana 271 girtina hatiye astengkirin. Endamên di Desteya Îdarî û Çavdêriyê de cih digirin ji ber “hincetên derhiqûqî” biryarên taloqkirinê didin û di bin navê “heqê hizûrê” pere jî distînin.
 
Di nava girtiyên înfaza wan tê taloqkirin de girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bînin jî hene. 
 
Yek ji van girtiyan nexweşê sarayê ango epîlepsiyê Mehmet Huseyîn Oz (34) e. Oz di 13’ê Adara 2018’an de li Taxa Beydîlî ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê, bi îdiaya “xwekuj" hate binçavkirin û di 26’ê adara 2018’an de jî bi “îdiaya endamê rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê. Di encama darizandinên hatine kirin de 6 sal û 3 meh ceza li Oz hat birîn. Oz ê ku diviya di 25’ê gulana 2023’yan bihata berdan bi hinceta “başhal nîn e” berdana wî 3 mehan hat taloqkirin. Oz ê ku rojê 6-7 caran nobeda sarayê derbas dike, heman demê de ji ber gurcikên wî nemane nexweşîna wî lê giran dibe. 
 
‘XWEDÎ PLANSAZIYÊN RASTEQÎNÎ NÎN E’
 
Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê ji bo taloqkirina înfaza Oz neqebûlkirina poşmantiyê nîşan da. Lijne di biryara xwe de ev tişt gotin: “Ji bo pêvajoya piştî girtîgehê xwedî plansaziyên rasteqînî nîn e, potansiyela wî ya ji bo kirina sûcan gelek zêde ye û nikare bikeve nava civakê. Tevî ku girtî ji rêxistinê veqetiyaye dîsa bi kesên ji ber heman sûcan tên ragirtin tevdigere, di ragihandina mirovan de pirsgirêk dijî, ji ber ji rêxistinê dûrketiye daxwazname nedaye û nasnameya xwe ya rêxistinî diparêze û li gel van tiştan dema di girtîgehê de hatiye ragirtin de 4 caran cezayê dîsiplînê girtiye.”
 
ÎTÎRAZ HAT REDKIRIN
 
Oz bi rêya parêzerê xwe li dijî biryara Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya taloqkirina înfazê ya 2 mehan îtîraz kir. 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Dîlokê hincetên desteyê weke bingeh nîşan da û daxwazê red kir. Desteya Îdarî û Çavdêriyê dê 25’ê tebaxa 2023’yan careke din bicive û ji bo berdana bi şert dê rewşa Oz binîrxîne. 
 

Sernavên din

20/08/2023
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin
11:12 Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin
10:44 Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya
10:42 Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê
10:18 Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
09:56 Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
09:15 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe
09:06 Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e
09:05 'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn'
09:04 Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye
09:03 Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin
09:02 Li Gabarê birîna daran didome: Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin
09:01 Beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê: Diyanet bûye memûrê dewletê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN
17/08/2023
23:07 Li Geverê gelek tax ji aliyên polîsan ve hatine dorpêçkirin
20:15 Li Colemêrgê ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
19:38 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê serî netewînin
19:19 Jinan tayinkirina qeyûman protesto kir
18:30 Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e
16:09 Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê ya Malbata Şenyaşar red kir
16:01 Li Amedê kesek hate girtin
15:52 Şanak li Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin
14:02 Li Îdirê êrişê tabelaya HDP’ê hate kirin
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin