Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin

  • rojane
  • 13:07 12 Cotmeh 2023
  • |
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin protestokirin. 
 
Piştî çalakiya 1’ê cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya di nava qada Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê, dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dabûn destpêkirin û ev êriş hêj berdewam in. Di encama êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran tên protestokirin. 
 
AMED 
 
Endamên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû û gelek kes bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Parka Rojava ya navçeya Peyasê ya Amedê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin cemhev û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsên ku park dorpêç kirin, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin daxuyaniyê. Li ser vê yekê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û êrîş û biryara qedexeyê protesto kir. Piştre polîsan girse dorpêç kir û bi mertalan nehiştin çapemenî dîmen bigirin. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû, girse bi komên ji 5 kesan pêk tên ji dorpêçê derketin û belav bûn.
 
DÊRSIM 
 
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî xwestin têkildarî mijarê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan êrişî çalakvanan kirin. Di encama êrişa polîsan a li Kolana Hunerê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dêrsimê Nazli Çelîk û Ferhat Yildiz, Hevşaredarê Periyê Orhan Çelebî ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, Serokê EMEP’a Dêrsimê Ergun Tekîn, Çagdaş Bagaç, Ender Şîmşek, Alî Bozkurt û Hidir Yildiz hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu jî ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Kordu, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Heta ku li Rojhilata Navîn çareseriyek tê dîtin em ê dengê xwe her derxînin. Em li dijî qetilkirina sivîlan a di şer de ne. Em li dijî teşhîrkirina bedenên jinan a di şer de ne. Divê ambargo were rakirin û dawî li qirkirina kurdan bê anîn.” 
 
RIHA
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Rihayê jî xwestin êrişan bi daxuyaniyekê şermezar bikin. 15 ciwanên enternasyonalîst ên ewropî ku ji bo tevlibûna kongreya Partiya Çepên Kesk hatine Tirkiyeyê û ji bo çendek serdanan li Kurdistanê ne jî xwestin tev li daxuyaniyê bibin. 
 
Endamên partiyê li pêşiya avahiya HDP’a Rihayê hatin ba hev û xwestin ber bi Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan ve bimeşin û li wir daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan bi hinceta biryara “qedexeyê” ya walîtiyê hewl dan pêşî li çalakvanan bigirin. Çalakvanan jî bertek nîşan dan û gotin ku astengkirina wan li dijî hiqûqê ye. 
 
Ciwanên enternasyonalîst ji bo tev li daxuyaniyê bibin hatin pêşiya avahiya partiyê. Li ser vê yekê polîsan got; “qedexeye ku kesên biyanî tev li daxuyaniyê bibin” û nehiştin ciwan bikevin avahiya partiyê. Her 15 ciwanên enternasyonalîst ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin û destên wan ji pişt ve hatin kelemçekirin. Ciwan li erdê hatin kaşkirin û li wesayîtên binçavkirinê hatin siwarkirin. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan û girseya pê re jî li pêşiya avahiya partiyê bi mertalan hatin dorpêçkirin. Girseyê jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bertek nîşan da. Li ser vê yekê polîsan bi mertal, cop û bombeyên gazê êriş kirin. 
 
Polîsan hewl dan parlamenter Ayan bi darê zorê ji nava girseyê derxîne. Ayan, bertek nîşanî dorpêçê da û daxuyanî da. Polîsan, endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Lîvan Orman, Senem Erîş, Sadûllah Bîrcan û Mizgîn Çîftçî derb kirin û piştre jî binçav kirin. 
 
Tevî êrişên polîsan jî Ayan daxuyanî da û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. 
 
15 ciwanên enternasyonalîst û ciwanên Partiya Çepên Kesk birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. 
 
WAN
 
Li Wanê jî li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayîn. Polîsan, li pêşiya Navenda Kargehan a Ozgul Center ku avahiya DBP’ê jî li wir sekinîn û nehiştin parlamenterên Partiya Çepên Kesk derkevin derve. Kolana Hunerê jî ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan, bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê destûr nedan ku daxuyanî were dayîn û êrişî girseyê kir. Di dema êrişê de welatiyan bertek nîşanî polîsan dan. 
 
MEŞ HAT LIDARXISTIN
 
Piştî êrişa li Kolana Hunerê, girseya belavbûyî li kolanan kom bûn û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Kurdistan, bijî berxwedan”, "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Bijî berxwedana Rojava” dest bi meşê kirin.
 
‘EM VÊ DERHIQÛQTIYÊ QEBÛL NAKIN’
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Mahmût Dîndar di dorpêça li Kolana Hunerê de axivî û wiha got: “6 roj berê li Gazeyê komkujiyek hate kirin. Her wiha li Rojava jî sivîl tên qetilkirin.” Di dema axaftina Dîndar de polîsan mudaxile kirin. 
 
KESEK HATE BINÇAVKIRIN 
 
Her wiha polîsan nehiştin rojnameger dîmenên çalakiyê bikişînin û gelek rojnameger hatin derbkirin. Welatiyên di dorpêçê de bi çepikan bertek nîşanî mudaxileya li dijî rojnamegeran dan. Kesekî di dorpêçê de bi hinceta dirûşma berz kirî hate binçavkirin.  
Bi heman armancê li Agirî, Mûş, Qers û Îdirê jî dê daxuyanî bihatina dayîn lê destûr nehate dayîn. 
 
MÊRDÎN 
 
Êrişên dewleta tirk, li Mêrdînê jî hatin protestokirin. Çalakî li pêşiya avahiya HDP’ê hate lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Kamûran Tanhan, Bêrîtan Guneş û George Aslan û gelek partiyî tev li bûn. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî daxuyanî xwend û got ku dewleta tirk di êrişên xwe de sûcê şer dike. Bahçecî, axaftina xwe wiha domand: “Divê tevahiya raya giştî li dijî van êrişan têkoşîna xwe mezin bike.” Parlamenter Kamûran Tanhan jî destnîşan kir ku tevahiya Tirkiyeyê di tecrîdê de ye û ev tişt anî ziman: “Êrişa Tirkiyeyê li dijî Rojava daye destpêkirin, binpêkirina Peymana Cinevê û hiqûqa şer a navneteweyî ye. Xelkê sivîl tê kuştin. Daxwaza aştiyê ya ji bo Filistîn û Îsraîlê tê kirin, dema mijar dibe kurd tê paşguhkirin. Em jî ji bo aştiyê li vir in.” 
 
BANGA JI BO MITÎNGÊ
 
Tanhan, di berdewamiya axaftina xwe de got ku dê sibe saet di 13.00’an de li Qada Azadiyê ya Qoserê mitînga aştiyê li dar bixin û banga tevlibûnê li her kesî kir. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
HDK, Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP û gelek welatiyan ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk, xwestin li Parka Ozgur Çocuk a Mêrsînê daxuyaniyê bidin. Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê beriya daxuyaniyê, ketin û derketina Rêxistina HDP’a Mêrsînê girt û nehişt ku girse ber bi parkê ve biçe. Li dijî vê yekê, girseyê li avahiya HDP’a Mêrsînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di şerê navbera Filistîn û Îsraîlê de her roj sivîl tên qetilkirin. Em, qetilkirina sivîlan qebûl nakin. Serokkomar dibêje; ‘li Gazeyê av û ceyran nîne, dibistan û mizgeft tên bombebarankirin. Kanî mafên mirovan?’ Lê belê bi fermana wî Rojava tê bombebarankirin û li pêş çavên tevahiya cîhanê sivîl tên qetilkirin. Daxwaza mafên mirovan a ji bo Gazeyê, divê ji bo Rojava jî bê xwestin. Em, her êrişeke li dijî Rojava weke êrişeke li dijî xwe û mala xwe qebûl dikin.” 
 
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî di daxuyaniyê de wiha got: “Gelê kurd û hêzên demokrasiyê her tim rastî zilmê hatin lê tu caran serî neteweandin. Em îro jî serî natewînin. Dê nekarin bi van zextan armancên xwe pêk bînin.” 
 
Piştî axaftinan, girseyê li pêşiya avahiya partiyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Hevşaredarên Êlihê ku Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên HDP,  DBP,  Partiya Çepên Kesk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî li pêşiya avahiya DBP’a Bajar hatin ba hev. Polîsan, beriya kombûna girseyê dora avahiyê dorpêç kiribû û gotin ku dê ji ber biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan, nehêlin daxuyanî were dayîn. Lê belê girseyê israr kir û guh neda qedexeyê. Êriş, bi çepikan û dirûşma “Na ji şer re, aştî a niha” hate protestokirin. 

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Êlihê Seyît Evren bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava da û wiha got: “Qebûlnekirina polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP’ê, ji bo pêşeroja me tiştekî girîng e. Divê em tevek bi hev re ji vî sûcî re bibêjin ‘bes e.’ Werin em bi hev re aştiyê pêk bînin.”  

EDENE

Partiya Çepên Kesk, DBP û rêxistinên sivîl xwestin bi dirûşma “Ji şer re na” li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî dan û êrişên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar bikin. Polîsan destûra çalakiyê neda. Girse ji Parkê hat ber avahiya HDP’a Edeneyê û êriş protesto kirin. Polîsan li ber HDP’ê jî êrişî girseyê kir.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi pêşengiya DBP û TJA’yê li ber avahiya DBP’a Şirnexê daxuyanî dan û êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Zekî Îrmez, Newroz Uysal, rêveberên partiyên kurd, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Polîsan diyar kir ku ew destûrê nadin çalakiyê. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan qedexeya polîsan şermezar kir û çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Newroz Ûysal li ser navê girseyê axivî û destnîşan kir ku desthilatdarî û polîsên xwe ji daxuyaniyê ditirsin çimkî dizanin êrişên li dijî Rojava li dijî hiqûqê ne. Ûysal got yên ku sûcên şer dikin wê di mehkemeyên navneteweyî de werin darizandin. Ûysal xwest êrişên li ser Rojava demildest bên sekinandin.

 

Sernavên din

14/10/2023
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’