Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?

  • rojane
  • 12:54 9 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmehê de bi pêşengiya DYA û NATO’yê ji Sûriyeyê hat derxistin. Yek ji piyê komploya Navdewletî Rûsya bû. Daxwaza Abdullah Ocalan a penaberiyaı siyasî li Rûsyayê bi dengekî zêde hat qebûlkirin. Lê li gel Dumayê bicihbûna Abdullah Ocalan qebûl kir jî dîsa Ocalan dersînor kirin. Di dersînorkirina Ocalan a ji Rûsyayê rola têkiliya Serokê Rûsya yê wê deme Primakov û malbata Barzanî bi hev re heye. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal berê di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin. Di nava 4 mehan de li Yewmenistan, Rûsya, Îtalya û Kenya geriya. Herî dawî  li paytextê Kenyayê Nairobiyê di 15’ê sibata 1999’an de radestî rêveberiya tirk hat kirin. Ocalan vê pêvajoya 4- 5 mehên gera di nava welatan de wekî “Komploya Çarmîxî” pênase kir. Ocalan destnîşan dike ku Rusya, Îtalya, Yewmenîstan û Tirkiyeyê di bin aqilmendiya DYA’yê de li wî kompo kirine. Di her firsendê de destnîşan dike ku 130 rojan wekî “neçîrekê” rastî şopandina neçîrvanan dihat. 
 
PRÎMAKOV DUMA TUNE HESIBAND
 
Rola Rusyayê ya di komplo de heta tê xwestin mijarek bi îtîlaf e. Ocalan di 9’ê Cotmehê de gihişt Moskovayê. Li balafirgeha Moskovayê Seroke Partiya Demokratê Lîberal Vladimir Jirinovskiy û dîsa ji heman partiye wekîl Aleksey Mitrofanov, Aleksandr Filatov û hin aktîvîstên kurd Ocalan pêşwazî kir. Jirinovskiy di heman demê de ji ber Turkolog bû bi tirkî jî zanîbû. Bi Ocalan re bi tirkî diaxivî. Ocalan çend rojan di havîngeha Jirinovskiy de ma. Piştre Ocalan li dora Odintsovo ya nêzî Moskovayê li malekê bi cih kirin. Ocalan dixwest bi awayekî siyasî li Rûsyayê bi cih bûbûya. Di vê çarçeweyê ji Rûsya daxwaza bicihbûna siyasî kir. Di 4’ê mijdara 1998’an de li Dumayê ji bo vê mijarê dengdayîn hat kirin. Daxwaza Ocalan a mafê siyasî hat qebûlkirin. 298 kesan dengê erê da. 1 kesî jî denge na da. Daxwaza Ocalan a bicihbûna siyasî ji aliyê Duma ve bi dengekî zêde hat qebûlkirin. Lê Serokê Rûsya yê wê deme Yevgeniy Primakov, vîna Duma li ber çavan negirt  û ferman da ku Ocalan dersînor bike. 
 
 OCALAN: BIRYAR ŞAŞ E
 
Bêguman biryar û helwesta Primakov, xeyalê Ocalan şikandibû. Ji xwe di 24’ê mijdara 1998’an de Rojnameya Kommersant bi rêya Leonid Gankin bi Ocalan re hevpeyvîn kir. Gankîn, di hevpeyvîna xwe de dersînorkirina Ocalan a ji Sûriyeyê wiha tîne ziman: “Serokê Dewleta me (Boris Yeltsin-İ.K.) di vê pêvajoyê de nexweş bû. Ji ber vê yekê gotina dawî Yevgeniy Primakov digot. Ji vê daxwaza Duma re bi awayekî teqez got ‘Na’.” Ocalan jî di hevpeyvînê de gotibû “Ez vê biryarê şaş dibinim. Ev şaşî, dema min ji bo bicihbûna siyasî ya li Rûsyayê daxwaz kir, di 4’ê mijdarê Dumaya Dewletê bi yek dengî ji bo vê daxwaza min daxwazname da Boris Yeltsin. 300 parlamenter beşdarî denydayînê bûn. Tenê kesekî denge na bikar anî. Dumaya Devletê qebûl kir ku Tirkiye li dijî kurdan politikaya komkujiyê pêk tîne. Dumaya dewletê bang li Enqereyê kir û xwest kêjeya kurd di çarçoveya aştiyane de çareser bike. Parlamenteran fam kir ku hebûna min a li Moskovayê ji bo berjewendiya Rûsyayê çekek pir bi hêz e. Lê mixabin Primakov  guh neda parlamenteran û denge Duma nebihîst.” 
Ocalan di pevpeyvîna xwe de destnîşan dike ku DYA zextên mezin li ser hikûmeta Rusyê pêk tîne. 
 
PRÎMAKOV Û MALBATA BARZANΠ
 
Çîroka Yevgeniy Primakov jî hêjayî balkişandinê ye. “Lehf-î mahfuzu” a wî pir tev li hev e. Di sala 1929’an de li Kiev’ê ji dayik bûye. Bavê wî di 1937’an de wekî “Dijminê gel” îlan kirin û dan ber guleyan û kuştin. Primakov, bi taybetî li Rojhilata Navîn figurekî bûye pispor. Mînak di sala 1960’an de di Rojnameya Pravdayê de nûçegîhaniya Rojhilata Navîn kir. Di vê pêvajoyê de kesên wekî Saddam Huseyin, Tarik Aziz, Mele Mustafa Barzanî û Yaser Arafat nas kir. Ev têkiliyên wî û nasîna wî ya bi Mustafa Barzanî û malbata Barzanî re demek dirêj dewam kir. Di sala 1990’an de nêzîkatî û dostaniya wî ya bi Mesut Barzanî re pir germ bû. Primakov bi salan hem rojnamegerî kir û hem jî akademîsyenî kir. Ji ber vê yekê kêjeya kurd pir baş dizane. Di diroka Rusyayê de jî yek ji siyasetmedarên herî zêde kêjeya kurd dizane jî Prîmakov e. Primakov di serdema Gorbaçov de pir bi deng û navdar bû. Primakov yek ji mîmarê van polîtîkayên li ser kurdan bû. Li aliyekî parçeyekî mekanizmaya parçekirina Yekîtiya Sovyetê bû. 
 
TÊKILIYA PRÎMAKOV Û DYA’yê 
 
Piştî Yekîtiya Sovyetê belav bû, Primakov ji nüve derket qadasiyasî. Di sala 1998’an de bû Serokwezîr. Wê deme Serokdewletê Rûsyayê jî Boris Yeltsin bû. Rejîma Yeltsin ji hilberîna sosyalist derbasî hilberîna kapitalistê bû. Di hilberînê de bi DYA’yê re di nava têkiliya ku hev razî dikirin de bû. 
 
Mînak li Zanîngeha Harwardê îktîsatvan Lawrence Summers û Andrei Shleifer, ji rêveberiya Yeltsin re “murşîtî” dikir. Jeffrey David Sachs ê ku li Harwerdê perwerde didît, di nava lijneya rêveberiya Aborî ya ku şewîrmendiya Yeltsin dikir de bû. 
 
Rêveberiya DYA’yê ji bo piyaısa Rusyayê 50 mîlyon dolar çavkanî veqetandibû. Zanîngeha Harwardê ji bo vê armanca bilind peyvirdar kiribû. Bi vê boneye DYA’yê dixwest ku Rûsyaya nû bi xwe ve girê bide. Ji ber vê yeke hikûmeta Primakov jî neçar bû ku li gorî vî hurî tev geriya buya. Ji ber vê yeke dê nikaribû li dijî planên DYA’yê yên der barê Ocalan de îtîraz bikiraya. 
 
 HEVPEYVÎNA MÎTROFANOV 
 
Komploya li Rûsyayê li dijî Ocalan pêk hat di sala 2003’an de hindik be jî hat niqaşkirin. Parlamenterê Rûsyayê Aleksey Mitrofanov ku Ocalan li balafirgehê pêşwazî kir, di ajansa nûçeyan a Stringerê de pirsên Andrey Arhipov bersivand. Mitrofanov di hevpeyvînê de dibêje: “Hatina Ocalan a Rusyayê pir bi dizî bû. Wezîrê Karên Derve jî nizanibû. Eger agahiya wezaretê û hikûmetê hebûya, wê ev pêvajo heta 2 salan dirêj bûbûya. Rayedarên dewletê yên asta bilind, wê deme bi têkoşîna îqtîdarê mijûl dibûn. Di sala 1998’an de. Welat li dijî lawaziya Yeltsinê har bûbû. Şerê qoltixê-îqtîdarê yê Kremlinê belav bûbû. Qeyran, Doza Skuratov û Serokatiya Primakov di rojevê de bû. Atmosferek pir bi kaos hebû. Nedixwest serê wî têkeve belayê.”  
 
Andrey Arhipov, di hevpeyvcînê de  dipirse ku ji bo Ocalan dersînor bike, hin kesan pere dabû hin kesan an na? Mitrofanov jî sergirtî bersîvê dide û dibêje: “Ez naxwazim vê pirsê bibersivînim. Ez nizanim. Pirsek mejiyan tev li hev dike. Wekî din têkiliya Primakov û Malbata Barzanî bi salan dewam kiriye. Hem bi Mustafa Barzanî re û hem jî bi zarokên wî re hevaltiyek wan heye. Primakov, di sala 1960’an de dem ali Rojhilata Navîn kar dikir, di nava têkoşîna kurdan de cih digirt. Ji xwe tê zanîn ku malbata Barzanî û Partiya Ocalan di nava reqabetekê de ye. Dibe ku rola malbata Barzanî ya di dersînorkirinê de hebe. Sedemek din jî dibe ku Primakovê ku dixwest bibe Serokwezîr nedixwest tev li hevî pêk bê.” 
 
 MA / Îsmet Konak
 

Sernavên din

11/10/2023
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin