Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be

  • rojane
  • 09:01 12 Cotmeh 2023
  • |
img
 
ŞIRNEX - Hevşaredarên li herêma Botanê bertek nîşanî vegûhestina dengên cerdevanan ên li navenda navçeyan dan  û gotin: “Şaredarî ne bi diziyan û bi hîleyan bi vîna gel tê hilbijartin. Dev ji van polîtikayên binpêkirina vîna gel berdin." 
 
Ber bi pêvajoya hilbijartinên xwecihî ve desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê serî li rê û rêbazên hîlebaziyê dide. Di hilbijartinên beriya niha de jî desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê li Kurdistanê û Tirkiyeyê li gelek malên vala hilbijêr nivîsandibûn û dengê gelek leşker û cerdevanan veguhestibûn navendê navçe û bajaran. Beriya hilbijartina xwecihî ya 2024'an, derkete holê ku li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê, Qilaban, Basa rêveberên AKP-MHP’ê mal bi mal digerin û lîsteyên cerdevanan amade dikin û dengê wan vedigûhezînînin ser malên li navendan. Desthilatdariya AKP'ê di hilbijartina xwecihî ya di sala 2019'an de jî serî li heman rêbazan dabû û derketibû holê ku AKP'ê li gel Midûrê Emniyeta Şirnexê Mehmet Aktaş ê wê demê, Waliyê Şirnexê û parlementerê AKP’ê Rizgîn Bîrlîk, li şûna malên welatiyên ku ji herêmê ji neçarî koçber bûne, leşker anîbûn bajêr û bi wan deng dabûn bikaranîn. Aktaş û Bîrlîk bi daneyên ku ji Midûriyeta Nifûsê girtin, 11 hezar leşker li Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Hezex, Qilaban bi cih kiribûn û ji bo AKP'ê deng dabûn bikaranîn. 
 
Hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan ên HDP’ê bertek nîşanî vê pêkanîna AKP'ê dan û banga hişyariyê li gel kirin. 
 
'VÎNA GEL BINPÊ KIRIN'
 
Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin da zanîn ku AKP'e dixwaze di vê hilbijartinê de jî bi hîleyan bi ser bikeve û wiha axivî: "Di her hilbijartinan de desthilatdariya AKP'ê bi hîleyan dixwaze ku bi ser bikeve. Mînakên vê yên şênber me di sala 2019'an de bi aşkere dît. Ji ber ku AKP'ê saziyên dewletê hemû xistine bin kontrola xwe, van saziyan jî li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî dixe dewrê. AKP îro ji tevahiya gelên Tirkiyeyê re bûye xetereke mezin. Peywira partiyan siyaset e. Lê AKP li derveyî siyaseta exlaqî maye û her tiştî dike. Di sala 2019'an de li navenda Şirnexê û navçeyên wê Qilaban, Elkê û gelek deverên din leşker, polîs û cerdevan hatin bicihkirin û dengên wan li van deran hatin veguhestin. Her kes dizane ku leşkerek AKP'ê û polîsên wan bi dehan caran deng avêtin. Her wiha gelek malên vala û gundên vala weke tije ne nîşan dan. Her sazî û dezgehên dewletê li gorî armancên xwe yên qirêj bikar anîn. Ne dozger, ne dadgeh û ne jî partî û siyasetmedaran li dijî vê dengê xwe dernexistin. Niha li Şirnexê dîsa serî li heman rêbazî didin. Di hilbijartinên xxwecihî de cihên ku me niha ne di destê me de ne, em nabêjine me winda kir, AKP'ê ji me dizî û ji ber vî rêbazî bi dest xist. Vîna gelê me bin pê kirin. Hin şaredariyên me bi hîleyan birin û yên din jî bi tayinkirina qeyûman desteserkirin." 
 
'DIVÊ KU DOZGER LÊPIRSÎN BIDIN DESTPÊKIRIN'
 
Kutlu bang li dozgerên herêmê kir ku der barê vê pêkanînê de lêpirsîn bidin destpêkirin û got: “Divê ku dozger li ser vê mijarê lêkolînekî bide destpêkirin. Dozger, walî û qeymeqam ne endamên AKP'ê ne. Daxwaziya me li gelê me jî ew e ku heke gumaneke wan çêbû û di vê mijarê de bi binpêkirinekî re rû bi rû man, li ku derê bin jî gilî bikin. Divê li dijî her neheqiyeke ku gelê me dibîne û pê re rû bi rû dimîne, gilî li dozgeriyan bikin da ku ya heq derbikeve holê û em jî hewledanên xwe bixin dewreyê." 
 
'ŞAREDARÎ BI BIRYARA GEL TÊ HILBIJARTIN'
 
Endama Meclisa Şaredariya Şirnexê ya HDP'ê Gurbet Aslan jî bertek nîşanî veguhestina dengên cerdevanan a navendan da û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Di hilbijartinên 2019'an de jî AKP ne bi piştevaniya gelê Şirnexê şaredarî bi dest xistin. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re ji gelek deverên din leşker û polîs li navenda Şirnexê bi cihkirin û şaredarî wisa bi dest xist. Dixwaze ku di vê hilbijartinê de jî serî li heman rêbazî bide. Lê em ê vîna xwe nedin destê wan. Gel kîjan partiyê bixwaze dengê wê dengê xwe bide. Gel azad e bixwaze wê dengê xwe bide wê partiyê. Şaredarî bi biryara gel tên hilbijartin. Lê niha ji bo ku hin şaredariyên me dîsa bi dest bixin her polîtîkayeke qirêj dixin meriyetê." 
 
'LI ŞÛNA MALBATAN LEŞKER Û POLÎS BI CIH KIRIN'
 
Endama Meclisa Şaredariya Silopiya ya HDP’ê Fehîme Saruhan jî bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê li herêmê dide meşandin û wiha got: “Di dema şerê li bajaran de gelek malbat hatin koçberkirin û gelek kes hatin girtin. AKP ev hemû dizanibû û li şûna ku wan hilbijêran bînin cihê wan yanî li Şirnexê bi cih bikin, beravojî wê kir. Ev rêbazeke qirêj bû. Leşker û polîsên xwe li bajarên me bi cih kirin û şaredariyên me wiha dagir kirin. Niha jî di nava heman hewledanê de ne. Ji ber wê divê gelê me di hilbijartinê de baldar be. Dibe ku gelek kes li ser navnîşanên wan û avahiyên wan hatibin nivîsandin hebin. Ji ber wê divê ku kontrol bikin. Heke ku li ser navnîşanên wan hin navên biyanî hatibin nivîsandin divê ku demildest îtîraz bikin. Di malekî tenê de 21 kes nivîsandibûn. Divê gelê me navnîşanên xwe kontrol bikin. Em xwe bi xwe bi rê ve bibin. Nehêlin ku kesek din di şaredariyên me de cih bigire. AKP û MHP dê carek din li Botanê winda bikin û dê bi ser nekevin."
 
'POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN QIRÊJ LI SER ŞIRNEXÊ BIKAR TÎNE'
 
Hevşaredara Hezexê Songul Erden ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin jî hişyariya baldarbûnê li gelê Botanê kir û got: “Di hilbijartina sala 2019’an de me her tiştek dît. Her kes baş dizane û derkete holê jî ku AKP şaredariya Şirnexê ne bi vîna xwe bi zorê û hîleyan bi dest xist. Ew ne serkeftina AKP'ê bû. Ji ber van hîleyên wan me li deverên weke navenda Şirnexê û navçeyên wê Qilaban, Elkê û Basayê wiha winda kir. Van polîtîkayên xwe yê qirêj bi taybetî li ser Şirnexê bikar tîne. Divê ku gelê me di vê hilbijartinê de baldar be. Heke ku em kurd dest nedin hev em ê vîna xwe jî teslîm bikin. Divê ku em dest bidin hev. Divê ku tu hêviya me ji dewletê nebe. Ew çiqas hîle bikin û serî lîstokan bidin jî dê gelê me di hilbijartina pêşiya me de bersiva pêwîst bide wan."
 
MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş 
 
 
 

Sernavên din

14/10/2023
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’