Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê

  • rojane
  • 09:12 26 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Ji parêzerên ewilî yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî hatibû girtin, Eren Keskîn diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ji roja ewilî ve dest pê kiribû û tu îzaheta vê ya hiqûqî û aqil nîne. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1999’an bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Abdullah Ocalan, xistin Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku bi awayeke taybet hatibû dîzaynkirin. Piştî ku anîn Tirkiyeyê, di 31’ê gulana 1999’an de li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Hejmar 2’yê darizandina wî dest pê kir. Di danişîna dawî ya 29’ê Hezîrana 1999’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştre jî ev ceza veguherandin cezayê muebbeta giran. Bi vî cezayî re Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. 
 
Bi komploya navneteweyî re ku bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) teşe girt, Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Bi anîna Ocalan re êdî li Tirkiye û Kurdistanê rojên dijwar dest pê kirin. Her qonaxa darizandinê ku Abdullah Ocalan weke “Şanoya Îmraliyê” pênase dike, bi astengkirin û hewldanên lînçkirina parêzeran dest pê kir. Parêzerên ku her tim zext lê dihat kirin, bi êrişên polîs, leşker û komên nîjadperest re rû bi rû diman û gef lê dihatin xwarin. 
 
Di 16’ê Sibata 1999’an de ku çalakiyên li dijî komploya navneteweyî dest pê kiribûn, rojnameger li Cîgira Serokê Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn geriyan û pirsa “Gelo hûn dê bibin parêzera Abdullah Ocalan?” jê kirin. Keskîn, di demên berê de ji rojnameya Yenî Yaşamê re nivîsek nivîsandibû û digot ku her kesî pirsa “Gelo dê çawa dest pê bike?” ji hev dikir. Keskîn, di nivîsa xwe de got, di roja 5’emîn a anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Osman Baydemîr li wê geriyaye û di hevdîtinê de pirsa “Tu bi me re yî?” jê kiriye û wê jî bersiva “Erê” daye. Keskîn, anî ziman ku bi vî awayî parêzertiya Abdullah Ocalan li xwe girtine. Keskîn, da zanîn ku wan bi 12 parêzeran dest bi parastaina Abdullah Ocalan kirin û piştre ev hejmar zêde bû. Keskîn, di nivîsa xwe de wan rojan wiha vedibêje: “Wan rojan ji her derê bêhna mirinê dihat. Mirov li naverasta kolanan dihatin lînçkirin, gef dihat xwarin, bi awayekî eşkere nefret dihat birêxistinkirin û di rojnameyan de hedef dihatin nîşandan.” 
 
Keskîn, diyar kir ku wê demê li rexekî tundî dihat birêxistinkirin, li rexa din jî piştevaniya kurdan xurt dibû. Keskîn, anî ziman ku roja çûna parêzeran a Îmraliyê bi hinceta “keştî xerabe ye” hatiye astengkirin, roja destpêkirina tecrîdê ye. 
 
Eren Keskîn, 25’emîn sala komploya navneteweyî û qewimînên piştî anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê nirxand. 
 
Keskîn, got ku tu çarçoveyeke hiqûqî ya anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi komployeke navneteweyî nîne û ev tişt anî ziman: “Di dema birêxistinkirina komployê de Abdullah Ocalan li gelek welatan serlêdana îltîcayê kir. Lê tu welatan ev serlêdan qebûl nekirin. Li ser vê yekê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Hêzên navneteweyî, bi vê helwesta xwe ya li dijî Abdullah Ocalan re hemû peymanên navneteweyî jî binpê kirin. Hêj ji destpêkê ve hiqûqa navneteweyî û ya navxweyî hatibû binpêkirin. Anîna birêz Ocalan a Tirkiyeyê, awayê binçavkirina wî û piştre jî girtina wî, tevek jî bi awayeke derhiqûqî hatin kirin. Tiştên wî û parêzerên wî piştî girtinê jiyayîn, bi temamî binpêkirina hiqûqa navxweyî bû. Ev derhiqûqtî îro jî bi astengkirinên keyfî didome.” 
 
PARÊZERÊN EWIL 
 
Bi domdarî Keskîn diyar kir ku dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, yek ji parêzerên wî yên ewilî jî ew bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê rojnameger her tim li me digeriyan. Em ji daxuyaniya Bulent Ecevît hîn bûn ku birêz Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê. Dema me ji ewilî bihîstî, em tevek çûn pêşiya girtîgehan. Ji ber ku îxtîmala serhildaneke mezin hebû. Fikarên me hebûn. Hemû kes di şoqê de bû. Me digot; ‘Ji vir û şûnde dê çi bi pirsgirêka kurd bibe? Di mijara hiqûqî de dê çi were kirin?” 
 
HEVDÎTINEKE KIN Û TENÊ YEK PIRS: GELO TU JÎ BI ME RE YÎ?
 
Di berdewamê de Keskîn bi bîr xist ku di roja 5’emîn a anîna Abdullah Ocalan de Osman Baydemîr li wê geriya, xwestiye bi wê re hevdîtinê bike û wiha qala wê hevdîtinê kir: “Ji bo ku tu kes fêm neke em ji bo çi civiyane, em çûn restoraneke pir luks. Rewşeke pêkenok bû. Ji ber ku cihê em çûbûnê cihê sosyeteyê bû. Me digot li wir kesek me nas nake lewma em çûn wê derê. Em pir kin rûniştin. Osman tenê pirsa ‘gelo tu jî bi me re yî?’ kir. Min jî got; ‘erê.’ Ev qas. Piştre jî me ji bo civîna li Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) bang li hevalan kir. Cara ewil em 12 parêzer hatin gel hev. Rojek piştre jî em çûn Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM).” 
 
ŞAŞBÛNA DOZGERÊ DGM’Ê
 
Keskîn, destnîşan kir ku rojek piştre ji bo daxwaznameyê bidin çûne DGM’ê û wiha pê de çû: “Ez, Ahmet (Ahmet Zekî Okçuoglû) û Osman Baydemîr ketin odeya dozger û me got; ‘Em parêzerên Ocalan in, dixwazin pê re hevdîtinê bikin.’ Dozger hêrs bû û bi kîneke mezin li me nihêrt. Piştre jî di dest de daxwazname, di nava odeyê de çend caran hat û çû. Piştre rûnişt û weke ku mistekî li maseyê bixe daxwazname îmze kir û got; ‘bibin û herin.’ Piştî kirariyên daxwaznameyê em çûn ÎHD’ê. Komele pir qelebalix bû û bûbûn du cûn. Aliyekî digot; ‘hûn dê komeleyê bidin girtin’ û aliyê din jî çepik lê didan, dirûşm berz dikir. Me got; ‘Em parêzer in. Ji bo parastina kesekî em destûrê ji komeleyê nagirin. Mîna her kesî, mafê parastinê yê Abdullah Ocalan jî heye.’ Bi vê yekê re pêvajo dest pê kir.” 
 
DAXUYANIYA EWILÎ Û ÊRIŞÊN NÎJADPEREST
 
Eren Keskîn, daxuyand ku piştî doz girtin, qet derfet çênebûn ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Keskîn, wiha dom kir: “Ji ber ku em Cîgirên Serokê Giştî yê ÎHD’ê bûn, komeleyê nexwest ez û Osman biçin hevdîtinê. Cara ewil Hatîce Korkut û Ahmet Zekî Okçuoglû çûn hevdîtinê. Piştî hevdîtinê, me li Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê ya li Cagaloglûyê daxuyanî da. MED TV’yê dixwest daxuyaniyê zindî biweşîne. Lê ji ber ku derfet tune bûn, hevalê me Îmam Şahîn xwe dirêjî bin maseyê kir, di dest de telefona berîkê ji MED TV’yê re dengê zindî dişand. Dema daxuyanî dihat kirin, li derve qiyamet rabûbû. Komeke ji berê ve xwe birêxistin kiribû li dijî me dirûşmên nîjadperest berz dikir, gef dixwar û kevir diavêtin. Piştî daxuyaniyê em çûn midûriyeta emniyetê û me jê xwest ku parastvanan bigirin. Midûrê emniyetê got; ‘hûn çawa hatibin bi heman awayî herin.’ Hevalekî din ê parêzer jî got; ‘Em li Konsolosxaneya Amerîkayê bigirin, bila ew me biparêzin.’ Li ser vê yekê ketin nava tirsê û em bi wesayîtên zirxî ji wir derxistin. Me talûkeyeke mezin derbas kir.” 
 
6 MEHAN NEKARÎN BIÇIN MALÊN XWE
 
Keskîn, bi lêv kir ku piştî daxuyaniyê ji hêla medyayê ve weke hedef hatine nîşandan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Avahiya ez lê dimam ji serî heta binî bi pankarta ‘çi şad e yê dibêje ez tirk im’ hatibû daliqandin. Me 6 mehan nekarî biçin malên xwe. Rojnameyan her roj wêneyên me diweşandin. Bi taybet jî li ser nasnameya jinê pir êriş dikirin. Ewqas gefên mirinê dihatin xwarin ku êdî di dawiya dawî de Taha Akyol di rojnameya Milliyetê de nivîsek nivîsand. Di nivîsa xwe de ji bo me digot; ‘Ew peywira xwe ya parêzertiyê dikin. Êrişên li dijî wan xelet in.’ Piştî nivîsa Akyol, êriş hinek sekinînin. Me piştre fêm kir ku ew êriş ji hêla navendekê ve dihatin birêxistinkirin.” 
 
REWŞA TECRÎDÊ YA JI ROJA DESTPÊKÊ VE
 
Keskîn, da zanîn ku ji roja ewil ve li Îmraliyê polîtîkayên tecrîdê ketibûn meriyetê û ev tişt anî ziman: “Ev tecrîd jî bi hinceta ‘keştî xerabe ye’ dest pê kiribû. Di roja me de jî di bin navê ‘cezayên disiplînê’ de tê domandin. Tu îzaheteke vê rewşê ya hiqûqî û mantiqî nîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo cezayê muebbeta giran ê li Abdullah Ocalan û Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatiye birîn, biryara binpêkirinê dabû. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo bicihanîna vê biryarê di 29’ê tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) dan. Tevî serlêdanê jî ji sala 2021’an tu guhertin nehatin kirin. 
 
BÊDENGIYA HIQÛQA NAVNETEWEYΠ
 
Divê birêz Ocalan ne tenê weke girtiyekî were nirxandin. Bêdengiya hiqûqa navneteweyî ya di vê mijarê de cihê rexneyê ye. Yên ji xwe re dibêjin muxalîf jî li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng in. Ji bilî siyaseta kurd, tu partiyeke siyasî dengê xwe dernaxîne. Muxalefet û îktîdar xwedî heman zîhniyetê ne lewma mirov vê bêdengiyê fêm dike. 
 
MEZINTIRÎN ASTENGIYA LI PÊŞIYA AŞTIYÊ
 
Polîtîkayên tecrîdê dike ku pirsgirêka kurd hîn kûrtir bibe. Pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de birêz Ocalan aktorê herî mezin e. Bêdenghiştina aktor, tê wateya bêdengkirina gelê kurd û neçareserkirina pirsgirêkê. Di halê hazir de mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê, dewlet bi xwe ye. Heke li vê xakê aştî çêbibe, ev yek girêdayî daxwaza dewletê ye. Ji ber ku dewlet niha naxwaze, şer didome. Girtîngtirîn navenda vê neçareseriyê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Heke tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe dê aştiyeke nû li vê xakê aj bide.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

27/09/2023
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn