Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun

  • rojane
  • 15:05 25 Îlon 2023
  • |
img

ENQERE - Îşkence û binpêkirinên mafan ên Girtîgeha Tîpa L ya Panosê ku li dijî jinan tên meşandin, bi rapora parlamenterên Partiya Çepên Kesk hate piştraskirin. 

 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sirri Sakik, Heval Bozdag û Newroz Ûysal Aslan têkildarî binpêkirin û îşkenceyên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê tên kirin raporek amade kirin. Rapora wek nivîskî hate parvekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî agahiyên derbarê girtîgehê di 1’ê îlonê de hatin parvekirin ew jî di 13’ê îlonê de çûne serdana girtîgehan û hin lêkolînan kirine. Di raporê de hat gotin ku dema ew çûne serdana, dozgerê girtîgehê Nûrûllah Dûrak jî di girtîgehê de bûye û Dûrak gotiye ku ew baweriya xwe bi gotinên îşkenceya bi girêka berazan hatiye kirin, neaniye. 
 
GIRTÎ VEGOTIN 
 
Di raporê de gotinên girtiyên rastî îşkenceyê hatine jî cih girtin. Zahîde Taşdemîr a heyet pê re hevdîtin kiriye têkildarî roja bûyerê ev tişt gotin: “Ez dayikeke 60 salî me. Demekê di girtîgeha Mûşê de mam. Hevjînê min jî di girtîgeha vir de girtî ye. Ez nexweşa sarayê me. Diranên min ketine û hin nexweşiyên min ên din jî hene. Ev sê sal in li gel girtiyên din em bi hev re dimînin. Roja bûyerê me ji ber tiştên hatine kirin, li deriyan xist. Komeke mezin ên gardiyanên jin û mêr ketin hundir. Komek bi mertal û copan ketin hundir. Dema ku ketin odeyê dehf li girtiyan dan û li wan xistin, raazandin erdê. Gelek li Mizgînê dan.”
 
ÎŞKENCEYA GİRÊKA BERAZAN
 
Mîzgîn Kayitbey jî têkildarî îşkenceyê ev tişt anî ziman: “Ji nişgav deriyê me vebû, 8-9 gartiyanên jin, 10-15 kesên wekî cikêN hêzên taybet li xwe kiribûn, 25-30 gardiyanên mêr ketin hundir. Hêzên taybet ên cop di destên wan de bûn, li me xistin, pêhînan avêtin û me razandir erdê. Em demekê di odeyê de man. Piştre me derxistin korîdorê. Dema em li korîdorê de bûn zilameke bi cilên taxim li me temaşe dikir. Li wir kelemçe li destên me xistin û me birin odeyekê. Li wê odeyê dest û piyên me bi girêka berazan hatin girêdan. Di wê kêliyê de me bihîst ku kesên cilên taxim li ber wan bûn, gotin ‘Li wan bixin bilanî careke din dengê wan dernekeve. Serê me hersêyan dan ber hev û bi 4 saetan em hatin sekinandin. Piştre bi lêdanê me yek bi yek ji wir derxistin.”
 
JI PROTESTOYÊ RE LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku Kayitbey hatiyet derbkirin, zendên wê û dora çavên wê şîn bûne û lêva wê birîn bûye. Di rapora ku hate diyarkirin girtî Nazlican Barişer û Lale Kabîşen jî hatine derbkirin de hate daxwaz kirin ku kesên îşkence kirine ji kar bên derxistin. Di raporê de her wiha agahî hatin dayin ku piştî êşkenceya li girtiyên jin, girtiyên mêr ji bo rewşê protesto bikin li derî dane û li dijî girtiyên mêr 4 lêpirsînên dîsîplînê yên cuda hatine destpêkirin. 
 
SEWQA BI DARÊ ZORÊ 
 
Di raporê de hate gotin ku Kayitbey û Kabîşen ên ku îşkence li wan hatiye kirin di 18’ê îlonê de bi zorê birine girtîgehên din. Di rapora ku hate diyar kirin Kayitbey sewqî Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê, Kabîşen jî sewqî Girtîgeha Jinan a Tersûsê hatiye kirin wiha hate gotin: “Şande; dema ku helwesta dozgeriya ku divê bi lezgînî û derveyî fîzîkî tevbigere li ber çavan were girtin, li gel rewşa girtiyên ku dişînin girtîgehên cuda û dûr, fikarên xwe bi raya giştî re par ve dike ku lêpirsîneke bibandor, serbixwe û bêalî neyê kirin.”
 
 

Sernavên din

27/09/2023
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin