Biraziyê şaredarê AKP'î rojnameger derb kir û gefa kuştinê lê xwar

img
RIHA - Rojnameger Mehmet Karakeçîlî ku ji aliyê biraziyê Şaredarê Wêranşarê ve hatibû derbkirin bi lêv kir ku biraziyê şaredar gefa kuştinê li wî xwariye û jê re wiha gotiye: “Heke tu derbarê şeredariyê de binivîsî tu dê bimirî.”
 
Qeymeqamê navçeya Wêranşar a Rihayê ji ber tayina wî derket di 29’ê tebaxê de li navçeyê xwarina xatirxwestinê da. Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Vîran Tv’yê Mehmet Karakeçîlî yê beşdarî xwarinê bibû dema piştî xwarinê ber bi wesayîta xwe ve meşiya rastî êrişa Îsmaîl Ekîncî yê parazvan û di heman demê de biraziyê Şaredarê Wêranşarê Salîh Ekîncî hat. Êrişkar Îsmaîl Ekîncî qontaxa çekê ber çavê Karakeçîlî da û ew derb kir. Piştî derbkirinê Karakeçîlî rakirin nexweşxaneyê. Karakeçîlî ku ji ajansa me re axivî bi lêv kir ku berpirsyarên êrişê Şaredar Salîh Ekîncî û Serokê Odaya Ziraetê yê Rihayê Bahrî Ekîncî ye.
 
‘SEDEM NÛÇEYÊN DERBARÊ ŞEREDARIYÊ DE NE’
 
Karakeçîlî, diyar kir ku sedema êrişê nûçeyên wî yên derbarê şeredariyê de bûne û wiha got: “Di 4'ê sibatê de hilbijartina serokatiya Odaya Zîraatê hebû. Yek ji namzetê serokatiyê xezûr û apê şaredar Îsmîl Ekîncî, Bahrî Ekîncî bû. Me jî wisa bihîst ku şaredariyê ji delegeyên ku serokatiyê hildibijerin re gotiyê ‘heke hûn Bahrî Ekîncî bikin serok, em jî dê di şaredariyê de kar bidin xizmên we.’ Di hilbijartinan de Bahrî Ekîncî bi serket û piştî 2 rojan di 6'ê sibatê de Şaredariya Wêranşarê 150 kes girtin kar. Me jî lêkolîn kir ku paşnavê yên ku ketine kar û yên di hilbijartina Odaya Zîraatê de delegebûne ji hev digirin. Li ser vê me jî nûçe çêkir. Herî dawî jî şaredar 4 zewiyên li Senayiya Wêranşarê girtine ser xwe, me jî nûçeya wê çêkir. Piştî wê nûçeyê şaredariyê gefên êrişê li min xwarin.”
 
‘EWLEHIYA MIN TUNE YE’
 
Bi domdarî Karakeçîlî destnîşan kir ku jiyana wî ne di ewlehiyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredariya Wêranşarê ji bo çekirina rêyan 30 wesayit kirê kirin lê di wan wesayitan de tenê 15 wesayit dan xebitandin û yên din jî dan sekinandin. Min jî wêneyê wan kişand û ji şaredariyê re pirs kir, gelo heke pêdiviya şeredariyê ji wesayitan heye çi ma ew wesayît li vir danê sekinandin an jî heke pedivî bi wesayitan tune ye çima 30 wesayît kirê kirin û pereyên şaredariyê wisa berhewa xerç dikin. Lê ji aliyê şeredariyê ve ev pirsên min nehatin bersivandin. Herî dawî jî ev êriş çêbû. Edî ez nizanim ji bo ku min nûçe derbarê şaredariyê de çêkirinê dê çi bê serê min, ewlehiya jiyana min tune ye.”
 
‘ÊRIŞKAR HAT BERDAN’
 
Karakeçîlî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişkar hate binçavkirin lê dozger dest danî ye ser çeka wî ya birûhset û ew bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kir. Lê tevî vê yekê dadgeha nobedar bi biryara şertê kontrola edlî ew berdaye. Divê ev êriş bêceza nemîne ji ber ku necezakirin rê li ber van tiştan vedike. Banga min li Serokkomar û Wezareta Dadê jî ew e ku zextên li ser çapemeniyê rakin û bihêlin bila rojnameger ji tiştên rast re bêj in rast yên ne rast re jî bikarê bêje nerast e.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

18/02/2024
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin