Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye

  • rojane
  • 09:07 9 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Endamê Meclisa Giştî yê PYD'ê Ehmed Xocê tekildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê diyar kir ku armanc statuya kurdan e û destnîşan kir ku li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye. 
 
Piştî çalakiya 1'ê cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan bi daxuyaniyekê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Piştî daxuyaniya Fîdan Tirkiyeyê êriş bir ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û ev êriş hê jî berdewam dikin. Di êrişên ku 4'ê Cotmehê destpêkirin de dewleta tirk, binesaziyên herêmê yên weke, dibistan, kargeh, nexweşxane, bendav, îstasyonên avê, ceyranê û stomeniyê hedef girtin. Di encama êrişên bênavber ên SÎHA'yan de bi dehan sivîl jî hatin qetil kirin.
 
Endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce têkildarî êrişên dewleta tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî ji ajansa me re axivî. 
 
'ARMANC STATÛYA KURDAN E'
 
Ehmed Xocê bi lêv kir ku armanca êrişan pergala Modernîteya Demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatiyê demezirandin û statuya kurdan e. Xoce, bi bîr xist ku tevî tu eleqeya teqîna Stenbolê bi Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tune bû jî Tirkiyeyê êriş bir ser Bakur û Rojhilatê û Suriyeyê û niha jî weke wê deme ji bo êrişan hincetan digere. Xoce, axaftina xwe wiha domand: "Teqîna dawî ya Enqereyê jî ji xwe re kirin hincet û tevî daxuyaniya Rêveberiya Xweser ku ev êriş ji aliyê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ve pêk nehatiyê jî li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrişeke berfireh dan destpêkirin. Bi tank, top û balafirên xwe rojane li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê welatiyan qetil dikin û binesaziya herême tune dikin. Li herêma Şehbayê heta herêmên Derikê û sînorên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êriş pêk anîn. Armaca wan jî aboriya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku welatî pêdiviyên xwe yên jiyanê dabin dikin bi qedînin. Bi qedandina aboriya Rojava dixwazin pergala li vir tune bikin."
 
DIXWAZIN PROJEYA OSMANIYAN PÊK BÎNIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Xocê diyar kir ku dewleta tirk bi tune kirina statûya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re dixwazê planên xwe yên mîsak-ı mîlliyê pêk bînê û wiha pê dê çû: "Dewleta tirk gelek caran ji bo hilweşandina pergala li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hewl da lê bi serneket. Ji ber ku serneket jî aciz bû û ji xwe re teqîna Enqereyê kir hincet û êrişî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Dewleta tirk bi awayekî hovane sûcên şer dike. Yanî binesaziya herême ku debara welatiyan li ser pêyda dibe hedef digrin. Sotemenî, bendavên avê, nexweşxanê û cihên gel jê sûd digire hedef digrin. Duh evarê jî balafirên şer bi taybetî êrişî bajarê Kobanê kirin û depo û kargehên çîmento ku ji bo avabûna Kobanê ku piştî şerê DAÎŞ'ê hatibû hilweşandin ji nû ve bê çekirin hedef hat girtin. Bi vê yekê dixwazin gel ji vir koçber bibe û statûya gelê kurd ku bi têkoşîna xwe gihişt vê astê tune bike. Pergala li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hilweşînin û projeya xwe ya mîsak-î milli ya dema Osmaniyan pêk bînin."  
 
BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ
 
Xoce balkişand ser bêdengiya hezên navneteweyî ya li dijî êrişên dewleta tirk û ev tişt gotin: "Planên hezên navneteweyî jî li Rojhilata Navîn hene. Ew jî ji êrişên dewleta tirk razî ne. Ji ber ku tevî li gor qanûnên navneteweyi dewleta tirk li vir sûcên şer dike jî li dijî vê yekê saziyên mafê mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) bêdeng in. Hêzên Koalîsyonê ku li herêmê ne jî ji bo berjewendiyên xwe van êrişên Tirkiyeyê erê dikin. Ji ber ku cara yekem li Rojhilata Navîn pergala Modernîteya Demokratîk ku hemû gelan di nava xwe de dihewînê hat ava kirin û ji aliyê gel ve jî hatiyê qebûl kirin. Ev yek jî ne li gor planên wan in. Ew jî projeya demokratîk ji berjewendiyên xwe re asteng dibînin. Ew dixwazin li herêmê şer û pêvçûn hebin. Tevî ku li vir heza koalîsyona navneteweyî heye jî ji van êrişên dewleta tirk re bêdeng in. Ji ber ku ew jî dixwazin pergala ku li vir tê avakirin di bin kontrola wan de be." 
 
'BERXWEDANEKE MEZIN HEYE'
 
Xocê, destnîşan kir ku ew li dijî van êrişan ji heza xwe bawerin û wiha pê de çû: "Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tevî êrişên dewleta tirk jî bi girseyî tevli merasîma cenazeyên şehîdan bûn û bê tirs daketin kolanan. Her wiha Rêveberiya Xweser jî tucar xwe ne spartiyê hezên navneteweyî û ji heza xwe bawer e. Ew jî dizanin hezên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji van êrişan re amade ye û bi rêxistin kiriye. Ji aliyê parastin û ewlehiyê de gelê li vir amadeyê û bi rêxistin kiriye. Bi balafîran çiqas êriş hatinê kirin jî gel paş ve nekişiya û berxwedanek mezin nîşan da. Li Kobanê her çiqas êriş çebûn jî gel dev ji xaniyên xwe bernedan. Gel bi awayekî vekirî helwesta xwe nîşan da. Dibêjê ez li ser axa xwe me, ez xwedî li statuya xwe derdikevim. Helbet di şoreşê de ev yek jî wê hebin lê li dijî vê yekê berxwedenek mezin jî heye."
 
BANGAWAZÎ
 
Xocê diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê di salvegera komploya 9'ê cotmehê de pêk hatine û ev jî giredayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Xocê, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ev bang li gelê kurd û hezên demokrat ên cihanê kir: "Mifteya çareseriyê îro li Îmraliyê ye. Ji bo wê jî divê di serî de azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Sedema van krîz, şer û pevçûnan jî tecrîda li ser Rêber APO yê. Heke gelê kurd li Rojhilata Navîn bêstatu be girêdayî vê yekê. Dixwazin di sedsala Lozanê de li dijî kurdan peymanê dubarê bikin. Ev tecrîd û êriş jî bi vê yekê ve girêdaye. Divê gelê kurd li dijî van êriş û tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo dostên me yên cihanê û hezên demokratîk û civaka navneteweyî jî banga me ew e ku divê ew jî li dijî êrişên dewleta tirk derbikevin. Ji ber ku em faşîzma dewleta tirk dizanin, ew dixwazin projeyên xwe yên Osmaniyan pêk bînin. Ev yek jî ji bo hemû gelê cihanê xetereyeke. Ji bo wê jî derketina li dijî êrişên dewleta tirk erka wan e jî. Divê ew jî hem ji aliyê exlaq û hem jî ji aliyê siyasî vê piştgiriya kurdan bikin." 
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

09/10/2023
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin