Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne

  • rojane
  • 09:33 17 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku mînaka herî nêz a ku pergala netewe dewletê nikare bibe çareserî, aloziya di navbera Îsraîl-Filistînê de ye. Abdullah Ocalan balê dikişîne ser Rojhilata Navîn a Demokratîk û pêşniyara çareseriya demokratîk dike.  
 
Hamasê ku weke “Tevgera Berxwedanê ya Îslamî” tê binavkirin, di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê êriş pêk anî û bi êrişê re şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de careke din dest pê kir. Şerê ku di 14’ê gulana 1948’an bi ragihandina dewleta Îsraîlê dest pê kir, yek ji krîzên pergala netewe dewletê ye. Piştî damezirandina dewleta Îsraîlê, di heman salê de welatên ereban êrişî Îsraîlê kir. Bi vî şerî re xaka Îsraîlê firehtir bû û xelkê filistînî li ser xaka xwe kete asta penabertiyê. Di sala 1967’an de Îsraîlê li dijî Misir, Sûriye û Urdunê dest bi êrişê kir ku weke “Şerê Şeş Rojan” tê pênasekirin. Di şer de Îsraîlê Şerîaya Rojava, Qudsa Rojhilat, Şirîda Gazeyê û Girên Golanê bi dest xist. 
 
Di salên 1993 û 1995’an di navbera Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) û Îsraîlê de Peymanên Osloyê hatin îmzekirin. Li gorî peymanan dê otorîteya Filistînê bihata avakirin û çareseriyeke aştiyane bihata pêşxistin. Lê tevî peymanan jî şer berdewam kir. Di sala 2000’î de mezintirîn serhildana Filistînê dest pê kir ku weke “Serhildana Duyemîn” tê pênasekirin. Di serhildanê de şerekî dijwar qewimî. Bi şer re di navbera Îsraîl û Hamasê de pevçûnên dijwar rû dan û li Şirîda Gazeyê şer dijwar bû. 
 
Ji bo bidawîkirina vî şerî ku encama pergala netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn e hêzên navdewletî hewl dabin jî, ji ber ku demokrasî nehate cîbicîkirin, di 7’ê cotmehê de careke din dest pê kir. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran a tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di hevdîtinên bi parêzerên xwe re de li ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de axivî. Abdullah Ocalan, diyar kir ku pergala netewe dewletê pevçûna diafirîne û pêşniyara çareseriyeke demokratîk a sînorên wê tune ne kir. 
 
‘NETEWEPERESTIYÊ VEGUHERAND WEHŞETÊ’ 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yê cotmeha 2000’an de destnîşan kir ku dewletên li Rojhilata Navîn bingeha xwe ji tundî û şer, antî-demokratîkbûnê, paşverûtî, şovenîzm û neteweperestiyê digirin. Abdullah Ocalan, di hevdîtina 25’ê Kanûna 2001’ê de jî diyar kir ku neteweperestiyê Îsraîl û Filistîn veguherandiye wehşetê û ev nirxandin kir: “Demokrasî mîna derman e û dê her kes bi ser keve. Neteweperestî, eşîrkaneya hemdem e. Eşîrkaneya berê jî ya hemdem jî xelet in.” 
 
‘PIRSGIRÊK BI DEMOKRASIYÊ ÇARESER DIBIN’
 
Rêberê PKK’ê, dibêje ku ji bo neteweperestî ji holê were rakirin, divê demokrasî bi hûr û kûr were pêşxistin û di hevdîtina di 30’ê çileya 2002’yan de wiha dibêje: “Tişta ku pêşxistina Rojhilata navîn digire jî ev e. Heke polîtîkayên Îsraîl û Filistînê yên ji bo yekitiyeke demokratîk hebûna, dê rewşa wan niha baştir bûya. Dê li nîveka Qudsê dîwarekî bi firehiya deh mîtroyan çêbikin? Ev, çareserî nîne. Vaye dîwarê Berlînê, ev dîwar dê di dawiya dawî de bên hilweşandin. Neteweperestî, bingeha xwe ji şovenîzm û fanatîzmê digirin. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn, bi demokrasiyeke xurt re dikarin bên çareserkirin.” 
 
‘PIRSGIRÊKÊN GEL ÇARESER NEKIR’
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yê nîsana 2002’yan a bi parêzerên xwe re de têkildarî siyaseta Serokwezîrê Îsraîlê yê demê Ariel Şaron û Serokê Dewleta Filistînê Yaser Arafat de ev nirxandin kir: “Her du gelan ber bi întîharê ve dibin. Ev çalakiyên întîharê bêyî Arafat nayên kirin. Ez nabêjim Arafat xiyanetê li gelê xwe dike lê siyaseta wî xelkê Filistînê anî vê astê. Xwestin me jî bi vê siyasetê bifetisînin. Arafatbûyîn li min jî ferz kirin lê bi vê lîstikê nexapiyam. Niha jî şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de pêş dixin. Qedera her du gelan radestî tekedestên çekan dikin. Îro Îsraîl-Filistîn, sibe dê bibe Iraq an jî cihekê din. Li Rojhilata Navîn tu caran bi dawî nabe. Pirsgirêkên gelên Filistîn û Îsraîlê çareser nekir. Encam, sifir.” 
 
‘SIYONÎZM HER TIM DIJBERÊ XWE DIAFIRÎNE’ 
 
Di hevdîtina 8’ê mijdara 2006’an bi parêzerên xwe re de jî Abdullah Ocalan dibêje ku pergala netewe dewletê li Rojhilata Navîn nabe çareserî û ev tişt anî ziman: “Mînaka herî nêz a ku pergala netewe dewletê nabe çareserî, aloziya di navbera Filistîn-Îsraîlê de ye. Ma li vir pevçûn bi dawî dibin? Her roj mirov dimirin, ma dikarin aştiyê pêk bînin? Ji ber vê yekê modêla netewe dewletê li Rojhilata Navîn nikare pirsgirêkan çareser bike.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 6’ê kanûna 2006’an de ev pêşniyar kir: “Ez li gel wê me ku cihû jî li Rojhilata Navîn bi awayekî demokratîk cih bigirin. Lê siyonîzm zîhniyeteke cuda ye. Siyonîzm, her tim dijberê xwe diafirîne. Neteweperestiya BAAS’ê weke dijbera wê derketiye holê. Şîa, weke dijberê wê derket û xurt bû. Pirsgirêka Filistîn û Lubnanê encama dijbertiya siyonîzmê ye.” 
 
NETEWE DEWLET PEVÇÛNAN DIAFIRÎNE
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 27’ê hezîrana 2007’an a bi parêzerên xwe re de jî wiha dibêje: “Netewe dewlet, faşîzm e. Netewe dewlet bi xwe re pevçûnan diafirînin. Vaye rewşa El Fetîh û Hamasê li holê ye. Ew jî di çirava feraseta ku netewe dewletê bi xwe re anîn de ne. Pergala ku min ji berê ve weke çareserî pêşniyar kirî dê bi xwe re Rojhilata Navîn a Demokratîk bîne.” 
 
BÊÇARETIYA 200 NETEWE DEWLETAN 
 
Abdullah Ocalan got ku Îsraîl tevahiya cîhanê li ser tiliya xwe direqisîne û di hevdîtina di 21’ê çileya 2009’an de wiha got: “Hêza Îsraîlê herî baş ez dizanim. 200 netewe dewlet li hemberî Îsraîlê bêçare man. Van, xiristiyanî bi kar anîn, îslamiyet bi kar anîn, heta hînduîzm jî bi kar anîn. Împaratoriya Spanyayê ya 400 salî parçe kirin. Împaratoriya Awusturya-Macaristanê, Împaratoriya Osmaniyan parçe parçe kirin. Her wiha min gotibû ku 50 dewletên ereb bi Îsraîlê nakin. Neteweyên Yekbûyî li ber derî sekinî. Tevek jî li hemberî Îsraîlê bêçare ne. Ev 500 sal in li gel Ingilistanê li ser sê qadan dixebitin; Rojhilata Navîn, Anatoliya û erdnîgariya ereban.” 
 
ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ YÊ LI SER ÎSLAMÊ 
 
Di hevdîtina 21’ê çileya 2009’an de Abdullah Ocalan destnîşan dike ku tu eleqeya Hamasê bi îslamiyetê nîne û vê nirxandinê dike: “Hamas, tu çima ji bo provakasyonê du fûzeyan diavêjî? Ma hêza te heye? Nîne. Baş e lê hêza Îsraîlê heye, çekên wan ên xurt hene? Hene. Wê demê tu xizmetê ne ji îslamiyetê re lê ji cihekî din re dikî. Ma şerê ji bo îslamiyetê wiha dibe? Ma şerên Hz. Muhammed wiha bûn? Ma şerên Hz. Elî wiha bûn? Na. Şerên Hz. Muhammed û Hz. Elî ji bo armancên pîroz bûn, xwedî karekterekî şoreşger bûn, xwedî bîrdozî ne. Lê Hamas tenê ji bo xwe, ji bo îktîdara xwe şer dike.  Ji bo îktîdara xwe îslamê bi kar tînin. Di van gotinên xwe de ez pesnê Îsraîlê nadim. Fikr û nirxandinên min ên derheqê Îsraîlê de tên zanîn. Ji bo fêmkirina feraset û armancên van ez dibêjim.” 
 
ÇARESERIYA KU SÎNOR TÊ DE TUNE NE 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 14’ê cotmeha 2009’an de diyar dike ku netewe dewlet xwe dispêre şerê berjewendiyên navneteweyî û vê pêşniyarê dike: “Mentiqa netewe dewletê, pirsgirêkê kûr dike. Weke hûn jî dibînin, her roj tevlihevî, alozî heye û mirov dimirin. Neçaresertiya mantiqa netewe dewletê ya di pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê de li ber çava ye. Netewe dewleta Filistînê dê pirsgirêkê çareser neke. Hamas heye, Hamas dê biçe dê El Qaîde were. Çareseriya ku em pêşniyar dikin; modêleke çareseriya demokratîk e ku sînor di nav de nîne. KCK, navê çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Pêşniyara me ya çareseriyê, modêla KCK’ê ye.” 
 

Sernavên din

17/10/2023
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide