Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe

  • rojane
  • 09:01 27 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Cîgirê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar, diyar kir ku PDK bi astengkirina şandeyên ku dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî vekolin ser sûc dinixumîne û got: "Em hewl didin bîrekê çêbikin. Em hewl didin van veguherînin dozan."
 
Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD), têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê tên bikaranîn, li welatên Ewropayê di warê hiqûqî de tevdigere. Cîgirê Serokê MAF-DAD'ê parêzer Mahmût Şakar, ragihand ku ji ber ku PDK nahêle li herêmê bikaranîna çekên kîmyewî bê vekolandin, êriş heya niha venguherîne dozê. 
 
Şakar bilêv kir ku di warê bikaranîna çekên kîmyewî de sicîla Tirkiyeyê pir xirab e û got ku dîmenên 2 HPG'iyên ku rastî çekên kîmyewî hatibûn û hatibûn belavkirin bibîr xist. Şakar diyar kir ku piştî wan dîmenan ew tevgeriyane û got ku malbatên HPG'iyên jiyana xwe ji dest dane li Ewropayê serî li wan dane. Şakar ragihand ku piştî serlêdanan bang li Yekîtiya Bijîşkên Li Dijî Şerê Nukleerê ya Navneteweyî (IPPNW) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirine ku "şandeyekê bişînin herêmê." 
 
‘PDK EW ASTENG KIRIN'
 
Şakar destnîşan kir ku ji ber êrişên bi çekên kîmyewî şande çûne herêmê, lê belê PDK'ê şandeyan asteng kiriye û got ku ji ber vê astengiyê xwe negihandine delîlan. Şakar wiha domand: "PDK ser eşkerekirina sûcên şer dinixumîne. Ji ber vê ev mijar veneguherî dozê yan jî serlêdanan. Ji ber ku di warê hiqûqî de delîl tên xwestin, me jî ji bo ev veguherin dosyeyekê îtiraz kir. Em hê jî ji bo vê dixebitin." 
 
Şakar bilêv kir ku tevî hemû astengiyên PDK'ê jî IPPNW çûye Herêma Kurdistana Federe û li vê derî bi hin helwdanên qadên sivîl raporek amade kiriye û wiha domand: "Di wê raporê de behsa şopên çekên kîmyewî kirin. Ji bo lêkolîneke berfireh û ji bo saziyên têkildar têkevin dewrê daxwaz kirin. Tenê ne IPPNW gelek delegasyonên ewropayî li Hewlêrê hatina stengkirin. Tew Almanyayê jî hin şande asteng kirin. Dewletên navneteweyî bi hevkarî lêkolînkirina van îdiayan asteng kirrin û pêşî li ber eşkerekirina van sûcan girtin. Ev yek eşkere nîşanî me dide ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn." 
 
Şakar diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hemû raporên ku amade kirine ji saziyên têkildar û parlamentoyan re şandiye û wiha got: "Her wiha saziyên kurdan, rêxistinên civaka sivîl jî raporên xwe yên di vî warî de berpêşî meqamên têkildar ên welatan kirin. Ez wiha difikirim ku di destên dewletan de têkildarî van sûcên Tirkiyeyê de belge û agahî hene. Helbet bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî şer e û di warê hiqûqa mirovî de sûcekî ku nakeve ber demboriyê. Îro şert û mercên navneteweyî nahêlin Tirkiye ji ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin. Dibe ku ji bo vê derfet tune bin. JI ber ku Tirkiye ne endameke dadgeha ceza ya sûc a navneteweyî ye û ji ber ne di nava platformên bi vî rengî de ye, ev dike ku li van saziyan doz jî li wan neyê vekirin." 
 
Şakar destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî tim di rojeva wan de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em, qet nebe hewl didin bîrekê, hafizeyekê çêbikin. Em tiştên qeiwmîne dikin arşîv. Em hewl didin van veguherînin pêvajoyeke hiqûqî û dozan." 
 
 

Sernavên din

27/09/2023
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn