ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin

  • rojane
  • 14:38 16 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’a ku ji bo Dayikên Şemiyê yên tevî biryara AYM’ê ketina wan a Qada Galatasarayê tê astengkirin, daxuyanî da, wiha got: “Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin.”
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê tên bahev tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî çalakiya wan bi hinceta biryara “qedexe” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê 24 hefte ye tê astengkirin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ev rewş li gelek bajaran şermezar kirin. 
 
EDENE 
 
Şaxa ÎHD’a Edeneyê bi armanca piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li ber avahiya komeleya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku pankarta “Cihê lêgerîna edalet û heqîqetê, Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate vekirin de gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de metnê çapemeniyê yê hevpar endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Edeneyê Hasan Karabûlût xwend. Karabûlût ê aqûbeta Abdûlmecît Baskin û hemû windakiriyan pirsî wiha got: “Çend sal derbas bibin bila derbas bin jî em ê ji bo Baskin û hemû windakiriyên xwe dest ji lêgerîna edaletê bernedin û bînin bîra dewletê ku neçare li gorî normên hiqûqê tevbigere.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
Şaxên Mersînê yên ÎHD'ê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), bi armanca piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re li Parka Ozgur Çocûkê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya pankarta “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne” hate vekirin de parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, endamên Rêxistina HDP’a Mêrsînê û gelek nûnerên saziyan lê amade bûn. 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Gazî Încî, li ser navê girseyê daxuyaniya hevpar xwend. 
 
WAN 
 
Daxuyaniya ku Şaxa ÎHD’a Wanê xwest bi armanca piştgiriya Dayikên Şemiyê li ber avahiya xwe bidin, ji ber biryara qedexeyê ya Walîtiya Wanê ya du rojan hate astengkirin. Ji ber polîsan di ketina avahiyê de barîkat avakirin, daxuyaniya çapemeniyê li ber derî hate kirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Firat Dûrmaz, bertek nîşanî biryara Walîtiyê da. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn her tim dirûşmeya “Zext nikarin me çavtirsandî bikin” berzkirin. Hate diyarkirin ku dê giliyê walî bikin.
 
RIHA 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê ji bo piştgiriya çalakiya Dayikên Şemiyê li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Em dev ji lêgerîna windayên xwe, ji Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê bernadin” dinivîsî hat daliqandin. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Rêvebera ÎHD’a Rihayê Nahîde Polat Aslan ku metna daxuyaniyê xwend bi lêv kir ku Abdullmecît Baskin ê 41 salî û bavê 3 zarokan di 4'ê cotmeha 1993'yan piştî binçavkirinê hatiyê qetilkirin û çîroka wî vegot. Aslan diyar kir ku doza qetilkirina Baskin di 14'ê îlonê de bi demboriyê re rû bi rû maye û got ku ew dê heta dawiyê ji bo Baskin û hemû kesên hatine windakirin têkoşîna edaletê bikin. 
 
ŞIRNEX
 
Şaxa ÎHD’a Şirnexê jî ji bo piştgirî bide Dayikên Şemiyê li Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên Aştiye, rêveberên Partiya Çepên Kesk, endamên Genel-Îşê, aktîvîstên TJA’yê tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Em ê li ser daxwazên xwe yên rewa yên hiqûqê israr bikin. Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hat vekirin. 
 
Endamê ÎHD’ê Adnan Şenbayram daxuyanî xwend. Vê hefteyê li aqûbeta Abdulmecît Baskin hate pirsîn. Şenbayram, diyar kir ku Baskin di binçavan de hate wendakirin û got: “Bavê 3 zarokan Abdulmecit Baskin ê 41 salî Midûrê Nifûsê yê Navçeya Altindagê ya Enqereyê bû. Di 4'ê cotmeha 1993'yan de piştî lêpirsîna ku hatiye destpêkirin cenazeyê Baskin ku destên wî ji piştê ve hatibûn girêdan, li herêma Golbaşiyê ji aliyê cotkarekî ve hatiye dîtin. Lêpirsîna ku di encama serlêdana malbatê de hatibû destpêkirin bi awayekî bi bandor nehat meşandin. Çend sal li ser bûyerê derbas bibin jî em ê dev ji pirskirinê bernedin.”
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bi armanca piştgiriya Dayikên Şemiyê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de pankartên “Windakirî diyar in faîl li ku ne” û “Windakirî wijdan in, li wijdana xwe xwedî derkeve” hatin vekirin. Metna hevpar ku Navenda Giştî ya ÎHD’ê amade kiriye û li gelek bajaran hate xwendin ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya hatiye kirin bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/03/2024
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan