Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye

img

ENQERE - Akademîsyenê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku PDK’ê pêşeroja xwe radestî Tirkiyeyê kiriye û wiha got: “Tirkiyeyê bi baregehên xwe yên leşkerî, bi hêza xwe ya aborî û ji hêla çandî û perwerdeyî ve Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye.” 

 
Dewleta tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê gelek baregehên leşkerî ava kirine û êrişên li dijî herêmê bênavber didomîne. Dewleta tirk di bin navê têkoşîna li dijî PKK’ê de, li herêmê polîtîkaya dagirkeriyê dimeşîne. PDK li cihê ku li dijî van polîtîkayan derkeve, hevkariyê bi dewleta tirk re dike û di êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de ji bo artêşa tirk rêyan çêdike û pêşiya êrişan vedike. Her çend ku ev polîtîkaya PDK’ê di nava kurdan de rastî bertekên tund were jî, di helwesta xwe de biisrar e. 
 
Tirkiye jî sûdê ji van nakokiyên di navbera kurdan de digire û êrişên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de di serî de Qendîl, bênavber qadên PKK’ê bombebaran dike. 
 
Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û helwesta PDK’ê de axivî. 
 
‘ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ LI ROJAVA DIQEWIME’
 
Berwarî, diyar kir ku êrişên bênavber ên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ne. Berwarî, daxuyand ku ji sala 1998’an bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê re heta niha şerê sar didome û ev tişt anî ziman: “Tiştên di roja me de li başûrê Kurdistanê, Rojava, Ûkrayna û Efxanistanê diqewimin di asta Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ne. Di rewşeke wiha de Tirkiye hewl dide bi rêya têkiliyên PDK’ê bingeha dagirkirina tevahiya Kurdistanê amade bike. Hevkariya Tirkiye bi beşekê Hikûmeta Herêmê re dike, li dijî berjewendiyên kurdan e.” 
 
‘TIRKIYEYÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR KIRIYE’ 
 
Bi domdarî Berwarî got ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re nayê qebûlkirin û wiha domand: “PDK’ê pêşeroja xwe radestî Tirkiyeyê kiriye. Gelê kurd vê hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re rast û erênî nabîne. Tirkiyeyê bi baregehên xwe yên leşkerî, bi hêza xwe ya aboriyê û ji hêla çandî û perwerdeyî ve başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Rewşa başûrê Kurdistanê roj bi roj xerabtir dibe. 2 hezar şîrketên Tirkiyeyê li Başûr hene. Li van şîrketan mehane 500 dolaran mûçe didin kesên ji Tirkiyeyê anîne. LLê 300 dolaran didin karkerên kurd. Li gel vê, gaza xwezayî ya Kurdistanê bêpere digirin. Li hêla din xweza û jiyana wan talan dikin. Di pêvajoyên pêş de gelê kurd dê berjewendiyên PDK’ê ne jî yên dewleta tirk qebûl bike. PDK’ê hemû pêşeroja xwe radestî hikûmeta tirk kiriye.” 
 
‘SÛÎQEST BI DESTÊ TIRKIYE-PDK’Ê TÊN KIRIN’
 
Di berdewamê de Berwarî bal kişand ser sûîqestên li dijî welatparêzên kurd ên li başûrê Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Faîlê van sûîqestan dewleta tirk û PDK ne. Li başûrê Kurdistanê heta niha çiqas welatparêz hatibin qetilkirin, berpirsyarê tevan jî Tirkiye ye. Heke PDK û hikûmeta Başûr van kujeran dernexîne holê, wê demê şirîkê van komkujiyan e. Çendek roj berê di danê nîvro de li dijî bûroya KNK’ê êriş hate kirin. Di vê êrişê de hevalê me Denîz Bulbun hate qetilkirin. Buroya KNK’ê buroyeke leşkerî nîne. Buroyeke sivîl e. Buroya KNK’ê di bin kontrola yekîneyên asayîş û ewlekariyê de ye. Bêguman heke ev mirov di nava rojê de bên qetilkirin, berpirsyarê vê Hikûmeta Başûr û îktîdara Hewlêrê ye. Rayedaran demekî kin piştî qetilkirina hevalê me Denîz Bulbun gotin ku kujer hatiye girtin û dê hûrgiliyên wê piştre parve bikin. Lê hêj tu daxuyanî nedane. Hewl didin vê komkujiyê hêdî hêdî bidin jibîrkirin. Heke rayedar îro bibêjin ‘kujer di destê me de nîne’ jî lê di roja ewil de li xwe mikûr hatin. Divê ev kujer radestî saziyên Iraq û navneteweyî bê kirin ku edalet pêk bê.” 
 
‘HEWCEYE PARTIYÊN KURD VENIHÊRÎNA HEV BIKIN’
 
Dr. Berwarî bi lêv kir ku divê hemû partiyên kurd venihêrîna hev bikin û wiha axivî: “Niha li Kurdistanê 115 partiyên cuda hene. Wisa bihesîbîne ku YNK îro xeletiyekê dike, wê demê bila tevahiya partiyên din li dijî vê derkevin û rê li ber xeletiya wê bigirin. Hewcehî bi saziyeke ku vê pêvajoya guftûgoyê birêve dibe heye. Hemû partiyên Kurdistanê mecbûr in di vê mijarê de baldar bin. Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê weke demokrasiyê xuya dike û pergaleke pirpartiyiye. Lê dema em li piştperdeya wê dinêrin, lingekî wê li Kurdistanê ye û lingê din li cem dagirkeran e. Ev durûtî ye.” 
 
‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD LI ÎMRALIYÊ YE’
 
Berwarî, got ku divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Berwarî, axaftina xwe wiha qedand: “Divê rewşeke wisa were afirandin ku gelê kurd li ser xaka xwe bi awayeke azad bijî. Partiyên ku îro xiyanetê li Kurdistanê dikni, bila nebêjin ku ev xiyaneta wan dê ji bo wan bimîne. Çareseriya pirsgirêka Kurdistanê bi komkujî û îşkenceyê nabe. Ji bo dewleta tirk çareserî ew e ku bi Rêberê PKK’ê re pêvajoya guftûgoyê bide destpêkirin. Pirsgirêka kurd tenê dikare bi vî awayî were çareserkirin. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe jî li Rojhilata Navîn şer û tundî bi dawî nabe. Divê her çar dewlet ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikevin nava liv û tevgerê.” 
 
MA / Hakan Yalçin
 

Sernavên din

23/03/2024
16:53 Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire
16:44 Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin
16:42 Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be
16:39 Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin
16:18 Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
16:16 Ji bo girtiyên nexweş Aygun û Yavuz bang kirin
15:48 Li quntarê Çiyayê Gomanê pîrozbahiya Newrozê: Ronahiya roja me bi têrî me tevan dike
15:33 Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire
15:28 Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan
15:10 Zana: Rêya Sêyemîn rêya demokrasiyê ye
14:54 Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye
14:40 Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:36 Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e
13:55 HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye
13:47 Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin
12:34 Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê
12:33 Li navçeyên Amedê berf dibare
12:32 Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin
12:15 Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
11:37 Xizma girtî ya 75 salî Yildiz ku bi sedyeyê ji mal derxistin hate girtin
11:36 Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê
11:22 DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin
11:15 Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir
10:47 Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin
10:17 Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin
10:07 Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê
09:50 AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane
09:48 DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye
09:47 TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn
09:33 Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin
09:24 Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!