Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye

  • rojane
  • 11:02 22 Îlon 2023
  • |
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan, ji bo kongreya wan a nêzîk dibe banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ev kongre kongreya jinên tevî her cure zilmê dibêjin ‘jin jiyan azadî felsefeya me ye’ ye.”
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan, têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Çalaganê, da zanîn ku îro danê sibê di serdegirtinên malan de endama Meclisa Jinan Hacer Elçîn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin û got ku ew bi operasyoneke din a çewisandin û tirsandinê ya li dijî hemû kesên muxalîf ku ji bo wekhevî, demokrasî û azadiyê têdikoşin re rû bi rû mane. Çalaganê axaftina xwe wiha domand: “Em bi vê minasebetê careke din diyar dikin ku têkoşîna me ya jinan bi zext, binçavkirin û girtinê nayê astengkirin û em bang dikin ku demildest jinên girtî bên berdan. Ez dixwazim bi bîranîna Jîna Mahsa Emînî ya ku di 16’ê Îlonê de ji aliyê hêzên girêdayî rejîma melayên faşîst ên Îranê ve bi hinceta ku serê xwe baş girênedaye hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate qetilkirin, dest bi axaftina xwe bikim. Ez hemû jinên ku li dora felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' bûne yek, silav dikim. Ez kesên ku di karesata lehiyê ya li Lîbyayê û erdheja li Fasê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim.”
 
‘PIŞTGIRIYÊ DIDIN POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ QIRÊJ AKP’Ê Û MHP’Ê’ 
 
Çalaganê Denîz Bulbul ê di êrişa çekdarî ya li dijî nûnertiya KNK'ê de jiyana xwe ji dest da bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Hêzên tarî yên sala borî li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel qetil kir îro li Hewlêrê ketiye meriyetê. Ji aliyekî hêzên tarî yên paramiliter welatparêzan qetil dikin ji aliyekî din ve jî êrişên bi destên PDK'ê yên li dijî gelê kurd zêde dibin. Hevkariya êrişên li ser destketiyên gelê kurd dike û berjewendiyên xwe dixe pêş berjewendiyên gel. Ev polîtîkaya heta îro bi ser neketiye. Ev kesên van êrişên qirêj pêk tînin wê di rûpelên dîrokê yên tarî de cihê xwe bigirin. Bila neyê jibîrkirin ku her êrişên li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê li dijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê kurd e. Tê wê maneyê ku ev kes guhên xwe ji têkoşîna aştî û rûmetê ya dayikan digirin. Ev tê wê manê ku ev kes piştgiriyê didin polîtîkayên şerê qirêj ên li dijî jinên kurd ên tifaqa AKP-MHP'ê. PDK di Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de êrişî gelê xwe dike, kesên vê tundiyê şermezar dikin jî bi tundiya polîs û leşkerên AKP-MHP'ê rû bi rû tên hiştin. Gelek rêhevalên me yên jin ji ber ev êriş şermezar kirin tundî û zilm dîtin. Em careke din dibêjin wê ne siyaseta hevpar a li dijî destkeftiyên gelê kurd wê têkoşîna me ya azadî û wekheviyê bi ser bikeve. Wê têkoşîna me ya jinan bi ser bikeve.”
 
‘JINÊN GIRTÎ DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNADIN’ 
 
Çalaganê bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê îşkence li jinan hatiye kirin û wiha pê de çû: “Rêbaza benê berazan li hember girtiyan pêk anîne. Ev kesên vê rêbaza îşkenceyê bi kar tînin hîn di bîra me de ne. Em îro dibînin kesên piştevaniyê didin van li ser kar in. Kesên duh ev îşkence kirin wekî ku tiştek nebibe hatin berdan. Îro dîsa tu ceza li kesên bi heman zihniyetê vê rêbazê dişopînin, nayê birîn. Lê belê jinên girtî yên ev teşhîr kirin hatin sirgunkirin. Hevalên me yên jin ên ku ji bo têkoşîna jinan li berxwe didin û di girtîgehan de ne wê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê nehêlin îşkenceya li jinên girtî hatiye kirin bê nixumandin. Dîsa hefteya borî li Mêrdînê li hember tecawizkaran polîtîkaya bêcezahiştinê di meriyetê de bû. Yek jê cerdevan 3 kesên bi awayekî sîstematîk tecawizî jina 22 salî kirin hatin berdan. Ev nîşan dide ku daraza mêr a ji polîtîkayên zayendperest ên desthilata hêzê digire di meriyetê de ye. Hat nîşandan ku çawa tê parastin.”
 
‘EM Ê PERGALEKE KU BERSÛC BÊN CEZAKIRIN AVA BIKIN
 
Çalaganê axaftina wiha dewam kir: “Em ê li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê pergaleke ku bersûc bên cezakirin ava bikin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê mezin bikin. ‘Qesrên Edaletê’ yên vî welatî li dijî jinan sûc dikin. Ev desthilat dewsa deskeftiyên jinan biparêze dixe nava talûkeyekê.
 
WEZARETA XIZMETÊN CIVAKÎ Û MALBATÊ MÊRAN DIPARÊZE 
 
Îro bi hezaran jin ji bo debara xwe bikin  di nav tundiyê de hewl didin ku bijîn. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê îro dibêje 'Jin nafaqê naxwazin', li ser navê jinan diaxife. Ev tişt tê wateya parastina mêrên sûcdar. Veqetandina jin û mêran dixe nava zehmetiyan û ev rêbaz jî dibe sedem ku jin di nava tundiyê de û girêdayî mêr bijî. Bedela mezin a xizaniyê jin didin û jin bêtir xizan dibin. Em carek din bang li wezaretê dikin ku bila berpirsiyariya xwe bîne cih û bila dev ji dagirkirina destkeftiyên jinan berde. Divê parastinê destkeftî û mafê jinan biparêze. 
 
DAXWAZA PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ 
 
Îktîdar bi ÇEDES'ê pergala perwerdê diguherîne. Bi navê 'Şewirmendiya manevî' mele, muezzin û vaîzan tayînê dibistanan dike û hewl dide ku bi vê projeyê perwerdeya bi zimanê dayikê, laîk, demokratîk û zanyarî ji holê rake. Ji xwe bi hezaran zarok nikarin mafe perwerdê ya wekhev sûdê bigire. Îro ji xwe bi hezaran zarok nikarin bi zimanê xwe ya dayikê perwerdê bibîne. Em ê li her qadê parastina perwerdeya wekhev bikin û ji bo pêşeroja zarok û ciwanan em ê li dijî rejîma yekparêz têbikoşîn. 
 
JI BO KONGREYÊ BANGA TEVLIBÛNÊ 
 
Me di 8 û 9'ê Îlonê de beriya kongreya mezin konferansa xwe ya jinê pêk anî. Ev konferan bi coş û moraleke mezin pêk hat. Di konferansê de me ji bo dema nû xeta xwe diyar kir. Bi biryarên ku di konferansê de hatin girtin dê di 15'ê Cotmeha 2023'yan de li Stadyuma Enqerê kongreya xwe mezin li dar bixin. Em bang li çapemeniyê û hemû jinan dikin ku bên tevlî kongereya me bibin. Di kongreyê de bibin dengê jinê û li dora partiya xwe bicivin. Têkoşîna azadiya jinê û rêxistinbûna jinê mezin bikin. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' bighînin hemû jinan. Li dijî polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinê xwedî li kongrê derkevin. 
 
EM HEMÛ QADAN VEGUHERÎNIN QADÊN SERHILDANÊ 
 
Li gel her cure zilmê 'Jin jiyan azadî' bû felsefeya jiyanê. Em ê hemû qadan veguherînin qadên serhildanê. Ev kongre de bibe kongreya serhildanê. Zext, binçavkirin û girtin dê rê li ber temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê nagire û ev tişt xeta me ya mor e. Roj roja xwedîderketina li kongreyê ye. Em bang li jinan dikin ku di 15'ê Cotmehê de tevlî kongreya me bibin. Jin jiyan azadî.”
 
 

Sernavên din

24/09/2023
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin