Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze

  • rojane
  • 22:51 22 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek ku di Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Çehîdên Çapemeniya Azad de axivî, got ku Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze. 
 
30'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad yên bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê tên lidarxistin, li Daîreya Marbirînê ya Şaredariya Kadikoyê hatin dayîn. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Cengîz Çîçek, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Parlementerên Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder, Ayşegul Dogan û Çîçek Otlû, Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Dayik û Mirovên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şehîdên Çapemeniyê, kurê Mûsa Anter nivîskar û rojnamevan Dîcle Anter û gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî merasîma xelatdayînê bûn. Li hêwana merasîmê wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û rojnamevanên hatine qetilkirin û pankarta "Rastî dê di tariyê de nemînin" hatin daliqandin. 
 
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Ewilî Hevberdevkê HDK'ê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Cengîz Çîçek axivî. Çîçek ku got "Çapemeniya Azad dengê serîhildan û heqîqetê ye" bang li her kesî kir ku piştevanê çapemeniya azad bin û rojnamevanên girtî silav kir. 
 
Çîçek bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got ku gotinên rojnamevan Mervan Yanardag ên der barê tecrîda li Îmraliyê de bibîr xistin û got: "Yanardag ji be rku bal kişand ser rastiyekê hat girtin. Çapemeniya Azad di heman demê dibêje gere em li cem rastiyê bin. Her wiha Çapemeniya Azad li dijî kesên ku li hember tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin jî, xwedî roleke teşhîrker e. Lewma bû nefereke çavnetirs ê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd." 
 
Paşê bi dorê edîtora Kovara Jînê ya Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Urun, Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, kurê Mûsa Anter Dîcle Anter û Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû axivîn. Piştî axaftinan ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Baran Bozyel çû ser dikê. 
 
Piştî stranên hunermend Baran Bozyel dê xelat bên dayîn. 
 
XELAT HATIN DAYÎN
 
Di pêşbaziyê di warê "Nûçeya Tirkî", "Nûçeya Kurdî", "Wêne", "Karîkatur" û "Rojnamevaniya Jinê" de ya ji bo bîranîna Gûrbetellî Ersozê, pên xelat hatin dayîn. 
 
Ji bîanetê Ferîd Demîrel bi nûçeya xwe ya bi sernavê “Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” xelata yekemîniyê ya "Nûçeya Kurdî" wergirt. 
 
Edîtorê MA'yê Abdûrrahman Gok ê girtî jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Ez li Rojhilat û Îranê me ku 'jin, jiyan, azadi'yê ragihandin cîhanê: Hêviya Îraneke nû" xelata yekemîniyê ya "Nûçeya Tirkî" wergirt. Li ser navê Gok, Midûra Karên Nivîsê ya MA'yê Dîren Yûrtsever xelatê wergirt.
 
Ji Yeşîl Gazeteyê Metîn Yoksû jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Piştî Şirnexê Sêrt: Bi daxwaza cendirmeyan qadeke daristanê ya herî kêm 60 kîlometre hat qirkirin" Xelata Taybet a Juriyê wergirt. 
 
Ji Yeşîl Gazeteyê Dîlan Pamûk jî bi nûçeya xwe ya bi ser navê "Li Yataganê li ser sûc hatin zevtkirin: Şîrket biryara darazê ya der barê madenê de ji nedîtî ve tê" Xelata Juriyê ya Tyabet stand. 
 
Ji Rojnameya BîrGunê Îsmaîl Ari nûçeya xwe ya bi sernavê "Gel jehrî kirine" Xelata Juriyê ya Taybet girt.
 
Rojnamevan Nazîla Maroûfanî ku hevpeyvîn bi bavê Jîna Emîniyê re kir, xelata yekemîniyê ya Nûçegihaniya Jinê ya Gûrbetellî Ersozê wergirt. 
 
Di warê karîkaturiyê de Erhan Yaşar bû yekemîn. Ardil Batmaz jî di warê wêneyan de xelata yekemîniyê wergirt. 
 
Xelata Taybeta Juriyê ya di warê wêneyan de jî Efekan Akyuz wergirt. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman Remziye Alpaslan Xelata Taybet a Juriyê da Akyuz. Her wiha MEBYA-DER jî ji ber xebatên xwe yên ji bo kesên ji aliyê dewletê ve hatine qteilkirin liyaqî Xelata Rûmetê hat dîtin. Hevseroka MEBYA-DER'ê Semra Akkoçê xelatê wergirt. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder xelata pêşkêşî Akkoçê kir. 
 

Sernavên din

24/09/2023
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN