Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne

  • rojane
  • 11:13 31 Tebax 2023
  • |
img

AMED - Şêniyên Taxa Febrîqeyê diyar kirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hewl dide bi darê zorê malên wan biherifîne. Şêniyan, komên zabiteyan ên ji bo hilweşandinê hatin taxê dûr xistin. 

 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2021’an de ji bo 20 mal û erdên li kolana 831’emîn a li Taxa Febrîqeyê ya Bajarê Nû biryara “Îstîmlaqkirin û herifandinê” da. Şêniyên taxê jî li dijî vê biryarê derdikevin û têkoşîna hiqûqî dan destpêkirin. Şêniyên taxê li dijî biryarê li 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê doza betalkirinê vekir. Doz, ji hêla dadgehê ve hate redkirin. Li ser vê yekê şêniyênt axê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê dan. Doz hêj didome û ji bo erdên xwediyên malan bihayeke di navbera 40 hezar û 260 hezar lîreyan de hate diyarkirin. Zabiteyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de hatin taxê û ji şêniyan re ragihandin ku dê malên wan bên hilweşandin. Şêniyên taxê jî gotin dê destûrê nedin malên wan bên xerakirin û bertek nîşan dan. 
 
‘HEKE ME BIKUJIN JÎ EM DERNAKEVIN’
 
Ji welatiyan Tekîn Koyun ku dê mala wî ya du qet were hilweşandin da zanîn ku zabite hatine taxê û gotine ku dê ji ewil mala Emîn Yaprak û rojek piştre jî mala Heybet Koyun were hilweşandin. Koyun, wiha dom kir: “Me jê pirs kir bê ka biryareke dadgehê heye yan na. Lê tu ewraq nîşanî me nedan. Ev bû salek û nîv ku doza me didome. Bêyî ku delîlek hebe yan jî biryareke dadgehê, dixwazin hilweşînin. Ji sedî 99 van ji mitehitan pere girtine. Dê tenê 550 mîtro rê were vekirin. Dê 19 mal ji ber sîteyekê bên tunekirin. Tu muxatab nînin ku em pê re biaxivin. Tenê ji me re dibêjin ‘ji we re pere û ji wir derkevin.’ Ji bo mala min dibêjin 40 hezar TL. Tekane daxwaza me, mafê me ye. Bila muxatab bê pêşberî me û heqê me bidin. Heke ev mal bi 3 milyon TL’an were çêkirin û tu bi 400 hezar TL’an bifiroşî û kirê jî bûne 15 hezar TL ma em ê çawa bikin. Em ê bi tu awayî nehêlin malên me herifînin.” 
 
‘QEYÛM MALÊN ME BI DARÊ ZORÊ DIHERIFÎNE’
 
Welatiyê bi navê Necat Kurt jî destnîşan kir ku dê ji bo sîteyekê malên li kolanê bên hilweşandin û ev tişt anî ziman: “Ji bo malên me yên bi milyonek TL’an tenê 116 hezar TL’an pere didin. Şaredariya qeyûm hewl dide me bi darê zorê ji malên me derxîne. Bila heqê me bidin me, wê demê bila biherifînin. Ji bo 18 malan bila tu kesî mexdûr nekin. Daxwaza me ew e ku heqê me bidin. Ji bo mala me ya du qet û 160 metrekare 116 hezar TL’an didin. Bi vî pereyî em nikarin odeyekî jî çêbikin. Niha torosek bi 200 hezar TL’an e. Şaredariya qeyûm hewl dide bi darê zorê malên me biherifîne. Em ê destûr nedin. Heta ku me nekujin nikarin wan avahiyan hilweşînin.” 
 
'BI 200 HEZAR TL’AN MIROV NIKARE DAŞIRÊ ÇÊBIKE’
 
Jina bi navê Kamîle Yaprak jî pirsa “Heke malên me bên hilweşandin ma em ê bi ku de biçin?” kir û wiha domand: “Bi wî pereyê didin me em nikarin ji xwe re erd û avahî bikirin. Nahêlin em li malên xwe bimînin. Bila bo me çareseriyekê peyda bikin. Em jin dê nehêlin malên me xera bikin. Me ji bo çêkirina van malan kedekî mezin da. Me jinan bi xwe ev hesin girê dan. Qalib me bi xwe girê dan. Heta me ev mal çêkirin em pê ve perîşe bûn. Dê 200 hezar TL’an bidin me lê bi vî pereyî daşir jî nayê çêkirin.” 
 
Pakîze Kurt jî bi lêv kir ku mala wan hatiye hilweşandin lê mafên wan nehatine dayîn. Kurt, wiha pê de çû: “Bihayê mala me weke 170 hezar TL diyar kirin. Bi vî pereyî kolik jî nayê çêkirin. Dema heqê me dan me em ê destûr bidin. Lê hem pere nadin hem me bi darê zorê derdixînin. Heke heqê me nedin, me bikujin jî nikarin bikevin vê derê. Di vê krîzê de em ê bêmal çawa bikin? Bila yan malê bidin me yan jî xwe têkilî me nekin.” 
 
'QEYÛM ZORÊ LI ME DIKE’ 
 
Têkildarî mijarê Îzzet Kurt jî destnîşan kir ku ji bo mal û baxçeyê wî 70 hezar TL pere hatiye diyarkirin û wiha bertek nîşan da: “Erdê min ê tapûkirî ye. Lê bi darê zorê hildiweşînin. Heqê mala me çi be bila wî bidin me. Baxçeyê min donimek erd û mala min jî 150 metrekare ye. Hekê heqê me bidin em ê derkevn. Ji bo mala zarokê min 40, ya birayê min jî 70 hezar TL’an didin. Bi vî pereyî mirov nikare hesin jî bikire. Dewlet ji me re dibêje ‘em ê bi darê zorê hilweşînin.’ Qeyûm bi zanebûn hilwedişîne.” 
 
ZABITEYÊN JI BO HILWEŞANDINÊ HATIN JI TAXÊ HATIN DERXISTIN
 
Komên zabiteyan ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê duh ji bo hilweşandinê çûn taxê lê şêniyan nehiştin bikevin taxê. Şêniyên taxê zabite dan ber keviran, dûr xistin û gotin ew biryara qeyûm nas nakin. Piştî bertekan, li cihê bûyerê polîs hatin veguhestin. Polîsan xwestin bi şêniyên taxê re hevdîtinê bikin. Di encama hevdîtinê de biryar hate dayîn ku karê hilweşandinê dest pê neke. Li gorî agahiyan; heta biryara dadgehê tê şandin dê komên girêdayî şaredariyê nekevin nava hewldana hilweşandinê. 
 
Li ser vê yekê şêniyên taxê çalakiya xwe ya nobetê bi dawî kirin. 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

02/09/2023
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî