Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 15:49 4 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, di salvegera yekemîn de li ser gora xwe ya li Cîhanbeyliyê hat bibîranîn. 

 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan-nivîskar Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Akarsel li ser gora xwe û li gelek bajaran hat bibîranîn.
 
KONYA
 
 
Bîranîna ewil li ser gora Akarsel a li gundê Golyaziya bi ser navçeya Cîhanbeyliya Konyayê ve hat kirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Zeynep Oduncu, Sebahat Erdogan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqere û Konyayê, berdevkên Partiya Herêmên Demokratîk ên herêma Anatoliya Navîn, xebatkarên Kovara Jineolojiyê, endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF), malbata Akarsel û xizmên wê beşdarî bîranînê bûn. Li sere gorê rêz hat girtin û beşdaran qerenfîl danîn ser gora wê.
 
‘KESAYETA WÊ YA REWŞENBÎRÎ RÊYA ME RONÎ DIKE’ 
 
Parlamenter Adalet Kaya bal kişand ser kesayeta Nagihan Akarsel û wiha got: “Ew jinek têkoşer û berxwedêr bû. Wê her tim lêgerîn dikir û hişê wê yê ronahî rê nîşanî me dida. Her gotinek wê wê qala berxwedanê dikir. Li dijî dinyaya serweriya mêran û polîtîkayên tundiyê her tim jêpirsîn kir û nêrînek wê ya ronakbîriyê hebû. Ji bo me hemûyan xwedî cihek taybet bû. Gelek qîmet dida serpêhatiye her jinekê. Wê rêya azadiyê bo jinan vekir. Em ê jî li ser xet û kevneşopiya wê bin, dest jê bernedin û têkoşîna wê li erdê nehêlin.” 
 
MÊRDÎN
 
 
Ji bo Nagîhan Akaresel li eywana konferansa Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi beşdariya Dayikên Aştiyê û gelek jinan bername hat lidarxistin.  
Li eywanê wêneyên Akarsel danîn ser maseyê û find hatin pêxistin. Ji bo bîranîna wê deqeyek rêz hat girtin. Çalakiyê bi pêşandana sînevizyonê dewam kir. Bi sînevizyonê mijara têkoşîna jiyanê ya Nagîhan Akarsel hat vegotin û jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Piştî sînevizyonê Dayikên Aştiyê kilamên kurdî strîn. 
 
WAN
 
Li Wanê jî TJA’yê ji bo bîranîna Akarsel bernameyek li dar xist. Bername li avahiya HDP’a Wanê pêk hat û wêneyên wê hatin daliqandin. Ji bo bîranîna Akarsel û cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin. Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Kiye axivî û da zanîn ku wê qetlîam û êriş nikaribin têkoşîna jinan têk bibin û ew ê her tim girêdayî bîranîn û têkoşîna Nagihanê bimînin û têkoşîna wê bidomînin. 
 
Endama Desteya Weşana Kovara Jineolojiyê Neslîhan Şedal jî axivî û anî ziman ku bi qetilkirina Nagihan hat xwestin têkoşîna azadiyê ya jinên kurd bikin hedef û têk bibin. 
 
Piştî axaftinan sînevziyona ku qala jiyana Akarsel dikir hat nîşandan.
 
EDENE 
 
 
Meclisa Jinan a HDP’a Edeneyê û TJA’yê li avahiya HDP’a Edeneyê bernameya bîranîna bo Akarsel li dar xistin. Hevseroka HDP’a Navçeya Seyhana Edeneyê Şukran Efeturk axivî û destnîşan kir ku wan pênûsa Nagihanê li erdê nehiştiye û wê li ser xeta wê berxwedana xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berdewam bikin. 
 
Bîranîn bi nîşandana sînevziyonê qediya. 
 
MÊRSÎN 
 
Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê û TJA’yê li avahiya HDP’a Mêrsînê bernameya bîranînê li dar xistin û Akarsel bi bîr anîn. Bîranînê bi deqîqeyek rêz girtinê dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Etîz axivî û diyar kir ku ew ê her tim têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û dê jiyana azad ava bikin. 
 
ÎZMÎR
 
Aktîvîstên TJA’yê li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ji bo Akarsel bernameya bîranînê li dar xistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcu Gul Çubukçu û gelek jin tev li bernameyê bûn. Wêneyên Akarsel hatin daliqandin û sînevziyona qala têkoşîn û jiyana wê dikir hat nîşandan. Jinan di bîranînê de dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Parlamenter Burcu Gul Çubukçu di bernameyê de axivî û diyar kir ku Nagihan Akarsel mîrateyek bêhempa li pey xwe hiştiye û berzkirina dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li pey Nagihanê gelek bi wate ye û xwedî li mîrateya wê derkevin. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

06/10/2023
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin