Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe

  • rojane
  • 09:01 29 Tebax 2023
  • |

STENBOL - Hevserokê HDP a Stenbolê Mûrat Kalmaz bilêv kir ku krîza demokrasiyê ya li welêt bi pergala tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye û got ku dê di serdema nû de ji bo jiholêrakirina tecrîdê xeteke têkoşînê ava bikin. 

 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 30 meh in tu xeber jê nayên girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatê û parêzeran jî di bin navê "disiplînê" de bi awayekî sîstematîk tên astengkirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mûrat Kalmaz têkildarî tecrîda li Îmraliyê û bandora wê ya li civakê axivî. 
 
BI TECRÎDÊ VE GIRÊDAYÎ NE
 
Kalmaz destnîşan kir ku ji bo asta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê fêmkirin divê pêşî rewşa heyî ya Tirkiyeyê bê analîzkirin û got ku tevahiya pirgsirêkên bingehîn ên li Tirkiyeyê yekser bi tecrîdê ve girêdayî ne. Kalmaz bilêv kir ku tecrîda heyî niha di şexê Abdullah Ocalan de li ser hemû civakê tê pêkanîn. 
 
PEYAMA KU TÊ XWESTIN BI TECRÎDÊ BÊ DAYÎN
 
Kalmaz anî ziman ku desthilat bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan dixwaze hin peyaman bide gelê kurd û wiha axivî: "Dewlet baş dizane ku birêz Ocalan diyarker e. Lewma bi tecrîda li ser birêz Ovalan dide der ku bi tu awayî kurdan nas nake, vîna wan û destkeftiyên wan nas nake. Vê yekê bi qeyûman û bi girtinan bi eşkere dike. Bi israra naxwaze daxwaza bi milyonan mirovî ya ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ji endîtî ve bê." 
 
Kalmaz destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê bûye sedema polîtîkayên şer û got ku dîmena derketiye holê tam berevajî pêvajoya "di navbera 2-13-2015'an de ye.
 
BANDORÊN TECRÎDÊ
 
Kalmaz bilêv kir ku şerê rû daye rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ye û bal kişand ser bandorên şer ên li Tirkiyeyê. Kalmaz bilêv kir ku ev bandor ji aboriyê bigire li ser gelek qadan didome û wiha pê de çû: Hûn hemû çavknaiyn vî welatî ji bo şer û fîşekan xerc dikin. Bi vê re Tirkiye di warê heq, hiqûq û demokratîkbûyînê de li seranserê cîhanê di rêzên herî dawî de ye." 
 
Kalmaz bi domdarî bilêv kir ku desthilat bi tecrîda Îmraliyê armanc dike ku destkeftiyên gelê kurd ji holê rake û got ku mînaka herî berbiçav jî zext û êrişên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk e. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Kalmaz bilêv kir ku wekî HDP û Partiya Çepên Kesk helwestên wan ên li dijî tecrîdê pir zelal in û got ku dê di serdema nû de ji bo jiholêrakirina tecrîdê xeteke têkoşînê ava bikin. Kalmaz wiha bang li desthilatê û hemû derdorên civakî kir: "Hemû kesên dixwazin rewşa vê welatî baş bibe û ev welat bibe welatekî demokratîk, divê ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tevbigere. Madem rêya Yekîtiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe, rêya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî di rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan de derbas dibe." 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

30/08/2023
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin
09:18 Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin
09:02 Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin!
09:02 'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'
09:01 'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"
09:00 ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN
29/08/2023
21:57 Leşkerek mir
20:02 Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
18:09 Li herêma Omeriyan operasyona leşkerî
17:26 Cenazeyê Koç nedan malbatê
16:52 TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt
16:47 Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike
16:22 Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan
16:04 Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin
15:56 Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin!
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name