Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand ku operasyona leşkerî ya li Dêrazorê bi dawî bûye û derbasî pêvajoya operasyonên ewlehiyê yên diyarker ên li dijî şaneyên DAIŞ'ê bûye.  QSD'ê got: "Di operasyonê de 29 çekdar hatin kuştin, 25 şervan  û 9 sivîl şehîd bûn."
 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê"  ku 27'ê Tebaxa borî li gundewarê Dêrazorê dabû destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
HSD'ê ragihand ku di operasyonê de 29 çekdar hatin kuştin, 25 şervan  û 9 sivîl jiyana xwe ji dest dan û hejmareke çeteyên DAIŞ û yên Dîfa El Wetenî hatin girtin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di serî de rejîma Sûriyeyê û rejîma tirk, gelek hêzan hewl dan fitneyê biafirînin. Lê bi saya peywendiya domdar a di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û şêniyên herêmê de rê li ber hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê hat girtin û operasyon bi ser ket."
 
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
 
''Hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk bi serkêşiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di 27'ê Tebaxa borî de, bi navê 'Xurtkirina Ewlehiyê' operasyoneke ewlehî û leşkerî da destpêkirin. Armanca sereke ya operasyonê hedefkirina şaneyên DAIŞ'a a terorî ye ku di sala borî de zêdetirî 60 êriş li dijî hêzên me yên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêniyên herêmê pêk anîn. Armanca din a operasyonê serdegirtina bazirganên narkotîkî û sûcdar ne yên ku ji aliyê saziya edaleta Dêrazorê ve têne xwestin ne, ji ber ku sûc li dijî şêniyan û saziyên giştî kirine.
 
Di du rojên pêşîn de, operasyon li gorî hatibû plankirin bi rêve çû. Hêzên leşkerî hejmarek endamên şaneya rêxistina DAIŞ'a terorîst û bazirganên narkotîkî girtin. Her wiha zêdetirî 90 gundên li rojava û bakurê Dêrazorê paqij kirin.
 
Di serî de saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê, gelek aliyan dîtin ku serketina operasyonê dê proje û planên wan ên li herêmê têk bibin. Ji ber vê yekê van aliyan berê bûyeran dan aliyekî din û hin kesayetên girêdayî xwe bi kar tînin, her wiha endamên çekdar di aliyê rojava yê çemê Firatê re derbasî gundên Dêrazorê kirin. Endamên çekdar bi navê artêşa eşîran bi şaneyên çekdarên girêdayî rejîmê re bûne yek. Artêşa navborî bi xwe rêxistineke ewlehiyê ye ku rasterast girêdayî rejîmê ye.
 
RASTIYÊN LI SER OPERASYONÊ:
 
* Operasyon di bingeh de li dijî şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞ'ê bû. Lê dema ku endamên girêdayî rejîma Sûriyeyê tevlihevî derxistin, ev operasyon veguherî pevçûnan li dijî wan endaman ku ji rojavayê çemê Firatê derbas bûbûn. Van endaman hewl dan fitneyê di navbera şêniyên û Hêzên Sûriya Demokratîk de derxin, lê hewldanên wan têk çûn.
 
* 125 gundên herêma Dêrazorê di bin kontrola Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk de ne. Lê pirsgirêk û alozî li 5 gundan tenê rû dan, ku endamên rejîmê û kesên sûcdar derbasî wan bibûn.
 
* Hêzên me di rojên pêşîn ên operasyonê de tundî bi kar nedanî, lê xwest bi aqil, zanebûn û sebirê aloziyan çareser bike û dawî li tevliheviyê bîne. Lê endamên  çekdar êrişî saziyên xizmetguzariyê yên wekî şaredarî û stasyonên avê kirin. Bi taybet saziya avê ya li Zîbanê talan kirin, dizîn, şewitandin û wêran kirin. Her wiha hewl dan şer ber bi herêmên sivîlan ve bikişînin. Ev yek xeterî li ser şêniyan çêkir. Ji ber vê  yekê şêniyan bang li QSD'ê kirin ku destwerdanê bikin û dawî li rewşa aloz û xirabkirina saziyan werînin.
 
* Hêzên me banga şêniyan û rûspiyan bi cih anîn û dest bi paqijkirina 5 gundan kirin û gund paqij kirin. Hinek çekdaran xwe radest kirin û hinekên din jî ber bi aliyê herêmên rojava yê çemê Firatê ve reviyan ku di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de ne.
 
* Di dîroka aloziya Sûriyeyê de, tiştekî wisa çênebûye ku bi rêjeyeke ewqasî mezin hewldanên terîkkirin û derxistina fitîneyan li dijî hêzên me nehatine kirin. Lê hêzên me tevaî şervan û fermandarên xwe bi aqil, zanebûn, berpirsyarî û disîplînî nêzî rewşê bûn.
 
* Di serî de rejîma Sûriye û ya Tirk, hinek hêzan hewl dan fitneyê biafirînin. Lê bi saya peywendiya domdar a di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û şêniyên herêmê de, her wiha bi saya agahdarîkirina şêniyan bi geşedanên operasyonê, rê li ber hewldanên têkbigirina ewlehiya herêmê hatin girtin û operasyon bi ser ket. Li vir em lehengiya şervan û fermandarên xwe, nûnerên civakê yên şêx û eşîran silav dikin ku alîkarî û agahî dan me û mîsyona hêzên me ya li dijî wan çekdaran hêsan kir.
 
* Di operasyonê de 29 çekdar hatin kuştin, 25 şervanên me û 9 sivîl bi çekên çekdaran şehîd bûn. Çekdaran di şerên xwe yên li dijî hêzên me çekên giran û moşekan milan bi kar anîn, dîmenên ku hatin parvekirin vê yekê piştast dike. Her wiha 4 endamên Dîfa Wetenî yên girêdayî rejîma Sûriyê û 2 endamên rêxistina DAIŞ a terorî, 15 çekdarên din hatin girtin. Dîsa jî miqdareke mezin a çek û teqemenî ket destê hêzên me.
 
* Di demekê de ku operasyon berdewam kir, hêzên me bi şêxên eşîran re civiyan ku eşîra Igêdat bi herdû beşên wê Bikêr û Şiêtat amade bûn. Hemûyan  xwestin ku divê rê neyê dayîn endamên derve derbasî Dêrazorê bibin û ewlehî û istiqrara wê xirab bikin.
 
* Îro jî piştî ku tevahî herêmê hatin paqijkirin û çekdarên biyanî hatin qewitandin, em Hêzên Sûriya Demokratîk radighînin ku operasyona leşkerî ya bingehîn a li Dêrazorê bi dawî bû û derbasî pêvajoya operasyonên ewlehiyê yên diyarker ên li dijî şaneyên DAIŞ a terorîst û kesên sûcdar dibe.
 
* Hemwextî operasyona 'Xurtkirina Ewelehiyê', artêşa Tirk a dagirker êrişên domdar li dijî herêmên Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir û Zirganê pêk anîn. Hêzên me bi hemû teşkîleyên xwe yên leşkerî bersiva êrişan dan, êriş pûç kirin û ziyanên mezin gihandin çeteyan.
 
* Rejîmên Sûriye û Tirk hewl dan fiteniyekê li gelemperiya Sûriyeyê û herêma Dêrazorê bi taybet biafirînin û rengekî xeternak bidin bûyerên, lê hewldanên wan li wan qulupîn. Bi saya sekna hêzên me û hişyarbûna gelê me û bi saya kombûna gel a li derdora hêzên me hêvî û armancên her du rejîman têk çûn. Bûyerên ku li 5 gundan rû dan, niyetên hêzên derve raxistin ber çavan ku hewl dan ewlehiya herêmên me û şêniyên wê têk bibin. Bi saya zanebûna gelê me û baweriya wê ya bi hêzên wê yên parêzvann, tevahî komplo û plan hatin pûçkirin.
 
* Di demekê de ku em spasiya gelê xwe û rêveberên civaka Dêrazorê dikin ku ku di şerê li hemberî fitneyan piştgirî dan hêzên me, em soz didin ku em ê li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorî, çi kesên ku hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin û li dijî hemû aliyên aliyên ku xwe dispêrên îradeya derve û hewl tevlihevî û fitneyan derxistin, asta têkoşîn û xebatê xurt bikin. Her wiha em ê hewldanan bi baldarî û berpirsyartiyeke mezin nêzîk bibin."

Sernavên din

09/09/2023
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
10:28 Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin
10:23 Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike
10:04 Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin
09:57 Rojnamevan Bîlgîn: Li Dêrazorê gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin
09:15 Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
09:03 Li Wanê meseleya xizmeta tenduristiyê: Pirsgirêk bi pansûmankirinê çareser nabe
09:02 Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike
09:00 Li Semsûrê dibe ku mexdûrên erdhejê vê zivistanê di konan de derbas bikin!
09:00 ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2023’YAN
08:55 Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir
05/09/2023
22:50 Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû
19:35 Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:42 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
16:39 Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin