‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’

  • jin
  • 10:02 1 Îlon 2023
  • |
img

AMED - Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan diyar kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihîştiye bi milyonan kes û got: “Heke îro jin dikaribin xwe bînin ziman û dibin îrade, ev yek encama felsefeya Rêberê Gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê girtî ye û di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. 30 meh in tu xeberek ji Ocalan nehatiye wergirtin. Ji bo hevdîtina li gel wî jî çi serlêdan tên kirin, hemû tên redkirin an jî bêbersiv tên hiştin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan anî ziman ku li dijî tecride girankirî ya mutleq felsefeya Abdullah Ocalan gihîştiye bi milyonan kes û ew wek jin bi bawer û biryar in ku dê tecrîdê rakin. 
 
Emîne Înan
 
‘DIXWAZIN BI TECRÎDÊ BÊHAFIZE BIHÊLIN’ 
 
Înan da zanîn ku tecrîd ji Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dest pê dike û got: “Polîtîkaya tecrîdê pêvajoyek ku bi 9’ê Cotmehê dest pê dike ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di sala 1999’an de di encama komployek mezin de anîn Tirkiyeyê. HemTirkiyeyê û hem jî hêzên navneteweyî felsefeya Abdullah Ocalan kirin hedef. Ji roja ku pêvajoya li Girava Îmraliyê dest pê kir û heta niha bi hincetên cuda hevdîtinên parêzer û malbatê tên astengkirin. Tecrîd îzolasyon e, dixwaze kes ji civakê qut bike, bênasname bihêle û bêhafize bihêle. Her çiqas ev sepan li ser birêz Abdullah Ocalan tên kirin jî ew bi paş ve gav neavêje û her tim ji bo aştî û diyalogê peyaman dide.” 
 
‘PARADÎGMA MUDAXILEYA LI SERDESTIYÊ YE’ 
 
Înan da zanîn ku heke bi Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbibin dê pêvajoya krîzan bi dawî bibe û Ocalan li dijî pergala faşîzmê û antîdemokratîkbûnê paradîgmaya demokratîk, ekolojik û azadîxwaziya jinan wek alternatîf pêşkêşî gelan kir. Înan diyar kir ku paradîmaya Abdullah Ocalan mudaxileya li pergalên serdest in û got: “Li welatek nedemokratîk hertim qetlîam çêdibin û her tim zext li ser civakê tên kirin û gel ne li gorî xwesteka xwe, xwe bi rê ve dibe. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê yekê qebûl nekir û di serî de rêberiya kurdan û hemû gelan kir û têkoşiya. Lewma her ku diçe tecrîd girantir dibe. Çimkî desthilatdarî ji bo ku serdestiya xwe bidomîne naxwaze ku paradîgmayek azadîxwaz bikeve meriyete û naxwaze muxatabê wê bibe. Li dijî vê jî tecrîdê didomîne.” 
 
‘HER KU TECRÎD BIDOME DÊ KRÎZ ZÊDETIR BIBIN’ 
 
Înan ku got, “Tecrîda herî dijwar bi serê gelan ve hatiye” û wiha axivî: “Belê rast e, 25 sal in ev tecrîd heye lê belê gel her carê di 8’ê Adarê de, di Newrozê de û di hemû mitîng, civîn û hevdîtnên din de her kes tîne ziman ku birêz Abdullah Ocalan tekane muxatab e. Niha îro jî sedemên krîzên heyî, talan xwezayê, kuştinên jinan bi tecrîdê ve girêdayî ye. Em ji vê re dibêjin qirkirin. Ji ber paradîgma û pêşbîniyên birêz Abdullah Ocalan rast in û bi milyonan da pey wî demildest tecrîdê dixin dewrê.” 
 
FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ GIHÎŞT MILYONAN 
 
Înan destnîşan kir ku tevî hemû dijwariya tecrîdê jî paradîgma û felsefeya Abdullah Ocalan gihîştiye bi milyonan kesanû wiha got: “Heke îro jin dikaribin xwe bînin ziman û dibin îrade, ev yek encama felsefeya Rêberê Gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin. Êdî îro tenê ne bi hezaran bi milyonan kes tenê ne li Tirkiyeyê jin li her devera dinyayê dibêjin bedela wê çi dibe bila bibe têkoşîna xwe didomînin. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ya ku ji felsefeya birêz Abdulah Ocalan peyda bû, li tevahiya cîhanê belav bûye. Yên ku ne ji netew, ziman û çanda me jî dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ watedar dibînin û berz dikin. Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ketiye meriyetê û êdî wê wek jiyanê ji nifşan derbasî nifşan bibe. Di her çalakî û şahiyan de ev dirûşm olan dide. Jin nîşan didin ku vê îradeyê, nasnameyê û hafizeyê bi xwe ve girêda ne. Çimkî Rêberê Gelê Kurd di her warî de xwest jin bibin îrade û xwedî li civaka polîtîk a ehlaqî û hebûna xwe derkevin. Birêz Abdullah Ocalan kesên ku xwestin jinan biavêjin plana paşê dahûrand û vê yekê pêşkêşî jinan kir. Em vê îradeyê bi Abdullah Ocalan ve girê didin û nirx didinê. Li Ewropayê û çar parçeyên Kurdistanê êdî jin bûne îrade û têkoşînek jinan a ku ji milyonan derbas kiriye heye.” 
 
‘JIN LI DIJÎ TECRÎDÊ DÊ SEFERBER BIBIN’ 
 
Înan anî ziman ku jin bi bawer û biryar in ku dê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan rakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her çiqas ew tecrîdê disepînin bila bisepînin, ew hafize her ku diçe xwe nûjen dike. Ew felsefe her roj din jîn û hebûn. Em ji bo ku tecrîd bê rakirin çi ji destê me were em ê bikin. Em ê li taxani li kolanan hemû derfetên xwe seferber bikin. Ji bo tecrîd bi temamî ji holê rabe divê em hin bêtir têkoşîn û hewl bidin. Pêşengên vê hewldanê jî em jin in. Pergal dixwaze bi tecrîdê felsefeya birêz Abdullah Ocalan ji hişê jinan bê paqijkirin. Lê jinan ji bo vê yekê bedelek giran da. Her çiqas jin hatin girtin, bi tundiyê re rûbirû man, hatin qetilkirin jî lê jinan got çi dibe bila bibe em ê xwedî li ‘Jin jiyan azadî’ derbikevin û di rakirina tecrîdê de bi biryar in.” 
 
MA / Eylem Akdag 
 

Sernavên din

02/09/2023
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî