Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin

  • jin
  • 09:02 20 Tebax 2023
  • |
img

WAN - Rojnamevan Pune Aştiyan diyar kir ku Geşt-i Îrşad ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê ji qadê vekişiyabû car din vegeriyaye û got: "Ev polîs ji berê zêdetir vegeriyan, lê jin li ber xwe didin." 

Gava çalakiyên bi dirûşmeya "jin jiyan azadî" yên piştî qetilkirina Jîna Emîniyê berbelav bûbûn, rejîma Îranê neçar mabû ku Geşt-i Îrşadê (polîsên exlaqê) ji qadê vekişîne. Lê belê hat hînkirin rejîmê car din Geşt-î Îrşadê şandiye qadê. Rojnamevan Pune Aştiyan anî ziman ku Geşt-i Îrşad bi awayekî der mirovî nêzî jinan dibe û got ku dîmenên wan ên dema tahdeyê li jinan dikirin gelek caran hatin belavkirin. 
 
GEŞT-I ÎRŞAD CAR DIN VEGERIYA
 
Aştiyan ragihand ku rejîmê meha borî car din Geşt-i Îrşadê şandiye qadê û got: "Hikûmeta Îranê tenê polîsên exlaqê danexist qadê, di heman demê de gelek polîsên nû jî gihandin. Şaredariya Tahranê ku ne saziyeke polîsan e, lê niha ji aliyê îslamparêzekî li teref hikûmetê tê birêvebirin, ragihand ku ji bo qaşo Qedexeya Hîcabê, yanî Yekeya Tesetturê 400 kes wergirtine kar. Ev kes ji bo jinan servekirî bigirin û li wan bixin, 12 milyon toman meaş digirin. 12 milyon tumen ji meaşê xebatkarên din ên şaredariyê pir zêdetir e." 
 
 
‘JINÊN ÎRANÎ NATIRSIN'
 
Aştiyan wiha axivî: "Rejîm dizane ku nikare bi darê zorê ser jinan bigire, lê bi meseleya sergirtina mecbûrî dixwaze berberîbûnê çêbike. Divê neyê jibîrkirin ku gelek jinên ku bi dilxwazî serê xwe digirin jî li dijî sergirtina mecbûrî ne. Ez gelek jinên navsere nas dikim ku piştî tahdeya polîsan serê xwe vekirin. Jinên îranî li ber xwe didin. Li gor civaknasan berxwedana di jiyana rojane de, yek ji rêbaza herî bandorker a berxwedanê ye. Jin ji bo li ber hikûmetê rabin serî li bêîtaatiya sivîl didin. Gelek jin serê xwe nagirin û tew şerpeyê bi xwe re jî nagerînin. Bi etegên kurt û şortan dadikevin kuçeyê û wêneyên xwe yên bi vî awayî belav dikin. Jinên îranî natirsin. Her roj gelek jin ji ber ku bi awayekî servekirî yan jî çîpên wan xuya dike dertên derve, tên girtin. Lê jinên din ji dêvla wan vê yekê protesto dikin." 
 
Aştiyan destnîşan kir ku jin tevî hemû zextan jî li ber xwe didin û got: "Dewlet ji bo tepisandina jinan serî li her cure rêbazê dide. Ji tahdeyê bigire heya qutkirina înternetê... Lê jin serî natewînin. Her ku dewlet malperên nûçeyan digire, ew yeke din vedikin. Jinên îranî dixwazin pêwendiyê bi cîhanê re deynin. Ji bo tahdeya rejîmê ragihînin zimanên wekî tirkî, îngilîzî û fransî hîn dibin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Aştiyan di dawiya axaftina xwe de got: "Tim berxwedan hebû, lê piştî qetilkirina Jîna Emîniyê jin bêtir xwe birêxistin kirin. Jinên îranî niha li hemû qadên jiyanê têdikoşin û li ber xwe didin. Jin dibêjin ku dê welat careke din venegere rewşa xwe ya beriya mirina Jîna Emînayê." 
 
MA / Berîvan Kûtlû

Sernavên din

23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn