Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin

  • rojane
  • 10:08 27 Îlon 2023
  • |
img

STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û saziyan diyar kirin ku bi taybetî li Rojava û Herêma Kurdistanê konsepta êrişan a li dijî destkeftiyên kurdan ji ber hevkariya PDK’ê didome û anîn ziman ku divê êdî li dijî PDK’ê helwesteke zelal bê nîşandan. 

 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn di 23’yê nîsana 2021’an de dane destpêkirin didomin. Di meşandina pêvajoyê de PDK roleke girîng dilîze. Di 18’ê îlonê de di êrişa çekdarî ya li dijî Nûnertiya Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) ya Hewlêrê de nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun, di êrişa bi SÎHA’yan di heman saetan de li dijî Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê ya li Silêmaniyê hate kirin de jî 3 peywîrdarên balafirgehê hatin qetilkirin. 
 
Partiyên siyasî û saziyên li Stenbolê jî bertekek nîşanî PDK ya hevkariya komkujî û binpêkirinên mafan ên li dijî herêmê dike dan. 
 
‘HEDEFA BINGEHÎN DESTKEFTIYÊN KURDAN E’ 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Stenbolê Mehmet Karadag, diyar kir ku ji sala 2015’an ve konsepteke taybet a li dijî kurdan di dewrê de ye û anî ziman ku hemû êriş li dijî destkeftiyên kurdan e. Karadag, bal kişand ku armanca bingehîn destkeftiyên li Rojava ne û bal kişand ku piştî serdana Wezîrê Karên Hundir Hakan Fîdan êriş zêde bûn. Karadag, bi lêv kir ku bi êrişa li dijî YNK’ê peyama “An hûn ê tişta em dibêjin bikin an jî hûn ê bimirin” hate dayîn û anî ziman ku dewleta tirk li herêmê li gorî hiqûqa navnetewî gelek binpêkirinên mafan kirine. 
 
Karadag, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyonên derveyî sînor binpêkirina maf in. Hikumeta Iraqê niha di bin kontrola Amerîkayê û Tirkiyeyê de ye û di çarçoveya berjewendiyên taybet dengê xwe dernexistin. Hemû kurdan bang li PDK’ê kirin û hişyar kirin ku divê destkeftî bên parastin. Piştî hilbijartina referandûma PDK’ê ji sedî 40’ê başûrê Kurdistanê hate windakirin. Heke gelê kurd dengekî cidî dernexînin dê hemû destkeftiyan winda bikin. Karadag ê destnîşan kir ku helwesta hevkar a PDK’ê dê bibe sedemê hemû kurd bên îmhakirin, bang kir ku PDK dest ji pêşkeşkirina destkeftiyên kurd a ji bo berjewendiyên xwe berde û wiha lê zêde kir: “Heke PDK neyê ser xetê, divê yekitiyeke neteweyî ya bêyî PDK’ê pêk were û bertek bên nîşandan. Bila destê xwe ji vî şerî vekişîne.”
 
‘ÊRIŞA LI DIJÎ NIRXÊN NETEWÎ YE’ 
 
Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr jî anî ziman ku êrişa li dijî KNK’ê êrişeke li dijî yekitiya neteweyî ye. Demîr, destnîşan kir ku PDK demekî dirêje li ser xeta hevkarî û îxanetkar dimeşe û diyar kir ku PDK’ê piştî serdana Hakan Fîdan a Herêma Kurdistanê bi awayekî aşkere îlan kir ku bû perçeyekî şer. Demîr, bi lêv kir ku bi êrişa li dijî KNK’ê ji kurdan re peyama “Em ê destûrê nedin yekitiya neteweyî, em ê qirkirina kurdan a li çar parçeyan bidomînin” hate dayîn û bi lêv kir ku bi qetilkirina Bulbun ev yek bi awayekî aşkere hate nîşandan. 
 
‘PDK HEVKARÊ ŞER E’ 
 
Demîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK bi awayekî aşkere hevkarê şer e. Divê gelê kurd hevkarî û êrişên PDK’ê qebûl neke û li her çar parçeyan yekitiya neteweyî pêk bîne. Yanî PDK bibe jî nebe jî dê ev yekitiya neteweyî pêk were. Divê ev xeta hevkarî û îxanetkar a PDK’ê bê deşîfrekirin. Divê li dijî êrişên topyekûn bi awayekî topyekûn têkoşîn bê dayîn. Divê hemû kurd bi hev re têbikoşin û xebatên dîplomasiyên bikin ku hemû hêzên navnetewî û Parlamentoya Ewropayê têxin nava liv û tevgerê. Divê kurd teqez di nava gelan de yekitiya xwe ya netewî pêk bînin.”
 
KONSEPTEKE NÛ 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûrat Kalmaz jî anî ziman ku qetilkirina Bulbun a li Hewlêrê û êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê li dijî kurdan destpêka konsepteke nû ye. Kalmaz, bi bîr xist ku li dijî kurdan demekî dirêje konsepteke şer di dewrê de ye û wiha got: “Em dibînin ku bi pêvajoyeke nû re êriş bi hevkariya PDK’ê berdewam dikin. Helwesta PDK’ê li dijî astengkirina destkeftiyên kurdan in. Tişta li vir esas li ser were sekinandin helwesta PDK’ê ye. Ji ber ku qadên êriş lê tên kirin qadên di bin kontrola PDK’ê de ne. Bêdengiya PDK’ê ya li dijî vê hevkariya wê nîşan dide. Banga me li gelê kurd ev e; Divê li dijî helwesta PDK’ê bertekeke zelal bê nîşandan. Ev yek li dijî Yekitiya Neteweyî ya Kurd darbeya herî mezin e. Divê gelê başûrê Kurdistanê jî weke bûyereke di nava PDK’ê û PKK’ê de nê nere. Ev nêzîkatiyeke zirarê dide temamî kurdan. Divê li dijî vê helwesteke zelal bê nîşandan.” 
 
 MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

27/09/2023
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin