Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin

  • rojane
  • 09:04 15 Cotmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen, diyar kir ku AKP beriya hilbijartina herêmên xwecihî di nav hewlêdanên neqanûnî de ye û got: "Niha li cihên weke navçeyên me Elkê, Qilêban û Basayê diçin gundan gef li keyayan dixwin û ji wan daxwaz dikin ku hin hilbijêrên weke cerdevan û leşkeran ser navenda navçeyan qeyd bikin. Careke din dixwazin ku bi hîleyan şaredariyên me dagir bikin." 

 
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên dê di 31'ê Adara 2024'an de pêk were re hîle û lîstikên desthilata AKP'ê jî ketin dewrê. Desthilata AKP'ê ya ku di her serdema hilbijartinê de serî li fêlbaziyên cûrbecûr dide vê carê jî dixwaze di hilbijartina herêmî de bi "veguhestina hilbijêran" bi awayekî neqanûnî şaredariyan bi dest bixe. Şirnexa ku bi salane bi polîtîkayên "ewlehiyê yên taybet" tê birêvebirin di her hilbijartinan de rastî van kirinan tê. AKP'a ku li Şirnexê seferberî îlan kiriye di vê hilbijartinê de jî bi heman pêkanînan dixwaze ku şaredariyan desteser bike. Bi veguhestina dengên cerdevanan ya navendên navçeyan û bi cihkirina leşkeran a navend û navçeyan îşaretê vê yekê ji niha ve tê dayin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Abdullah Gungen polîtîkayên hilbijartinê yên AKP'ê yên derveyî qanûnê li herêmê daye destpêkirin nirxand.
 
'ŞAREDARIYA ŞIRNEXÊ BI HÎLEYAN DESTESERKIRIN'
 
Hevserokê HDP'ê yê bajêr Abdullah Gungen ê anî ziman ku AKP'ê ji niha ve dek û dolabên xwe yên li ser herêmê dane destpêkirin, diyar kir ku AKP armanc dike ku careke din bi awayekî nehiqûqî şaredariya Şirnexê dagir bike û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê ji avabûnê heta niha hem di hilbijartinên giştî û hem jî yên herêmî de polîtîkayek taybet li ser civakê dide meşandin. Di her hilbijartinan de deq û dolabên wan berçav in. Ji hilbijêrên herêmî bigirin heta li ser penaberan lîstine û bi hîleyan ketiye hilbijartinan. Bi taybetî li Kurdistanê ev polîtîkaya wan aşkere tê meşandin. Vê polîtîkaya xwe jî pîranî li ser bajarên biçûk ê ku hejmara leşkeriyê tê de zêde ye vê polîtîkaya xwe li van deran baş dide meşandin. Di hilbijartinên derbas bûyî de wan bi xwe anî ziman û gotin, 'em evqas hilbijêr li bajaran bi cih kirin' her wiha di vê mijarê de îtîrafên rayedarên wan bi xwe jî hene. Di hilbijartina borî ya herêmên xwecihî de zêdetirî 10 hezaran deng ji derve anîn li vê herêmê qeyd kirin. Ev kes dibe ku leşker bin, dibe polîs bin û dibe ku malbatên wan bin. Şaredarê Şirnexê dibêje, 'ez ne şaredarê Şirnexê me çimkî Şirnexiyan deng nedane me' dema ku mirov van gotinan û kirinan tîne ba hev mirov baş dibîne ku şaredariya Şirnexê qezenc nekirine. Bila bizanibin ku ew şaredarî ne ya Şirnexê ye û ew ne şaredarê Şirnexê ye. Niha jî li gel nêzîkbûna hilbijartinê pêkanînên wan pîranî jî li ser gundan, bi cerdevanan re destpêkirin. Ji wan re dibêjin 'hûn dê bi ser navê ewlehiyê xwe ser navendên bajaran qeyd bikin' heke ku AKP ji xwe bawer be bila bi awayekî demokratîk bikeve hilbijartinê. Her dengek îrade ye, namûs e."
 
'DI GUNDAN DE GEF LI KEYAYAN DIXWIN'
 
Gungen, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku wan li dijî kirinên AKP'ê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin û ev agahî dan: "Niha li cihên weke navçeyên me Elkê, Qilêbanê û Basayê diçin gundan gefê li keyayan dixwin û ji wan daxwaz dikin ku hin hilbijêrên weke cerdevan û leşkeran li ser navenda navçeyan qeyd bikin. Li hemberî vê pêkanîna AKP'ê me serlêdanên xwe yên hiqûqî kirin. Me ji nifûsê re jî gotiye û daxwaznameyên xwe jî dane. AKP di van 20 salan de elimî van pêkanînên derveyî hiqûqê. Li dijî vê em ê tekoşîna xwe ya hiqûqî bidin. Li dijî van pêkanînan divê ku gelê me jî hişyar be. Em bang li gelê xwe dikin, dengê we li ku be bila li wir dengê xwe biavêjin. Îro ne heqê kesekê ye ku bi dengê xwe qedera bajarekî, bajarokekî yan jî gundekî biguherîne. Ev ne tişteke exleqî ye. Ji ber wê em ji gelê xwe re dibêjin neyên lîstokên AKP'ê. Di vê qeyrana mezin a li Tirkiye û Kurdistanê de ku gel nêçarin û birçîne, tenê rojeke qesrê ya Erdogan dikare gel hemû xwedî bike.Ji ber herkesê ku xwedî wijdane divê ku vê bibîne û xwedî li partiya xwe derbikeve. "
 
'TU FERQA ŞAREDARÊ AKP'Ê Û QEYÛM NÎNE'
 
Gungen, bi lêv kir ku şaredarê AKP'ê polîtîkayên hikûmetê yê giştî li ser gel dide ferzkirin û got: "Her çiqas di van pênc salan de şaredarî di destê AKP'ê de jî be em di gel de dibînin ku gel jê neraziye. Me sê serdeman şaredariya Şirnexê standiye û di wan sê serdeman de gel dît ku ew şaredarî şaredariya gel e. Hemû kar û xebatên wê jî berçavane. Îro kesek nikare biçe şaredariyê û derdê xwe û pirsgirêkên xwe ji şaredariya AKP'ê re vebêje. Îro ti ferqa şaredariya AKP'ê ya Şirnexê û qeyûm nîne. Her çendî hikûmeta AKP’ê şaredariya Şirnexê bi hîleyan desteserkiribe jî hem di nava gel de hem jî û bi nêrîna me ti ferqa wê û qeyûm nine. Çima em vêdibêjin? Ji ber ku şaredarê AKP'ê polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yê giştî li ser bajêr dide meşandin. Îro ti xîzmet nîne, guhdarîkirin û çareserkirina pirsgirêkan nîne. Ji ber wê em dibêjin divê ku herkesek xwedî li raya xwe derbikeve. Divê ku herkesek bibêje ku ez xwedî nirx im û xwedî îradeya xwe û rûmeta xwe derbikeve.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

17/10/2023
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide