Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye

  • rojane
  • 09:27 25 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê anîn ziman ku destpêkirina hemleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girînge û gotin: “Desthilatdar ji fikrên birêz Ocalan ditirsin. Azadiya birêz Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkên navnetewî ye.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de bi şert û mercên giran ên tecrîdê re rû bi rû ye. Agahî negirtina ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên cem wî 31 meh li pey xwe hişt. Kampanyaya 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di qada navnetewî de hatiye destpêkirin welat bi welat belav dibe. Di qada navnetewî de gelek nivîskar, siyasetmedar, rojnameger û rewşenbîran piştgirî dan kampanyayê. Sazî û dezgeh pêkhateya ereb û civaka êzidî, li gel PADÊ, TAJÊ û tevgerên ciwanan bi pêşengiya Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê piştgirî dan kampanyayê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferberi dan destpêkirin. 
 
Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Eliyas û ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî yê Şengalê (TAJÊ) Şemo Remo têkildarî pêngava azadiya ji bo Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin axivîn. 
 
'FIKRÊ AZAD Û DEMOKRATÎK 25 SAL IN DI BIN TECRÎDÊ DE YE'
 
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Eliyas, bi lêv kir ku her pêkhateyeke Şengalê daxwaziya azadiya Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike û got: “Azadiya Ocalan, naskirina xweseriya Şengalê ye. Azadiya birêz Ocalan azadiya civaka êzidî ye, azadiya xelkê Şengalê ye. Di sala 2014'an de şagirtên serokatî bi me ve hatin. Em wê rojê jibîr nakin. Îro li Şengalê destpêkirina hemleyeke ji bo azadiya Rêber Apo girîng e. Îro serok Apo di destê dewleta tirk a hov de tê ragirtin. Sazî û dewletên ku mafê mirovahiyê diparêzin divê ku li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo xwe bêdeng nekin. Heta niha me ji van saziyan heq û hiqûq, maf nedîtiye. Me ji van saziyan rê û rêbazên mirovahiyê nedîtine. Heta niha li ser navê mafê mirovan tiştek nekiriye. Fikrê azad ê demokratîk ku her kesî birêve dibe ev 25 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Lê hêzên navnetewî yê ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin li dijî tecrîdê bêdeng in. Em vê bêdengiya wan şermezar dikin. Birêz Ocalan serokê gelên mezlûm ê berxwederê, serokê gelên xwedî îrade ye. Tecrîda li ser serokatî tecrideke ne di cih de ye. Fikrê birêz Ocalan ji xwe re weke xeteriyê dibînin û nahêlin ku ev fikir di nava civakê de belav bibe. Bi girtin û tecrîdkirina birêz Ocalan sînor li ber fikrê azadiya demokratîk danîn. Azadiya birêz Ocalan çareseriya Şengalê ye, çareseriya mafê mirovahiyê yê ser erdê ye. Ev 25 sal in bi îradeyeke mezin li ber xwe dide. Gelê wî û hêzên wî jî li gel wî li ber xwe didin. Ji ber vê yekê bidawîkirina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan çareserkirina pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn e."
 
'AZADIYA OCALAN NASKIRINA XWESERIYA ŞENGALÊ YE'
 
Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo jî diyar kir ku armanca destpêkirina pêngava rakirina tecrîdê û azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha axivî: "Serokatî pêwîst dît ku şagirtên wî ber bi Şengalê ve bên û Şengalê ji tengiyê derbixînin. Ji ber wê em jî dibêjin ku îro xweseriya Şengalê û azadiya birêz Ocalan ji hev qut nîne. Heke ku birêz Ocalan azad bibe Şengal azad dibe û xweseriya Şengalê tê qebûlkirin. Îro Hikûmeta Iraq û malbata Barzanî jî piştgiriyê didin Erdogan da ku tecrîdê giran bike. Ji ber wê em azadiya birêz Ocalan pêwîst dibînin. Li ser ferze ku em vê hemleyê berdewam bikin. Heta ku azadiya serokatî em ê vê hemleya xwe bidomînin. Ev hemleye ji aliyê hemû pêkhateyên Şengalê ve hate destpêkirin. Ji ber ku kesên aşitîxwez li dijî tecrîdê derdikevin. Ew gelên bindest û civakên ku rastî zilm û zordariya desthilatdaran hatine dixwazin ku tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Em di azadiya serokatî de xweseriya Şengalê,rizgariya civaka êzidî dibînin. Îro li Şengalê herkes azadiya serokatî daxwaz dike. Ji ber ku ev 25 sal zêdetirîne ku serokê vî gelî di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Tecrîda ku di van salên dawî de xistine meriyetiyê ji salên din girantire. Salên beriya niha her çiqas tecrît hebûya jî hevdîtinên bi malbatê re hebûn. Lê piştî fermana 2014'an tecrîta li ser serokatî jî girankirin. Îro şagirtên serokatî ev gel bi vî fikr û felsefeyê birêxistin kirin. Ji ber wê êzidî îro dikarin li dijî her tiştekî bisekinin û em dikarin bi hev re tecrîdê bişkînin." 
 

Sernavên din

31/03/2024
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin