‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’

  • rojane
  • 11:03 11 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de zaroka 12 salî Helîn Hasret Şen dema ji bo nan derketî derve, ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Şen re 8 sal derbas bûn. Dayik Nazmiye Şen got ku dê dev ji doza xwe bernede û parêzer Abdullah Zeytun jî diyar kir ku ji destpêkê heta niha di dosyayê de pratîka necezakirnê heye. 
 
Di 12’ê cotmeha 2015’an di dema qedexeya derketina derve ya kolanan a li Sûr a Amedê de zaroka bi navê Helîn Hasret Şen a 12 salî ji bo nan bîne derket derve û di encama gulebarana wesayîta zirxî ya bi tîpa kobrayê hate qetilkirin. Cenazeyê Şen bi saetan li naverasta kolanê ma û li gel ku bi ser qetilkirina wê re 8 sal derbasbûne jî hêj faîlên wê nehatine darizandin. Malbata Şen jî têkoşîna xwe edaletê heta niha jî didomîne. 
 
Dayik Nazmiye Şen ku her cara diçe nan wê rojê dîsa dijî, qala roja qetilkirina keça xwe û pêvajoya piştre vegot. Parêzerê malbatê û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Abdullah Zeytûn jî qala pêvajoya dozê kir. 
‘KEÇA MIN HEDEF HATE GIRTIN’
 
Şen, diyar kir ku beriya qetilkirinê keça wê ji dengê pevçûnan pir ditirsiya û wiha got: “Beriya were qetilkirin pir ditirsiya. Digot; ‘Dayê ez ditirsim. Li vir tiştek nîne lê ewqas deng tên.’ Di televîzyonan de dîmenên pevçûnan dihatin parvekirin. Polîsek hatibû kuştin. Helîn wê şevê pir giriya bû. Digot; ‘bifikire ku zarokê yekane yê malbatê ye û ew zarok dê êdî kê hembêz bike’ û ji bo wî polîsî pir digiriya. Zarokeke keç ku ji bo wan digiriya û ji hêla wan ve hatiye qetilkiri... Ne av, ne ceyran, ne nan û tu tiştek tune bû. Tenê du bacanên min mabûn. Min ew jî hûr kirin û hinek nanê şevî yê min ji cîranê me wergirtibû hebû. Helînê wê rojê tu tiştek nexwar. Xwişkeka wê ya sê salî hebû. Heta serê sibehê destên wê maç kir û bêhn dikir. Dê bibêjî qey hîs kiribû ku dê biçe...” 
 
Bi domdarî Şen da zanîn ku li Taxa Hasirliyê ya keça wê lê hatibû qetilkirin tu pevçûn û xendek tunebûn lê dîsa jî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û wiha pê de çû: “Li malê tu tiştek nebû. Lewma keça min Helîn ji bo nan bigire derket. Tenê em jin û zarok li wir mabûn. Di carekê de sê gule hatin berdan. Wê kêliyê keça min li erdê bû, pişta wê li min bû û min nezanî çi qewimî. Min got qey bi ser hişê xwe çû. Min nedizanî ku miriye. Cîranên me ji bo ambulansê li deriyan û li her derê xistin. Heta ambulans jî nehat. Bifikirin, zarokeka 12 salî hate qetilkirin, hedef hate girtin. Çima li destê wê neket? Çima li serê wê xistin? Keça min hedef hate girtin. Gelo di kîjan mirovahiyê de hedefgirtina zarokeka biçûk heye? Ambulans jî nêzî saetek-dusaetan dereng hat. Zarokeka li gel dayika xwe ji bo nan diçû firnê ji canê xwe bû. Ma canê mirovan ewqas hêsan in?” 
 
‘EV 8 SAL IN EZ KÊM IM’
 
Di berdewamê de Şen got; “Ji wê rojê heta niha ji bo min û malbata min tenê êş ma” û ev tişt anî ziman: “Ev 8 sal in ez kêm im, xwişk-birayên wê, bavê wê kêm in... Zarokeke biçûçik, 12 salî. Dê her 12 salî bimîne. Heke bijiya niha jineke ciwan a 21 salî bû. Lê nehiştin bijî. Bi ser re 8 sal derbas bûn û dikeve sala 9’an. Lê hêj jî faîl nehatine darizandin. Heke faîl bihatina darizandin, qet nebe dê dilê me hindik jî be hênik bûbûya. Dayikek ev 8 sal in ji zaroka xwe cuda ye, birayek-xwişkek ev 8 sal in ji xwişka xwe dûr e. Em ê di tevahiya emrê xwe de ji hev cuda bin... Dema ez diaxivim jî kelagirî dikeve qirika min. Ev 8 sal in bi hesreta rûyê wê dijîm. Niha tenê bi bîranînên wê hene... Demek piştre bîranîn bi tena serê xwe têr nakin. Weke dayikekê rewşekî pir zehmete ku mirov dengê zaroka xwe ji bîr bike. Ji bo ku rûyê zaroka xwe ji bîr nekim, min wêneyên wê hilayîstine her quncikê malê. Ev 8 sal in em vê êşê dikişînin. Mirov nikare vê êşê vebêje. Em ji tenduristiya xwe bûn, zarokên me hêj jî wê travmayê dijîn. Vê yekê bandor li dibistana wan jî kir. Xeyala Helînê ew bû ku bibe parêzer. Digot; ‘dixwazim li dijî neheqiyê li rex heqiyê bisekinim û têkoşîna wan bidomînim.’ 12 salî bû lê di ferqa heq, hiqûq, edalet û dilovaniyê de bû. Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku bixwîne û bibe parêzer. Lê nehiştin.” 
 
‘ÇIMA NAYÊN CEZAKIRIN?’
 
Dayik Şen, diyar kir ku Helîn ne zaroka ewil ne jî ya dawî ya kurd e ku hatiye qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mîna keça min gelek zarok di wê demê hatin kuştin. Gelo ma tenê sûcê zarokên kurd, kurdbûna wan e? Tenê ji ber ku tu kurdî lewma ji canê xwe dibî. Tenê ji ber ku ez li mala xwe bûm, li taxa xwe bûm lewma ji zaroka xwe bûm. Çima nayên cezakirin? Faîl diyar in, ev ne faîleke kiryarnediyar e. Wê demê çima faîl nayên darizandin? Heke faîl sûcek kiribe û were cezakirin, dê yên din jî cisaret nekin heman sûcî bikin. Lê tevî ku faîl eşkereye jî heke neyê cezakirin û peywira xwe bidomîne, ev yek raste rast sûc e. Bi sala ye dibpirsim, çima? Ew faîl çawa jiyana xwe didomîne? Bi salan min bangî wî kir, gelo ma wijdana te jî qet naêşe? Te zarokeke biçûçik kuşt, gelo te ew nas dikir, haya te ji xeyalên wê hebû? Ma hedefgirtin û kuştina zarokekê tiştekî ewqas hêsan e? Tu bersiva vê heye? Tu bersivên wê nînin!” 
 
‘GELO KESÊN LI SÛRÊ KEYFÊ DIKIN DEMA EM DIHATIN QETILKIRIN LI KU BÛN?’ 
 
Şen, destnîşan kir ku piştî qetilkirina Helînê nekariye biçe Sûrê û wiha derbirî: “Ez tenê carekê çûm. Dema çûm wê derê kelegirî bûm û min got qey yekî bi her du destan qirika min girtiye. Dema diçim wê derê, nikarim pê li keviran bikim. Li wê derê dil û hinavên bi milyonan dayik û bavan şewitî. Lê niha li wir keyfê dikin. Geştiyar tên û diçin. Gelo dema ew komkujî dihatin kirin ew li ku bûn? Dema em li wir dihatin kuştin ew li ku bûn? Niha hemû kes ji bo keyfê diçe wê derê. Ez ê dev ji têkoşîna edaletê ya ji bo keça xwe bernedim. Ne 8 sal lê 88 sal jî derbas bibin ez ê heta faîl tê girtin vê têkoşînê bidomînim. Heke zaroka min di bin axa sar de be, wê demê divê ev faîl jî tavilê ji peywirê were avêtin û were girtin. Dixwazim her kes xwedî li vê dosyayê derkeve.” 
 
Parêzerê malbata Şen, Abdullah Zeytûn jî têkildarî dosyayê axivî. 
 
 
‘FERMAN DAN DARAZÊ’
 
Zeytûn, got ku sembola hemû dosyayên zarokên bi taybet jî piştî sala 2015’an li Tirkiyeyê di dema qedexeyên derketina kolanan de hatine qetilkirin û binpêkirinên giran ên mafan dosyaya Helîn Şen e û wiha pê de çû: “Ji roja destpêkê ve di dosyaya Helîn Şen de pratîka necezakirinê xistin meriyetê. Delîl kêm hatin komkirin. Ev kêmasî ne encama sersariyê lê tercîhek bû. Di îfadeyên şahidan û di dîmenan de kesê Helîn kuştî pir eşkere ye. Lê tevî vê yekê jî hem dozgerî hem jî walîtî ket pey wê ku faîlên ne ji hêzên ewlekariyê peyda bikin. Ji wê rojê ve ev tişt bi destê dozgerê ji yekîneya lêpirsînên têkoşîna li dijî terorê ve hatin kirin.” 
 
‘BÊHIQÛQTÎ BI AWAYEKÎ QESDÎ TÊ DOMANDIN’ 
 
Di berdewamê de Zeytûn anî ziman ku ji bo tespîtkirina berpirsyaran û temamkirina kêmaniyên di dosyayê de gelek caran daxwazname dane lê tevî vê yekê jî darizandin di sala 2021’an de dest pê kiriye. Zeytûn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Faîl ku ji hêzên ewlekariyê ye, herî kêm 10 salan xebitiye û kameraya termalê ya li ser çeka wî herî kêm metreyekê hemû şexs û zindiyan bi zelalî nîşan dide. Tevî vê yekê jî derheqê bersûc de bi sûcdariya ‘bi teqezayî mirov kuştiye’ mutalaa hate amadekirin. Dê danişîna dozê di 19’ê cotmehê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. Em jî dê li dijî mutalaayê parastinê bikin û bibêjin ku faîlî Helîn bi qesdî kuştiye. Doza Helîn Şen ji bo zarokên di dema qedexeya derketina derve de hatine kuştin dosyayeke sembol e. Lewma girîng e ku faîl ji sûcê ‘kuştina bi qesdî’ were cezakirin. Heke ji ber ‘bi teqezayî bûye sedema mirinê’ were cezakirin, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînin. Polîtîkayên necezakirinê yên li dijî kurdan berdewam in. Ev binpêkirine tevek nîşan didin bê ka di mijara pirsgirêka kurd de çareseriyeke adilane çiqasî girîng û lezgîn e.” 
 
TÊKILDARÎ DOZÊ
 
Zeytûn, axaftina xwe wiha qedand: “Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo lêpirsîna derheqê bûyerê de demekî kin piştre biryara bisînorkirinê da. Lêpirsîna îdarî ya ku Lijneya Disiplîna Polîsan a Walîtiya Stenbolê derheqê polîsê bersûc Abdullah Ercan de dabû destpêkirin di 28’ê îlona 2017’an de biencam bû. Bi vê yekê re 2 sal cezayê sekinandina qidemê dan. Li dijî Wezareta Karên Hundir jî doz hate vekirin. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Îdarî ya Amedê di dozê de ji sedî 85 wezaret biqisûr dît û biryar da ku 314 hezar TL tazmînat ji malbatê re were dayîn. Têkildarî mirina Şen, Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin. Ev lêpirsîn piştî 3 salan hate temamkirin û di 12’ê kanûna 2018’an de derheqê faîl de ji ber sûcê ‘Kuştina biîxtîmala qesdî’ îdianame hate amadekirin. Lê belê bi hinceta ‘xeletiya di madeyên sewqkirinê de’ îdianame lê hate vegerandin. Îcar jî di 14’ê cotmeha 2019’an de îdianameya bi sûcê ‘bi teqezayî kuştiye’ hate amadekirin. 8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bi îdiaya sûcê ‘îxtîmala ku bi teqezayî bûye sedema mirinê’ biryara bêrayetiyê da. Piştî biryarê, polîsê bersûc Ercan bi sûcê ‘bi teqezayî kuştiye’ li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate darizandin. Di danişîna dawî de derheqê polîsê bersûc Ercan de mutalaa hate amadekirin û ji ber sûcê ‘bi zanebûn bi teqezayî kuştiye’ ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê hate xwestin. Danişîna din dê di 19’ê cotmehê de were lidarxistin.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

11/10/2023
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn