Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek

  • rojane
  • 09:00 6 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Hevseroka DBP'a Rihayê Hamîde Goktaş û Hevseroka HDP'a Rihayê Garîbe Yeşîl tekildarî çalakiyên salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatibû bang li gel kirin ku li dijî tecrîde bi yek dengî rabin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmehê 1998'an de bi komployeke navneteweyî li Suriyeyê hat li darxistin û piştî 130 rojan, di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Ewlekariya Bilind Tipa F a Îmraliyê ku ji bo wî taybet hatibû amadekirin di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Hezên hegemon ku ji bo planên xwe yên Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan ji xwe re weke asteng dîtin û li dijî wî ev komplo pêk anîn niha jî weke berdewama planên wan Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Agahî negirtina ji Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 31 meh li pêy xwe hişt. 
 
Agahî negirtina Abdullah Ocalan fikarên gel jî mezin dike û li dijî tecrîde her çar aliyên Kurdistanê û dervayî welêt gel li qadan daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dike. Têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştavaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA),  Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Kurdistan û Tirkiyeyê çar bajaran, Amed, Wan, Mersîn û Stenbolê çalakî bên lidarxistin û komploya navneteweyî bê şermezarkirin. Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Rihayê Hamîde Goktaş û Hevseroka rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê Garibe Yeşil têkildarî çalakiyên ku wê bên li darxistin bang li gel kirin ku beşdarî çalakiyan bibin. 
 
'HETA TECRÎD HEBE AŞTÎ Û ARAMÎ PÊK NAYÊ'
 
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Garîbe Yeşîl bi lêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî li dijî hiqûqî di bin tecrîde de ye û wiha got: "Bi vê tecrîde qanûnên navneteweyî tên binpêkirin lê ne CPT ne jî saziyên hiqûqê navneteweyî li dijî vê binpêkirina hiqûqê deng nakin. Li gorî hiqûqê divê malbat û parêzer bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin lê ev maf tê binpêkirin. Tecrîd bandorê li ser tevahiya civakê dike. Di serî de divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Heta ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin aştî û aramî jî nayê vî welatî. Aştî û aramî ji bilî birêz Abdullah Ocalan ne pêkan e. Heta tecrîd hebe aştî û aramî nayê vî welatî. Ev bar barê me hemûyan e. Hewceyê gel jî peyvîra xwe bi cih bînê û li dîjî tecrîde rabê li ser pêyan. Ji bo edalet û aramiya vî welatî divê tecrîd rabe. Heke li welatekî tecrîd bê meşandin ev tê wateyê ku hemû welatiyên wî welatî bindest bin û ne aramî û ne jî azadî li wî welatî heye."
 
'LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE BIKIN YEK'
 
Yeşîl der barê çalakiya wan a li dijî tecrîde û salvegera komploya navneteweyî yê 9'ê Cotmehê de wiha got: "Wê li dijî tecrîd û komployê li çar bajaran daxuyaniyên hevpar bên dayîn. Weke navenda Rihayê em ê jî di 9'ê Cotmehê de li Mêrsînê bin. Banga min li gel ev e ku ji bo tecrîd bê rakirin û edalet bê vî welatî bi girseyî tev li van çalakiyan bibin û dengê xwe bilind bikin. Heke tecrîd nayê rakirin, edalet jî nayê vî welatî.  Ji ber wê jî tevlibûna gel pir girîng e. Bila gelê me were em li dijî tecrîde dengê xwe bikin yek. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd û bi destxistina mafê kurdan birêz Abdullah Ocalan e. Divê ji bo ev tecrîd bê rakirin gelê kurd mafê xwe bistîne û hemû gel di nav aramiyê de bijî divê gel pêywîra xwe bi cih bîne. Banga me ne tenê li gelê kurd e, banga me li hemû gelan û pêkhateyan ê ku xwedî li van çalakiyan derkevin. Heke pirsgirêka demokrasî, azadî û aramiyê bê çareserkirin hemû gel wê azad bibin û aramiya wan pêk were. Çalakiyên me yên li dijî tecrîde û ji bo azadî û demokrasiyê wê bidomin. Yanî ne îro tenê ye çalakiyên me wê berdewam bikin."
 
'RÊYA AŞTÎ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE'
 
Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Hamîde Goktaş jî anî ziman ku ji ber agahî negirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gel bi fikar e û wiha axivî: "Ev 31 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Hevdîtina malbat û parêzeran hatiye qedexekirin. Bi awayekî li dijî hiqûqî mafê hevdîtina birêz Ocalan hatiyê qedexekirin. Rêya aştî û azadiyê birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan her çiqas bi awayekî fizîkî di bin tecrîde de be jî bi fikir û remanên wî li derva ne. Tenê gotineke birêz Abdullah Ocalan dikare vî şerî bide sekinandin. Heke ev şer bê sekinandin tu kes nayê kuştin û ev şer wê bi dawî bibe. Heke şer bi dawî bibe pirsgirêka krîza aborî jî wê bê çareserkirin û gel jî wê di nav aramiyê de bijî. Rêya aştî di Îmraliyê re derbas dibe, ji ber wê jî divê ev tecrîd bê rakirin. Heta tecrîd hebe aramî jî aştî jî pêk nayê."
 
'SALA AZADIYÊ’ 
 
Hamîde Goktaş têkildarî çalakiyên 9'ê Cotmehê jî ev bang li gel kir: "9'ê Cotmehê ji bo me kurdan destpêka roja reş e. Piştî 9'ê Cotmehê bi awayekî li dijî hiqûqî birêz Abdullah Ocalan hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Îro jî ev komplo bi tecrîdê berdewam dike. Ji bo ev tecrîd bê rakirin em ê di 9'ê Cotmehê de li qadan bin. Banga me li gel jî ev e; ku bên tev li van çalakiyan bibin û bertekên xwe nîşan bidin. Ji bo tecrîd bê rakirin divê li her derê, tax û kolanan berxwedan bê mezinkirin û dengekî xurt bê derxistin. Bi vî awayî ez bawerim sala 2024'an wê bibe sala azadiya birêz Abdullah Ocalan."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

06/10/2023
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin