Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov

  • rojane
  • 09:02 20 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Xeznê Nebî ya ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê geşedanan dişopîne, diyar kir ku dewleta tirk çavkaniyên aborî yên gel hedef digire û got: “Tenê li Hesekê zêdetirî 2 mîlyon kesî ji qutkirina avê zirar dîtine. Zêdetirî 4 mîlyon û 2 hezar mirov ji vê rewşê bandor bûne. Armanca dewleta tirk ji holê rakirina pergala netewa demokratîk û felçkirina Rêveberiya Xweser e." 
 
Piştî çalakiya 1'ê cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan a li Enqereyê, Tirkiyeyê di 4'ê cotmehê de li dijî bajar û navçeyên rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) dest bi êrişên hewayî kir. Di êrişan de nexweşxane, mizgeft, tesîsên ceyran, av û depoyên genim hedef hatin girtin. Çavkaniyên herêmê yên jiyanî yek bi yek di hedefê de bûn û hatin rûxandin. Di êrişan de herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest da. Êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê ku bênavber berdewam dikin û bêdengiya hêzên koalîsyonê û hêzên navneteweyî jî didome. Desthilatdariya AKP'ê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan hedef digire, balkêşe ku bertekê nîşanî hedefgirtina sivîlan a li Filistîn-Îsraîlê dide. 
 
Rojnameger Xeznê Nebî
 
Di heman demê de tezkereya ku ji bo dirêjkirina  şerê derveyî sînor ê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 salên din hat dirêjkirin û Meclisê erê kir. Bi qebûlkirina tezkereyê re êrişên li ser herêmê didomin û ev jî dê bi xwe re xeteriyê bîne. Rojnameger Xeznê Nebî ya ku li Rojava geşedanan ji nêz ve dişopîne der barê geşedanên dawî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
'HERÎ KÊM 50 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA'
 
Rojnameger Nebî, da zanîn ku dewleta tirk bi hedefgirtina çavkaniyên bingehîn ê sereke dixwaze gel mehkûmî koçberî û birçîbûnê bike û wiha got: “Ji pêncê mehê heta 10'ê mehê êrişeke gelek giran li ser Rojavayê hebû. Par jî heman wextê de êriş li ser Rojava dabûn destpêkirin. Di van êrişan de armanceke dewleta tirk hebû û li gorî wê armancê jî tevgeriya. Li seranserî herêmê ji Dêrîkê heta Kobanê û heta Minbîcê gelek bajêr hatin hedef girtin. Dewleta tirk ev êriş weke pêvajoya yekemîn dabû destpêkirin. Êrişa xwe ya pêvajoya yekemîn bi dawî kir û ji meha cotmehê jî êrişên xwe guhertin û çekên giran hatin guhertin. Bikaranîna van çekên giran nehat sekinandin her tim berdewam kirin û niha jî di wê çarçoveyê de ye. Keşîfên li ser herêmê hene.Di heman demê de çekên giran li ser Mînbîcê, li Dêrîkê, li Kobanê û gundên Rojava û Rojhilatê Kobanê ku tên hedef girtin hene û bênavber berdewam dikin. Di van demên ku em diaxivin jî êrişên wan didomin. Di hedefa yekemîn de hedefa ku wan armanc dikir hate serîkirin û li gorî daxuyaniyên ku didin niha jî xwe li gorî pêvajoyeke nû ya duyemîn amade dikin. Di van êrişan de em dibînin ku dewleta Tirk çi ferq û cudahiyê k navbera kesan de nake û êriş dike. Ev ne cara yekemîne ku dewleta tirk van êrişan pêk tîne. Yê ku di êrişên hewayî yê dewleta tirk de tên qetilkirin hemû zarokên vî welatî ne. Di çarçoveya şerê şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin û bi vî rengî berdewam dikin. Di van êrişên dawî de, di nav de jin û zarok jî heyî herî kêm 50'î kesan jiyana xwe ji dest da. Di van êrişan de qadên ku hatin hedef girtin demarên jiyanê bûn. Demarên jiyanê jî îstasyonên avê ne, îstasyonên ceyranê ne, genim e, petrolê ye. Ev der tiştên ku gelê Bakur Rojhilatê Suriyeyê jiyana xwe li ser berdewam dikin e. Dema ku gaz, petrol, av ceyran dikî hedef wê demê tu dixwazî ku jiyana mirovan sekinî. Lê dema ku tu genim hedef digirî tu mirovan birçî dihêlî. Bi vê dixwaze ku herêm rastî birçîbûnê, rastî betaliyê were, rastî hilweşandin û koçberiyê bê.”
 
'ABORIYA GEL DERBÊ DIXWE'
 
Nebî, da zanîn ku dewleta tirk bi êrişên esmanî aboriya gel hedef digire û got ku dewleta tirk sûce şer dike û wiha domand: “Dema ku demarên jiyanê ev plansaziya bakurê Rojhilatê Suriyeyê bi giştî hatiye hedef girtin û li erdê cih bi cih hatiye tespîtkirin û dewleta tirk  lê dixe armancên wan hene.Di vê çarçoveyê de koalîsyonên navdewletî û gelek aliyên din ê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hene van vê yekê dikirin, ne li vir û ne jî devereke din gel bêkar nemîne. Ji bo ku tevlîbûna nav refên çeteyên DAIŞ'ê zêde nebe û di heman demê de teror kêm bibe û şanayên çeteyên DAIŞ'ê zêde nebin. Di van êrişên dewleta tirk ê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê petrol çû, ceyran çû û her tişt çû. Wê demê aborî jî darbeyekî dixwe. Bi vê re çi dibe? Gel bêkar dimîne û bêkarî zêde dibe, pereyê gel kêm dibe û li herêmê koçberî zêde dibe. Ev jî yek hedefên sereke yên van êrişên dewleta tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê bûn. Ev qadên ku hatin hedef girtin bi xwe re guhertinên gelek mezin anîn. Di heman demê de rewşa gelê herêmê bi her awayî diguherîne. Erê, raste berxwedaneke gelek mezin tê dayin.Ev êriş sûceke navdewletiye û sûceke şere. Li ser ekranan bi vekirî dibêje,' ez ê ser erd û bin erdê vî welatî bikim hedefa xwe' Dema ku mirov tenê gotina wan a ser erd û bin erd tenê şîrove dike mirov dizane ku çiqas qad tên hedef girtin. Ser erdê herêmê mirov in û mejiyê vî welati ne û bin erdê jî îstasyonên avê, ceyran û petrolê ne."  
 
'LI HESEKÊ 2 MÎLYON KES JI BER QÛTBÛNA AVÊ ZIRAR DÎTIN'
 
Nebî, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ji êrişên dewleta tirk heta niha zirarê daye zêdetirî 4 mîlyon kes û bandorek neyînî li ser mirovan kiriye û bajar di tariyê de hatine hiştinê û wiha axivî: “Li Hesekê kesên ku tenê ji avê zirar dîtine zêdetirî 2 mîlyon kesan ji qutbûna avê zirar ditiye. Zêdetirî 4 mîlyon û 2 hezar mirov ji vê rewşê bandor bûne. Di gelek taxên Qamişloyê de ceyran tune ye.Rewşa Kobanê jî heman awayî ye. Di şer de dibistan û nexweşxane nayên hedef girtin.Ev sûcê şer e. Dema ku we dibistan yan jî nexweşxane hedef girtin hûn ne tenê sûcê şer dikin, di heman demê de hûn suceke mafê zarokan dikin, sucekê mirovahîyê dikin û ev hemû weke sûc tên qeydkirin. Dewleta tirk ev hemû derbas kirin û tiştê ku got kir. Ev gotina ku pêk anî derekî hêz û destûr girtiye kir? Niha di gel hin alternatîfên xwe yên mazotê hene. Lê dema ku zivistan hat dê ev gel bikeve rewşeke gelek giran. Dê nikaribe êdî jiyana xwe berdewam bike. Dê bê asteke wisa ku pere feyde neke. Çiqasî pere hebe jî heke ku mazot nebe dê zivistanê çawa derbas bike? Heke ku ceyran nebe dê çawa pêdiviyên xwe pêk bîne. Heke ku genim nebe dê çawa bikaribe li herêmê jiyana xwe bidomîne? Êdî aborî û meseleya jiyanî hemû hevdû re tevlihev bûye."
 
'HÊZÊN KOALÎSYONÊ ŞIRÎKÊN STRATEJIYA DEWLETA TIRK IN'
 
Rojnameger Nebî, bal kişand li ser bêdengiya hêzên koalîsyonê û diyar kir ku di navbera hêzên koalîsyon û Tirkiyeyê de hin lihevkirin hene û wiha berdewam kir: "Koalîsyona navdewletî jî û herkes jî dibîne, li herêmê Suriyê û herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi giştî gelek hêz hene. Koalîsyon bi 70'ê welat zêdetir li vir hene. Ev hêz hemû li erdê ne û ev êriş li ber çavên van hemûyan tê kirin. Rejîma Sûriyê bi xwe jî li dijî van êrişan dengê xwe dernexist. Ev qadên ku hatine hedef girtin divê ku rejîma Suriyeyê weke peleke qanûnî heqê vî welatî bixwaze. Lê ji ber ku ew sûcê ku dewleta tirk diken nakeve meriyetê berdewam dike. Berjewendiyên welatan li gel hev hene. Dewleta tirk yek ji endama NATO yê ye. Di demên dawî de hewl da ku weke hêzeke sereke tevbigere û piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hewl da ku kevirê satrançê yê herî xurt di nav herkesî de bigerîne û her tim tevlîhevî çêkir. Hewl da ku di navbera Emerîka  û Rusyayê de hevsengiyekî çêbike. Ev kirinên dewleta tirk koalîsyona navdewletî bi xwe jî dît. Koalîsyona navdewletî dagirkeriya dewleta tirk jî dît û ev binpêkirinên ku li herêmê tên kirin jî dîtin. Bêgûman bêlevkirin ev şer nameşe. Di êrişên beriya vê de balafirên şer hatin bikaranîn. Dewleta tirk ferq kir dema ku balafirên şer hatin bikaranîn bertek hate nişandin.Lê di êrişên vê dawiyê de balkêş bûn. Destpêkê balafirên keşfê bikaranîn û yek carê de hemû hedefên ku tespîtkirine hemû lêxistin û rûxandin. Piştre hewl da ku balafirên keşfê biherike. Ji bo ku dengê hêzên cihanî dernekeve. Bi rastî jî di vir de bêdengiyek çêbû. Ji xwe berjewendî û projeyên hêzên koalîsyonê bi Tirkiyeyê re hene. Bêlihevkirin bêdengî çênabe. Di dîroka koalîsyonên navdewletî de  cara yêkemîne ku welateke koalîsyonê bi balafirê balafira welateke koalîsyonê ya din dixe. Ev tu carî nehatiye dîtin. Ewqasî qadên sereke hatin hedef girtin û li dijî vê  dengeke têrker ê hêzên koalîsyonê derneket. Hevalbendên şirêkên  stratejîk in. Dewleta tirk heta niha xwe yek ji şirîkên demdirêj koalîsyonê hesab kiriye. Ev tê pirsîn dê dewleta tirk heta kengî di nav koalîsyonê de bimîne. Helwesta balafira keşfê xistin divê mirov li ser vê bisekine. Êdî dê hêzên koalîsyonê dê aliyê kê bigirin? Di bingeha êrişên dewleta tirk a dawî de felçkirina Rêveberiya Xweser hebûn."
 
'DAIŞ XWE BIRÊXISTIN DIKE'
 
Nebî, da zanîn ku li herêmên ku di bin desthilatdariya Tirkiyeyê de ne DAIŞ xwe bi rêxistin dike û êrişên ku tên kirin DAIŞ'ê bi hêz dike û got: "DAIŞ niha xwe li herêmên ku di bin desthilatdariya dewleta tirk ê weke Serekanî, Girêspî, Bab,Cerablusê xwe birêxistin dike. Dewleta tirk bi xwe wan bi rêxistin dike û derbasî herêmên din dike. Li vê derê jî zindî dibin û roj bi roj fireh dibin. Kampên DAIŞ û malbatên DAIŞ'yan li vê derê hene. Ev zarokên ku ji rizgarkirina bahozê de heta niha ji kampan derketin ji kur ve hatin? Ev tunebûn ji ku ve derê derketin? Kesekê ku bi jinekî re bizewice temenê zewacê nebû di van kampan de. Ev xeteriyeke gelek mezin bû. Ev jinên DAIŞ'î bi zarokan re dizewicîn û zarok tînan dinê. Zarokên ku niha li kampêne 4-5 salî ne. Ev ji ku derketin? Ev xeteriya herî mezin in. Ev weke hêzeke nû ya sereke radibin. Dê rabin tola xwe hilînin. Îro kampên sivîl jî di bin xeteriyê de ne. 
 
'EV ÊRIŞ TENÊ BI BERXWEDANA ROJAVA NAYÊN SEKINANDIN'
 
Xeznê Nebî refleksa hêzên kurd a li dijî êrişên li ser Rojava rexne kir û wiha got: “Li dijî van êrişan berxwedana Rojava tenê têra nake. Nepêkane ku ev êriş tenê bi berxwedana gelê Rojava bê sekinandin.Ew daxuyanî û bertekên ku hatine nîşandin têra nekir. Bi taybetî jî di hêzên kurd de tu bertekeke xurt derneket. Li Ewrupa jî bertekeke xurt nehate nişandin.  Divê ku herkesek cihê ku lê li dijî van êrişan derbikeve. Hiqûqnas û qanûnnasên gelê kurd gelek in. Pêwîst bike em dikarin van belge bikin, belgeyên sûcê şerê dewleta tirk li gel me hene. Divê ku hêza kurdan a derve têkeve nav tevgerê. Ji derve divê ku gelê kurd û dostên wan berxwedaneke weke berê lê ji wê mezintir bikin.Di hûndir de divê piştgirî bidin berxwedan Rojava. Maseya berxwedanê ne tenê bi lingek wê û yan jî kûrsiyek çêdibe divê ji hemû aliyan ve ev berxwedan bê dayin." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

20/10/2023
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin
11:13 Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin
10:59 Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin
10:56 Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin
10:55 Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin
10:54 Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in
10:31 Bakirhan: Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi hev re ava bikin
10:14 Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye
09:10 23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin!
09:09 ‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir'
09:08 Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin
09:08 Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye
09:07 Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin
09:05 ‘Şerê taybet ê ku li Kurdistanê dihate meşandin belavî Tirkiyeyê bû’
09:02 Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN
19/10/2023
19:37 ‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin
19:11 Ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin
15:54 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn
15:17 Biryara bihincet a biryara beraetkirina rojnamegeran: Bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan
15:01 Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn
14:47 Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin