AMED - Rojên Marksîzmê Li Amedê bi dawî bû. Di roja dawiyê de wiha hat gotin: “Kurdistan cihekî mêtingehiyê ya bêstatu ye û divê çepgirên Tirkiyeyê helwesta xwe ya li dijî Kurdistanê zelal bikin.”
Li Amedê “Rojên Marksîzmê” bi dawî bû. Di roja dawî de mijarên mîna “Tevî têkoşîna serxwebûna neteweyî ya 150 salan jî kurdan çima nekarîn bibin dewlet?”, “Marksîzm û mafê tayînkirina qedera xwe ya neteweyan” û “Li Kurdistan û Rojhilata Navîn gel û formasyonên olî” 3 rûniştin hatin çêkirin û mijarên hatine diyarkirin, hatin nîqaşkirin. Her wiha di dawiya rojê de li ser ekolojiyê jî bi dîmen pêşkêşkirinek hat kirin. Gelek kes tev li bernameyê bûn.
RUNIŞTINA YEKEMÎN
Di rûniştina yekemîn ya bi mijara “Tevî têkoşîna serxwebûna neteweyî ya 150 salan jî kurdan çima nekarîn bibin dewlet?” de bi moderatoriya Şerefxan Cizîrî, Serokê giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) û Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Sînan Çîftyurek û lêkolîner û nivîskar Erdogan Aydin axivîn.
‘SEDEM 3 NETEWEYÊN HOV IN’
Rûniştina yekemîn bi axaftina Cizîrî dest pê kir û bi xêr hatina mêvanan kir.
Piştre lêkolîner û nivîskar Erdogan Aydin axivî. Aydin got ku entelektuelên kurdan û siyaseta kurdan heta niha qet sazibûyîna dewletekê ji bo xwe nekirine pirsgirêk. Aydin anî ziman ku sedema nedewletbûyina kurdan hebûna 3 neteweyên hov in û wiha axivî: “Her wiha fikra netewebûyînê ya kurdan ji ya eşîrtiyê derbas nebûye. Ola Êzidî ji bo erka Îslamê û eşiran ji holê rake û fikrek neteweyî bide kurdan şansekî mezin e. Lê mixabin ji ber serdestiya misilmanên sûnnî ev yek pêk nayê. Gelek bajarên kurdan ên weke Amed, Mêrdîn, Wan, Erzirom hwd. ku hejmara mirovên lê dijîn piranî kurd in, serdestî di destê neteweyên din de ye. Qelsbûyîna rêber û mezinên kurdan yên di dîrokê de bûye sedema ku kurd bê dewlet bimînin. Aqlê tirkan yê asîmîleker, yê ji xwe zêdetir tu kesî qebûl nake, jî ji bo kurdan pirsgirêkek mezin e.”
‘KURDISTAN HATIYE MÊTINGEHKIRIN Û BÊSTATU YE’
Dû re Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek axivî û da zanîn ku ew nêzîkbûna cîhanê ya li dijî Filistîn û Kurdistanê şermezar dike. Çîftyurek anî ziman ku Kurdistan cihê mêtingehiyeke bêstatu ye. Çîftyurek destnîşan kir ku tirk, ereb û faris hebûna xwe li ser tunekirina kurdan dibînin û wiha got: “Zextên li ser kurdan li her çar milên Kurdistanê gelekî bihêz in. Parçekirina Kurdistanê tenê ne civakî, ji hêla siyasî ve jî kurd parçe kirin. Partiyên kurdan li dijî hev tevdigerin. Rojhilata Navîn hertim cihekî girîng bû. Ev şerê nû yê di navbera Filistîn û Îsraîlê de dê li ser kurdan bandoreke çawa bike, divê em li ser vê yekê rawestin. Di bakurê Kurdistanê de kapîtalîzm gelek pêş ketiye. Divê em vê yekê jî li ber biçav bigirin.”
RUNIŞTINA DUYEMÎN
Bi moderatoriya Yaşar Yazici ku karkerê înşaatê ye rûniştina duyemîn dest pê kir. Di vê rûniştinê de dîroknas û nivîskar Ayşe Hur, Endamê Komîteya Navendê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst Huseyîn Şîmşek û şagirtê marksîst Mehmet Atîk weke axêver cih girtin.
‘BI PKK’Ê RE TEVGERA SOSYALÎST BELAV BÛ’
Ewilî moderator Kazici behsa dîroka mafê tayînkirina qedera xwe ya netewan kir û têkiliya wê bi marksîzmê ve vegot.
Piştre Huseyîn Şîmşek axivî û behsa dîroka têkiliya komınîzmê ya bi mijarê ve kir. Şîmşek got ku şoreş piranî li bajarên karkeran ku desthilat li wir xwedan hikm in, dest pê dike. Şîmşek anî ziman ku mafê tayîn kirina qedera xwe ya netewan qanûneke şênber e û divê netew bixwe biryara vê yekê bide. Şîmşek wiha got: “Çepê Tirkiyeyê gelek caran ber bi kemalîzmê ve çûye, lê Îbrahîm Kaypakkaya ev yek tespît kiriye û red kiriye. Heta niha dibêjin sosyalîzm zirarê dide dewletbûyîn û yekbûyîna kurdan. Lê ne wisa ye. Pêşiya niha jî tevgerên sosyalîzmê hebûn, lê qada wan ya xebatê gelekî teng bû. Bi PKK’ê re tevgera sosyalîst belav bû û qadên wê yên xebat û rêxistinê berfireh bûn.”
‘BERIYÊ OL, NIHA JÎ NETEWEYA SERDESTAN DESTHILAT E’
Dû re dîroknas û nivîskar Ayşe Hur axivî û desnîşan kir ku piştî şerên olî Ewropa êdî ber bi kapîtalîzmê ve çû û mafê tayînkirina qedera xwe ya netewan hêdî hêdî derkete holê. Hur anî ziman ku lê ev yek di destê xwe de girtin û ji bo pêkanîna mafê tayîn kirina qedera xwe ya netewan zû bi zû qebûl nedikirin. Hur di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berê ola serdestan desthilat bû, hîna jî neteweya serdestan desthilat e.”
‘DIVÊ ÇEPGIR DI MESELEYA KURDISTANÊ DE HELWESTA XWE ZELAL NÎŞAN BIDIN’
Herî dawî şagirtê marksîst Mehmet Atîk axivî û silav ji bo kesên li dijî faşîzmê tekoşînê dikin şand. Atîk anî ziman ku ew di serdema emperyalîzmê de dijîn û her wiha ev serdema tekoşîna li dijî emperyalîzmê ye jî. Atîk, da zanîn ku divê çepgirên neteweyên serdestan hebûna netewên bindest qebûl bike û mafê wan weke yê rewa bibîne û got: “Di bingehê de tiştên wiha hene. Lê niha ev yek qet nayê axaftin. Hinek çepgir jî hene dibêjin ‘em e piştgiriya azadiya Kurdistanê bikin lê bila navberê bixin di nava xwe û emperyalîzmê de’. Lê nizanin ji xwe neteweyeke bindest heke ji bo azadiya xwe têbikoşe, li dijî emperyalîzmê ye. Çawa çepgir ji bo Filistîn û Ukraynayê berteka xwe zelal nîşan didin, divê di mijara Kurdistanê de jî helwesta xwe bi zelalî nîşan bidin.”
RUNIŞTINA SÊYEMÎN
Di rûniştina 3êyemîn de jî bi moderatoriya Ozcan Kirbiyik mijara “Li Kurdistan û Rojhilata Navîn gel û formasyonên olî” hat nîqaşkirin. Di vê rûniştinê de dîroknas û nivîskar Kadîr Akin, nivîskar Husnu Gurbey û Cîgir û Berdevkê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya weke axêver cih girtin.