Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e

  • rojane
  • 09:00 6 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Eliyas, di salvegera peymana 9'ê Cotmehê ya Şengalê de axivî û got: "Ezidî bi tifaqiya DAIŞ'ê re xelas nekirin, niha hewl didin ku bi peymana 9'ê cotmehê ji holê rakin."  
 
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi piştgiriya netewdewletan DAIŞ’ê êrîşî civaka êzidî kir. Civaka êzidiyan li ber çavê dinyayê rastî qirkirineke mezin hat. Êzidiyên ku hemû çekên wan ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ve ji wan hatibûn standin nikaribûn xwe ji êrîşan biparêzin û rastî qirkirineke mezin hatin. Di fermana 74’an de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin û gelek jinên êzidî di kolanan de hatin firotin û gelek ji wan aqûbeta wan hê niha jî nayê zanîn. Êzidiyên ku HPG bi hawara wan çû li dora pergala Neteweya Demokratîk civiyan û li gund û bajaran Meclisên xwe avakirin. Piştî avakirina Meclisan hêza xwe ya leşkerî Yekiniyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hatin avakirin. Êzidiyên ku Asayişa Êzidxan avakirin, di bin sîwana wê de xwe birêxistin dikin. Lê belê di 9'ê Cotmeha 2021'an de Hikûmetên Bexda û Hewlerê bi hevkariya Tirkiyeyê li dijî daxwaza êzidiyan a Şengaleke xweser a peymana 9'ê cotmehê hate îmzekirin. Peymana ku bêyî vîna civaka êzidî hate îmzekirin, ji aliyê êzidiyan ve nehate qebûlkirin. Êzidiyên ku li dijî peymana 9'ê cotmehê bi rojan li ber xwe dan û li dijî artêşa Iraqê bûne mertal, hê niha jî li ber xwe didin û nahêlin ku peymana 9'ê Cotmehê li Şengalê bi cih bînin. Piştî vê peymanê Tirkiye û PDK'ê gelek caran êrîş birine ser êzidiyan û êrîşên li ser êzidiyan hêj jî didomin.
 
Êzidiyên li Şengalê 2 sal in li dijî pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe didin. Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Eliyas der barê peymanê û tekoşîna ku li dijî wê tê dayin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
'EM CAREKE DIN NAHÊLIN KU DIJMIN BIKEVE AXA ME'
 
Xwedêda Eliyas, diyar kir ku ev du sal in civaka êzidî li dijî pêkanîna 9'ê Cotmehê tedikoşe û wiha axivî: "Bi peymana 9'ê Cotmehê Bexda û Hewlêrê vîna civaka êzidî nas nekir. Ew kesên ku bi Bexdayê re ev peymane amadekirî û îmzekirî nekarîn vê civakê biparêzin. Bi vê peymanê careke din xwestin ku li ser civaka êzidî siyaseteke qirêj bidin meşandin. Nekarîn vê axê biparêzin, nekarîn li ber xwe bidin. Bi peymana 9'ê Cotmehê xwestin ku careke din li Şengalê siyaseta xwe ya qirêj bidin meşandin û civaka êzidî bi kar bînin. Lê ew merhele derbas bûye bila dijmin baş bizanibe ku di sala 2017'an de wexta ku hêzên peşmergê li vir vekişiyan û planeke siyasî dan meşandin. Heke ku aliyeke çekdar dîsa bi vî rengî êrîşî Şengalê kiriba dîsa dê weke sala 2014'an Şengalê terk bikina û biçina. Bila dijmin baş bizanibe ku careke din li Şengalê cihê wan nîne û dê nekaribe careke din plan û siyaseta xwe ya qirêj li Şengalê bide meşandin. Ev êdî nayê qebûl kirin bila vê baş bizanibin. Civaka êzidî îradeya xwe daye avakirin, daye qebûlkirin. Ji sala 2014'an heta îro 550 şehîd dane. Em ê careke din nehêlin ku dijmin bikeve axa me."
 
'JI BO TUNEKIRINA ÊZIDIYAN BI DAIŞ'Ê RE BÛN TIFAQ'
 
Eliyas, da zanîn ku yên bi DAIŞ'ê re bûne tifaq niha jî bi peymana 9'ê Cotmehê re bi Tirkiyeyê re tifaq kirine û wiha domand: "Bi tifaqa 9'ê Cotmehê bi rastî jî vîna civaka êzidî nas nekirin. Heke ku vîna civaka êzidî nasbikirina û bi civaka êzidî li ser maseyê rûniştiban wê demê em ê bawer bikina ku dilsoz in. Em ne li dijî avakirina Şengalê ne û em ne li dijî vegera êzidiyan a Şengalê ne. Em li dijî hesabên siyasî ne ku li ser civaka me tên meşandin, em li dijî vê siyaseta qirêjin. Wextê ku îradeyek hat avakirin dewlet nêçare ku rêzê ji wê îradeyê re bigire. Heke ku dewletek nikaribe hemwelatiyê xwe biparêze û bi dijmin re peymaneke bi vî rengî îmze bike ew vîna ku hatiye avakirin jî dê vê yekê qebûl neke. Di sala 2014'an de bi DAIŞ'ê re tifaqî kirin û DAIŞ bêşer kete xeta Şemal û Sînûnê. Tifaqî bi dewleta Erdogan a Osmanî re kirine. Bi taybetî ji sala 2014'an de ji bo tunekirina civaka êzidî tifaqiya xwe avakirin.Di sala 2017'an heta roja îro bi hevkariya xayinan êrîşên wan ê li ser Şengalê berdewam in. Ew kesê ku xiyanetê li gelê xwe dike û hevkariyê bi dijmin re dike ew dijminê herî mezine. Dijminê me ji xwe bêminete û dikare her tiştekî jî bike. Lêbelê xiyaneta ku birayê mirovî li mirov dike zehmet e. Ji sala 2017'an heta îro pêşengên me, sazî û meclîsên me di hedefa dijmin de ne. Mixabin heke ku ew xwefiroş piştgiriyê didin dijmin. Heke ku dijmin ev tevgera azadiyê tasfiye kir, wê demê hûn dê çi bikin? Ew dewleta ku gelê te qebûl neke dê çawa xiyanetiya te qebûl bike, ma dê baweriya wî bi te bê? Ew kesê ku xiyanetê li gelê xwe dike dê tu feydeyê wî bigihije dijmin? "
 
'DI 2014'AN DE EM TESLÎMÎ DAIŞ'Ê KIRIN Û DI 2021'AN DE JÎ EM TESLÎMÎ TIRKIYEYÊ KIRIN'
 
Xwedêda Eliyas ku di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser xiyaneta Malbata Barzanî, destnîşan kir ku bi vê peymanê tê xwestin Şengalê vala bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Me êrîşî tu dewletan nekiriye. Me doza dewletbûnê jî nekiriye. Em Şengaleke xweser a ku em bikarin li ser azad bijîn daxwaz dikin. Em daxwaza Şengaleke xweser a girêdayî Bexdayê dixwazin. Em naxwazin ku Şengal girêdayî malbata Barzanî be. Ew nikarin xwe biparêzin dê çawa me biparêzin? Wan Kurdistan hemû teslîmî tirkan kirin. Misûl, Şengal, Kerkûk, Xaneqîn, Cerewa qasî 50 kîlometre teslîmî tirkan kirine. Ji bo ku peymana xwe ya 9'ê cotmehê li vir bi cih bînin serî li her rêbazekî dan. Serî li aliyê siyasî dan nekarîn, serî li aliyê leşkerî dan nekarîn. Şengal dê xiyaneteke din qebûl neke û destûr nede ku xiyanet careke din derbasî li ser vê axê bibe. Wan carekî xiyanet li me kir û ew ê vî demî şûnde nekaribin bibin dostên me. Ew hêza ku nikare axa xwe biparêze, nikare xwe biparêze dê çawa Şengalê biparêze? Îro li dijî dagirkeriya dewleta tirk bêdeng e, li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng e. Ji xeta Efrîn heta binê Îranê bigire dewleta tirk baregehên xwe yên leşkerî avakirine. Ne tenê hikûmeta Kurdistanê, hikûmeta Iraqê jî nekarî Şengalê biparêze. Di bin ala Iraqê de, di sala 2022'yan de hevalên me hatin qetilkirin. Bi hatina Kazimî ya Şengalê hevalê Seîd û sê ciwanên êzidî hatin qetilkirin. Îro hikûmeta Iraqê jî bi kesayetî û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Du roj beriya niha di noqteya Iraqê de sê hevalên me şehîd ketin. Dewleta Iraqê jî li hemberî van êrîşên li dijî me tên kirin bêdeng e. Heta niha li hemberî êrîşên dewleta tirk helwestek nîşan nedaye. Di sala 2014'an de malbata Barzanî û hikûmeta Iraqê em teslîmî DAIŞ'ê kirin û di sala 2020'an de jî bi tifaqa 9'ê Cotmehê em teslîmî dewleta tirk kirin. Ew dewletên ku komkujiya li ser êzidiyan weke qirkirin nas kirin bila ji vê rewşê re dengê xwe derbixînin. Hedefa dewleta Tirkiyeyê tunekirina civaka êzidiye."
 
'VÎNA ÊZIDIYAN JI TANK Û TOPÊN WAN BI HÊZTIR E'
 
Eliyas, bi lêv kir ku êzidî bi çekên dewletên endamên NATO'yê ne tên qetilkirin û ev tişt anî ziman: "Di sala 2014'an de nekarîn Şengalê biparêzin û xwestin ku Şengalê bidin valakirin. Îro jî heman siyasetê didin meşandin û dixwazin ku êzidî ji Şengalê derbikevin. Em bang li êzidiyên ku ji vir çûne dikin, vegerin Şengalê, başûrê Kurdistanê ji wan re nabe war. Divê ku xwedî li Şengalê derbikevin. Ew hêzên navnetewî yên ku dibêjin em hiqûqê diparêzin, îro em bi çekên wan tên qetilkirin. Ji sala 2014'ê ve em di bin tank û topên dewletên NATO'yê de ne. Îro çekên ku dewleta tirk li dijî me bikar tîne hemû yên NATO'yê ne. Lê îradeya êzidiyan a ku li Şengalê hatiye avakirin ji tank û topên wan bi hêztir e. Bila nebêjin ku em ê bi qetilkirina pêşengên wan îradeya wan bişkînin. Dewleta tirk rojê 10 caran êrîş bike û di van êrîşan de 20 ji me şehîd bikevin jî em axa xwe terk nakin. Me li ser vê axê 550 şehîd dane em ê çawa vê derê terk bikin? Heta ku dilopek xwînê di laşê me de hebe, em ê terka şehîdên xwe û axa xwe nekin û kar û xebatên xwe bidin meşandin."
 
'JI BO SEKINANDINA VAN ÊRÎŞAN ÇI KIRIN?'
 
Xwedêda Eliyas, bêdengiya dewletên ku komkujiya li ser êzidiyan weke qirkirin nas kirin jî rexne kir û ev bang li êzidiyan kir: "Heta niha 12-13 dewletan komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin naskirin. Em spasiya wan dikin. Lêbelê van 12-13 dewletan heta niha ji bo sekinandina van êrîşên NATO'yê yên li ser Şengalê çi kirine? Divê ku xwedî li Şengalê derbikevin. Em bang li êzidiyan dikin ku vegerin ser axa xwe. Malbata Barzanî ya ku xiyanet li me kirî û em teslîmî DAIŞ'ê kirin dê çawa doza te bike, dê çawa heqê te bide? Heta nih yek ji wan çeteyên DAIŞ'ê yên ku êzidî bi qirkirinê re derbas kirin nehatiye darizandin. Ji van kujerên ku bi hezaran êzidî qetilkirin hesab nehate pirsîn. Xwestin ku ola we biguherînin, hûn di qirkirinê de derbas kirin û niha jî nahêle ku hûn vegerin ser axa xwe. Keseke ku dijminê qewmê mirov be, mirovî ji fikra insanetiyê dûr bike ew ê çi ji me re bike. Em bang dikin ku bila êzidî baweriya xwe nedin wan û vegerin Şengalê."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

06/10/2023
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin