Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin

  • rojane
  • 10:01 18 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li dijî pirsgirêkên ji ber netewe dewletê diqewimin Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike û vê hişyariyê dike: “Heke pêşî li ber neteweperestiyê neyê girtin, heman rewşa li Qudsê dibe ku sibe li Kerkûkê biqewime.” 
 
Pirsgirêka di navbera Îsraîl-Filistînê de ya 75 sal in didome, encama pergala netewe dewletê ye ku li Rojhilata Navîn bingeha krîzan e. Şerê ku di sala 1948’an bi damezirandina dewleta Îsrîlê dest pê kir, di 7’ê cotmehê de bi êrişa Hamasê re careke din gur bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de dibêje ku encama zîhniyeta netewe dewletê ye. Abdullah Ocalan, gelek caran got ku ev pirsgirêk bi pergala netewe dewletê çareser nabe û dê şer her bidomin. Abdullah Ocalan di tespîta xwe de dibêje ku bingeha hemû krîzên li Rojhilata Navîn pergala netewe dewletê ye, hewl didin kurdan jî di nava heman siyasetê de bixeniqînin lê ew nayên vê lîstokê. 
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku hewldan heye ku li Kurdistanê bi “Projeya Kurdistana Mezin” dewleteke mîna Îsraîlê ava bikin û bi vê dewletê re dê li Rojhilata Navîn krîzeke mîna ya Filistîn-Îsraîlê bê afirandin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, di hevdîtinên bi parêzerên xwe re de şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de û bandora vî şerî ya li ser Rojhilata Navîn nirxand. Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina van krîzan gelek caran pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk kir. 
 
‘DIVÊ YEKITIYA DEMOKRATÎK BÊ AVAKIRIN’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 25’ê kanûna 2001’an a bi parêzeran re de diyar dike ku netewe dewletên li Rojhilata Navîn nahêlin li herêmê aştî û demokrasî pêş bikeve û vê nirxandinê dike: “Danîmarka bi sedan sala li dijî Almanyayê şer kir lê encamek bi dest nexist. Piştre demokrasî pêş xist û encam girt. Niha jî Danîmarka yek ji dewletên herî pêşketî û bihêz e. Rêya neteweperestiyê pê neda qezenckirin lê bi demokrasiyê qezenc kir. Ji demokrasiyê hez bikin, rêya demokrasiyê, rêya aştî û xwişk-biratiyê rêyeke baş e. Li şûna neteweperestiyê divê em demokrasiyê pêş bixin. Eşîrkaneya li Efxanistanê, Îsraîl û Filistîn veguherand wehşeta neteweperestiyê. Li Tirkiyeyê jî hêj ev êş û xwîn zêdetir nebûyî divê yekitiyeke demokratîk were avakirin. Demokrasî mîna dermanî ye, dê her kes bi ser keve.”
 
‘ÎRO FILISTÎN SIBE DÊ BIBE IRAQ’
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yê nîsana 2002’yan de dibêje ku Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Ariel Şaron û Serokê Dewletê yê Filistînê yê berê Yaser Arafat her du gel ber bi întîharê ve birine û wiha didomîne: “Xwestin me jî bi vê siyasetê bixeniqînin. Arafatbûn li min jî ferz kirin lê nehatim vê lîstokê. Niha jî şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de pêş dixin. Qedera her du miletan bi qurbanî tekelên çekan dikin. Îro Îsraîl-Filistîne, sibe jî dê bibe Iraq, cihekê din. Li Rojhilata Navîn ev tu carî bi dawî nabe. Heke min jî siyaseta Araftbûnê bikira, ji wan dê deh hezar kes, ji me dê herî kêm du hezar kez bimiraina. Yan dê me ew bikuştina yan jî wan em. Heke ez wisa tevbigeriyam, gelo hûn dê niha çawa di vê rewşê de bûna? Min dikariya xeletiyê bikim, şert û mercên min ji yên Arafat gelek xerabtir bûn. We dît, di rewşeke wisa de bûm ku min tenê dikariya hebûna xwe ya fîzîkî biparêzim. Dîrokê ez mafdar derxistim.” 
 
‘DIXWAZIN ŞERÊ HEYÎ KÛRTIR BIKIN’
 
Di heman hevdîtinê de Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bang li raya giştî dike û wiha didomîne: “Ji bo lîstokên li dijî demokrasî, xwişk-biratî û aştiyê pûç bikin, rabûrdiya me çiqas biêş dibe bila bibe, li dijî hewldana kûrkirina şer, ez banga têkoşînê li her kesî dikim. Tenê bi vî awayî em dikarin lîstokên hêzên derve pûç bikin. Li ser Tirkiyeyê jî lîstokan dilîzin. Kesên bi rastî jî ji Tirkiyeyê hez dikin, kesên xwişk-biratiya kurd û tirkan dixwazin divê bihestiyar tevbigerin. Divê em siyaseta Şaron-Arafat neafirînin. Encamên vê siyasetê li holê ne. Pirsgirêkên gelên Filistîn û Îsraîlê nehatin çareserkirin. Encam, sifir e. Gelek destkeftiyên gelê Filistînê hebûn, niha kanî ew destkeftî? Siyaseteke wiha li me jî ferz kirin. Vaye her du gel ber bi întîharê ve dibin. Ez van polîtîkayan rast nabînim. Divê piştgiriyê bidin platformên aştiyê yên her du gelan. Bêguman em mafên rewa yên gelê Filistînê diparêzin. Lê divê pêşiya neteweperestiyê were girtin.” 
 
‘DIVÊ KURD JÎ TIRK JÎ ÊDÎ HIŞYAR BIBIN’ 
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtina 1’ê îlona 2004’an de dibêje ku neteweperestî rêya ber bi serdestiya kapîtalîzmê ve ye û vê nirxandinê dike: “Ez sosyalîst im, neteweperest nînim. Zanîneke min a zêde ya sosyalîzmê heye. Ya ku ev dikin neteweperestiye. Vaye hûn dibînin; li Filistînê, li Rûsyayê, li her deverê bombe diteqin. Filistîn û Îsraîl, Şaron û Arafat li ser xeta neteweperestiyê ne. Ji min dixwazin ku ez jî heman tiştî bikim. Ez ê bi van lîstokan nexapim. Armanca van ew e ku di navbera kurd-tirkan de şer derxînin. Ev kes li Ewropayê rûniştine û bi bedela axa û efendiyên wan didin wan, dê gelan bi hev bidin qirkirin. Li Tirkiyeyê ji xwe neteweperestiya tirkan heye. Lê em ê li dijî vê neteweperestiya kurdan pêş nexin. Em ê nekevin vê xeletiyê û em ê bi tu awayî nehêlin ew me bi kar bînin. Divê hem kurd hem jî tirk hişyar bibin. Divê em nekevin tora tiştên li biryargehên emperyalîstan tên amadekirin.” 
 
‘AKP BI ZÎHNIYETA TICARAN TEVDIGERE’ 
 
Di hevdîtina 5’ê çileya 2005’an de Abdullah Ocalan balê dikişîne ser polîtîkaya AKP’ê ya şerê Filistîn-Îsraîlê û wiha dibêje: “AKP bi zîhniyeta ticaran tevdigere. Xwe nêzî aştiyê nake. Li ser aştiya di navbera Îsraîl û Filistînê de difikire lê girîngiyê nade aştiya li welatê xwe. Ji bo aştiya Îsraîl-Filistînê diçe lê tiştên li ber serê wî diqewimin nabîne.” 
 
‘ENCAM DÊ BIBE ŞERÊN TIRSNAK’
 
Rêberê PKK’ê balê dikişîne ser talûkeyên dewletbûnê û vê nirxandinê dike: “Mîna siyonîzmeke duyemîn, nokertiya kurdan jî dibe dewlet. Heman tişt di sala 1948’an de li Filistînê jî bûn. Lê encam bûn şerên tirsnak. Çawa ku Îsraîl li dijî welatên ereban dan şerkirin û ereb mehf kiribin, ya ku li vir jî tê kirin, polîtîkaya qirkirina gelan a bi destê gelan dimeşînin. Şerê tirk-kurdan dest pê dike û DYA her du aliyan bi kar tîne. YE dê bi kar bîne. Min ji bo pêşîlêgirtina vê hewl da.” 
 
‘LI ROJHILATA NAVÎN RÊ LI BER DERYAYA XWÎNÊ VEKIR’
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 19’ê çileya 2005’an de destnîşan kir ku bi damezirandina dewleta Îsraîlê re di nava gelê ereb de şikestineke dîrokî çêbûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şikestina mezin a duyemîn niha li Kurdistanê derdikeve holê. Neteweperestiya siyonîst, dewleta Îsraîlê afirand. Bi destê DYA û ingilîzan îcar bi saya neteweperestiya ereban dewleta Filistînê ava dibe. Wê rê li ber çi vekir? Kir ku Rojhilata Navîn veguhere deryaya xwînê. Derbekî mezin li nirxên madî û manewî da. Gelek paş ketin. Niha jî şikestina duyemîn a mezin li sêgoşeya Kurdistan, ereb û eceman derdikeve hlê. Neteweperestiya kurd a şerker niha di astekî krîtîk de ye. Neteweperestiya îlkel veguherî neteweperestiya modern. Ev neteweperestiya kurd divê bibe dewlet. Dê li dijî ereb, Îran û tirkan bidin şerkirin. Ev tebeqeya noker a serdest a kurd, bi destê DYA, ingilîz û Ewropayê tê avakirin. 
 
DYA çima vê dixwaze? Ez ê bi yek du gotinan balê bikişînim ser rabûrdiyê. DYA’yê mudaxileyî ermenan kir. Ermen tune bûn. Ingilîzan mudaxileyî îyonyayiyan kir, ew jî tune bûn. Her wiha ingilîzan mudaxileyî asuran kir, ew jî tune bûn. Gelek mînakên vê yên din hene. Dawiya gelên Anatoliyayê anîn. Ev gel xwedî dîrokeke sê hezar salan e. Paşê çi bû? Ji bo burjuvaziya ingilîz û fransiyan bazar çêbûn. Ji bo berjewendiyên ticarî yên emperyalîzma ingilîz û fransiyan çandên sê hezar salî tune bûn. Vaye ji ber vê sedemê dixwazin. Bêguman dewleta kurdan a tê avakirin dê rewşa Îsraîl-Filistînê bîne bîra me. Dawiya dewleta kurdan dê mîna ya Filistîn-Îsraîlê be. Li Rojhilata Navîn çar neteweperestî hene. Ereb, tirk, kurd û ecem e. Dê nakokî hêj kûrtir bibe. Ev hate afirandin.” 
 
P^ŞENIYARA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK 
 
Di hevdîtina 9’ê tebaxa 2006’an de Abdullah Ocalan li dijî şer pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk dike û wiha dibêje: “Di neteweperestiyê de tenê ‘ez mafdar im’ heye. Tunekirina hevdû heye. Navbera van herdu tiştan nîne. Weke mînak; tişta di pirsgirêka Îsraîl-Filistînê de diqewime jî ev e. Her du alî jî dibêjin ‘Quds ne ya te lê ya min e.’ Lewma her tim şer hene. Heke rê li ber neteweperestiyê neyê girtin, rewşa li Qudsê diqewime dê sibe dusibe li Kerkûkê jî biqewime. Ji ber ku di neteweperestiyê de aqlê selîm tune ye. Tu kes hev guhdarî nake. Gufûgoya demokratîk girtî ye.” 
 
ARMANCA PROJEYA KURDISTANA MEZIN 
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtina 27’ê îlona 2006’an de balê dikişîne ser “Projeya Kurdistana Mezin” û wiha dibêje: “Dê encamek jê dernekeve. Ji ber ku dê netewe dewletên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê destûrê nedin avadaniyeke wiha. Û dê rê li ber şer û pevçûnên bêdawî veke. Tişta ku dixwazin bi Projeya Kurdistana Mezin ava bikin, dewleteke mîna Îsraîlê ye. Û dê xizmetê ji polîtîka û ewlehiya Îsraîlê ya li herêmê re bike. Çawa ku encamek ji şerê Îsraîl-Filistînê derneketibe, çawa ku rageşiya di navbera Îsraîl-Filistînê de gefê li aştiya temamiya Rojhilata Navîn bixwe, ev projeye jî dê heman encamê bi xwe re bîne. Ev eşkere ye. Em jî li dijî vê, projeya Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dikin. Xwedî karektereke wisa ye ku dê tevahiya şerê kurdan û şerê mezheban, etnîkî, olan, eşîran û hwd. ên li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Bi kurtasî bi vê projeyê re kurd dê bi dewletên tê de dijîn re têkiliyeke demokratîk û aştiyane ava bikin hem jî dê bi awayeke wisa ava bikin ku ziyanê nedin yekparetiya dewletên tê de dijîn û aştiya Rojhilata Navîn.” 
 
‘TU ELEQEYA HAMASÊ BI ÎSLAMIYETÊ NÎNE’
 
Di hevdîtina 21’ê çileya 2009’an de Abdullah Ocalan dibêje ku tu eleqeya Hamasê bi îslamiyetê re nîne û vê nirxandinê dike: “Şerê Hamasê tenê ji bo îktîdarê ye. Îslamê ji bo berjewendiyên îktîdara xwe bi kar tîne. Ez li vir pesnê Îsraîlê nadim. Jixwe her kes nirxandinên min ên têkildarî Îsraîlê û fikrên min dizane. Ji bo fêmkirina feraset û armancên van dibêjim. AKP jî wisa ye. Feraseta AKP’ê ya îslamê, feraseta îktîdar-îslamê ye. Tu eleqeya xwe bi îslama rasteqîn re nîne. Ev feraseta îslamiyetê piştre hate avakirin. Ji bo avakirina îktîdara xwe, ji bo weke îktîdar bimînin îslamiyetê bi kar tînin. Ji bo hîn bêhtir pereyan qezenc bikin, ji bo hîn bêhtir li îktîdarê bimînin olê bi kar tînin. Feraseta Îranê ya îslamiyetê jî heman tişt e. Ji bo xurtkirina îktîdara xwe, ji bo li îktîdarê bin îslamiyetê bi kar tînin.” 
 
‘AKP HEWL DIDE HAMASA XWE BIAFIRÎNE’
 
Di hevdîtina 1’ê mijdara 2010’an de Abdullah Ocalan diyar kir ku rêxistinên li Kurdistanê tên kirin halê Hîzbûllahê yê bêçek e û wiha got: “AKP hewl dide Hamasa xwe ava bike. Heke rêxistinbûnên mîna Hamasê herêmê bi dest bixin, êdî ew bi xwe jî nikare kontrol bike. Ev kes ne tenê dê hewl bidin me tesfiye bikin, her wiha dibe ku tevahiya herêmê têxin bin kontrola xwe. Li Filistînê jî ev tişt kirin. Ma îktîdar çawa ji El Fetîhê standin? Ma we nedît bê ka vê zîhniyeta Hamasê li Filistînê çi kir? Di dema bidestxistina îktîdarê de mirov ji serê avahiyan avêtin xwarê. Dixwazin heman tiştî li herêmê jî dubare bikin. Tu eleqeya van bi olê re nîne.” 
 

Sernavên din

28/03/2024
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
13:42 Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:05 Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin
12:14 YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
11:23 Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’
11:22 Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn
10:38 Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
10:24 Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê