Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne

  • rojane
  • 09:01 4 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat, diyar kir ku dê di heyama nû de ji bo tecrîdê, girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin çalakiyên cur bi cur li dar bixin û ji bo meşa 9'ê Cotmehê ku çalakiya wan a ewil e, bang kir. 
 
Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştavaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) di 30'yê îlonê de bi dirûşma "em ê bi ruhê serhildanê tecrîdê bişikînin" kongreya xwe ya asayî ya 2'yem li dar xist. Hevserokê nû yê federasyonê Kerem Canpolat anî ziman ku dê çalakiyên xwe yên ji bo tecrîdê, girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin zêde bikin. Ji van çalakiyan yek jê jî meşa 9'ê Cotmehê ye ku dê di salvegera komploya navdewletî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye kirin li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û MED TUHAD-FED'ê bê lidarxistin. 
 
TALOQKIRINA BERDANÊ
 
Canpolat anî ziman ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên pir cidî rû didin û got: "Niha li girtîgehên Tirkiyeyê her cureyên behiqûqtiyê tên kirin. Di bin navê Lijneya Înfazê de lijneyek heye, di nava wê de dozger, sergardiyan û midûr hene. Qaşo ev lijneyeke hiqûqî ye lê bi temamî bêhiqûqtiyê dike. Înfaza girtiyên 30 salan belasebeb 6 mehan an jî salekê û du salan tên taloqkirin. Ev li tu devera cîhanê tune ye. Piştî 30 salan ji wan re dibêjin 'tu poşmanî yan na?' Ev kes 30 salan di girtîgehê de maye û helwesta xwe û baweriya xwe daye der lê radibin belasebeb înfaza wan taloq dikin." 
 
Canpolat diyar kir ku li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û berdana wan tê astengkirin û wiha pê de çû: "Herî dawî me li Şakranê hevalê xwe Yilmaz dît. Nexweş bû, lê dereng hat dermankirin û jiyana xwe ji dest da. Mirovên saxlem gava tên girtin, piraniya wan cenazeyên wan ji girtîgehê derdikevin. Di vî warî de bi taybetî di 10 salên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê bêhiqûqîtiyeke mezin heye." 
 
'DEMILDEST DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ
 
Canpolat destnîşan kir ku rewşa li girtîgehên Tirkiyeyê ne derî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Tenê rengvedaneke tecrîdê tune ye, çend rengvedanên wê hene. Astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re di hiqûqê, mirovahiyê û exlaqê de tune ye. Tecrîd hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn dibe sedema gelek geşedanên neyînî." Canpolat diyar kir ku armanca tecrîdê cezakirina civakê ye û ev tişt anî ziman: "Di şexsê civaka kurd de tevahiya civaka Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Ji bo li Tirkiyeyê jiyaneke asayî dest pê bike demildest divê tecrîd bê rakirin. Divê parêzer biçin û bên. Em nizanin ev mirov di kîjan şert û mercî de ne, demildest divê hevdîtin bên kirin." 
 
Canpolat ji bo tecrîdê bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas be. 
 
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'
 
Canpolat da zanîn ku di serdema nû de di serî de tecrîdê dê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tê şewitandin çalakiyên xwe zêde bikin û wiha derbirî: "Em ê li ber vê bêhiqûqîtiyê bêdeng nemînin. Em ê tevî argumanên hiqûqî yên di destê me de bitêkoşin. Di warê înfazê de divê raya giştî jî baldar be. Di vî warî de xebat û projeyên me jî hene. Em ê di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin. Ya lezgîn girtiyên nexweş e. Ji bo taloqkirina cezayê wan çi ji destê me bê em ê bikin. Pergala Îmraliyê heye û kes nizane li wir çi diqewime. Ji bo vê jî em ê di 9'ê Cotmehê de hem li Tirkiyeyê hem jî li deverên din ên cîhanê çalakiyan li dar bixin. Li seranserê girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd heye. Tecrîdeke sîstematîk tê pêkanîn. Girtî sirgûnî girtîgehên dûrî malbata xwe tên kirin. Dê ji bo vê jî kampanyayên me hebin. Em ê di rojên pêş de bi çapemeniyê re parve bikin." 
 
BANGA JI BO MEŞÊ
 
Canpolat bal kişand ser girîngiya meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin û got: "Tecrîdeke civakî heye. Ger xwedîderketineke girseyî û meşeke girseyî çêbibe, dê heq ji tecrîdê bê derketin. Em careke din bang dikin; divê her kes di vî warî de hesas be. Sedemeke domandina şerê li Tirkiyeyê jî tecrîd e. Sedemeke wê ya din jî guhnedêriya mirovan û bêdengiya wan e. Ji bo dawî li vê bê divê beşdariyeke girseyî li çalakiyên 9'ê Cotmehê bê kirin. Gotinên Ocalan bandorker in, ji lew re ew rêberê gel e. Dewlet jî demildest divê vê rêyê veke û hevdîtina bi malbatê û parêzeran re çêbibe." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

06/10/2023
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin