Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye

  • jin
  • 09:04 30 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - F.O, diyar kir ku ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Omrak ê ku dixwazê wî berde, bi gefan û tundiyê re rû bi rû maye û tevî ku Omrak biryara jêdûrkirinê binpê kiriye jî nehatiye cezakirin. F.O deştnîşan kir ku jiyana we di xeterê de ye û got: “Qanûn jî li aliyê mêran e.” 
 
Dayika 5 zarokan F.O (33) ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî, diyar kir ku piştî xwestiye ji Memet Omrak ê ku 17 sal in pê re zewiciye berde, bi tundî û gefan re rû bi rû maye. F.O, da zanîn ku di 17 salên zewicî de ji aliyê Mehmet Omrak û malbata wî ve her tim tundî lê lê hatiye kirin û wê 3 meh berê serlêdana hevberdanê kiriye. Tevî ku dadgehê biryara jêdûrkirinê daye Mehmet Omrak jî ew dîsa jî çûye tundî li F.O kiriye û gefa kuştinê lê xwariye. F.O., got her çend ku Omrak biryara dadgehê binpê kiriyê jî ji aliyê serdozgeriyê ve nehatiye cezakirin. 
 
F.O., anî ziman ku ew di temenekî biçûk de bi Mehmet Omrak re hatiye zewicandin û di nava van 17 salan de her tim bi tundiyê rû bir û maye. F.O, diyar kir ku ku 3 meh berê piştî ku Omrak tundî li zarokên wê kiriye serlêdana devjihevberdanê kiriye û wiha got: “Min her tim dixwest ez berdim, lê kes li pişt min nesekinî. Her cara ku min dixwest ez jê veqetim, lê der û dora me nedişt. Lê belê dema ku min dît ku ez dikarim li ser lingên xwe bisekinim, min ji bo siberoja zarokên xwe biryara hevberdanê da. Dixwest zarokên min ji dibistanê bigire. Nehişt ku bixwînin. Min ji bo xwendin û siberoja zarokên xwe ev biryar da."
 
GEFA KUŞTINÊ LÊ XWARIYE
 
F.O, diyar kir ku tevî ku dadgehê der barê Omrak de biryara jêdûrkirinê daye jî 4 caran lê daye û wiha axivî: “Lê belê ji ber ku şopa lêdanê li ser bedena min tunebû, lêpirsîn der barê Omrak de nedan destpêkirin. Yanî ji ber ku ez nehatime kuştin ceza nedan wî. Heke ez bikuştima herhal wê hê ceza bikirina. Tevî biryarê jî di kuçeyê de heqaretê li min dike û bi gefan li min dixwe. Herî dawî min keça xwe ji dibistanê dibir, pêşiya min birî û li ber dibistanê gef li min xwarin. Mamoste jî li wir bûn, lê kesî dengê xwe nekir. Ji dema ku min doza hevberdanê kiriye vir ve ew her tim li min dide û gefên kuştinê li min dixwe.” 
 
'DOZGER: TIŞTEK CIDÎ TUNE YE'
 
F.O., destnîşan kir ku qanûn jî li gor zilaman tevdigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser tundî û gefên kuştinê min gilî kir lê dozger bi gotina, 'Tiştek cidî tune ye wî berda’. Yanî tişta cidî çi ye? Gelo kuştina min e? Tevî ku gelek caran biryara dûrkirinê binpêkiriye jî tu ceza nedan wî. Hemû qanûn li gor zilaman in. Ji bo ew zerarê nede min û zarokên min ez rêya xwe diguherînim ku rastî wî neyêm. Jiyana min di xeterê de ye."
 
'MAFÊ JINAN TUNE YE’ 
 
F.O, bi lêv kir ku ji saziyên ku serlêdanî wê kiriye piştgirî wernegirtiye û wiha pêde çû: “Min xwest biçim edliyeyê û piştgiriya hiqûqî bistînim, lê ji ber ku ji sedî 10’ê erda wêranbûyî li ser min e piştgiriya parêzer nedan min. Li welat tu mafên jinan nîn e. Ji saziyên hikûmetê yên ku min serî lê da, tu alîkariya min nekir. Lê heke ez bihatama kuştin, wê di çapemeniyê de xwe weke parêzvanên jinan eşkere bikin. Her tim gef li min tê xwarin, naxwazim di nava vê tirsê de bijîm. Ez dixwazim azad û li ser lingên xwe weke mirovan bijîm."
 
'ZAROKÊN MIN BIRÇÎ NE'
 
F.O., di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew nikare pêdiviyên jiyanî yên zarokên xwe pêk bîne û wiha got: "Keça min a mezin 16 salî ye, keça min a navîn 15 salî ye, kurê min jî 13 salî ye û keçek min jî 6 salî ye û ya biçûk jî 3 salî ye. Ez bi zarokên xwe re tenê dijîm. Ji ber ku ez betal im, nikarim pêdiviyên zarokên xwe yên bingehîn bi cih bînim. Ez çûm qeymeqamtiyê û min serî li kar da. Min got ez ne parsek im û ez dixwazim li ser lingên xwe bisekinim û li zarokên xwe xwedî derkevim. Lê bi tu awayî eleqedar nebûn. Min got ez terzî me û min makîneyek xwest. Her çend min ji wan re got ku ez ê bi makîneya ku dê bidin min dest bi karê xwe bikim û deynê xwe bidim jî, wan alîkarî nekir. Keça min a biçûk bi mehan e nikare şîr vexwe. Zarokên min birçî ne. Aboriya malbata min jî baş nîn e ku alîkariya me bikin. Tenê birayê min pere dişîne. Mehmet Omrak ê ku ez dixwazim jê veqetim xwediyê dikanek zêra ye. Min zaroka xwe ya 3 salî şand dikana wî ku zikê wê têr bike lê wê ji dikana xwe qewirand."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

30/09/2023
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir